Protestoyek sosret
Abdulkadir Ulumaskan
Protesto tiþtekî xerab e lê xwe bi xwe protesto kirin, tiþtekî hîn xerabtir û sosret e. Di jiyana her kes û gelî de, carcaran û hin deman ne xweþ hene. Lê jiyana me kurdan tev nexweþî ye. Nexweþiyeke me a bê derman jî nexweþiya zimanê me ye. Ne ziman ne xweþ e, em bi xwe nexweþ in. Ya herî xerab nexweþiya evîndariya zimanê xelkê û jê vê bêtir a dijminê me ye. Zimanê xelkê û dijminê me bi me gelekî þîrîn e lê yê me bi me tahl e. Zimanê me bûye bela serê me û em jî bûne bela serê xwe.
Divê baþ bizanibin heta zimanê dijmin bi me tahl nebe û yê li ba me ne þîrîn be û em zimanê xwe fêrî zarokên xwe nekin, em ê tucar nikaribin xwedî netew û kesayeteke birûmet. Ji xwe bi salan e dijminê me zimanê qedexe kiriye û xwestiye tune bike. Niha jî sed car mixabin em bi xwe zimanê xwe tune dikin.
Vê gavê ez naxwazim vê þîroveyê kûr û dirêj bikim, bêtir ez dixwazim, sosreta bi serê min de hatiye, -hêvî dikim bi serê tu kesî de neyê- bînim zimên. Ez bawer dikim ev bobelata ez ê qalê bikim, mînakeke pir balkêþ e û divê em ji xwe re jê þîrêtan derînin.
Ez li hin dibistanan dersa zimanê dayikê a kurdî didim. Çend roj berê, li ji van dibistanên ku ez lê dersê didim, yekê ez rastî bobelateke gelekî xemgîn hatim. Li vê dibistana sereteyî, ez behsa wê dikim, zêdeyî 80 zarokên kurd hene. Ji wan 12-13 xwendekar tên dersa kurdî. Dersa me nêzîkî nîvroj dest pê dike. Di van saetan de piraniya dersên zarokan yên din vala ne û zarok li derve bi hevsalên xwe re dilîzin. Dema em di dersê de ne, em wan dibînin. Ew rewþ ji zarokên kurd yên tev li dersê dibin re giran tê û gelek caran dibêjin: “Ma ew jî kurd in, çima ew ji xwe re dilîzin û em jî dikevin dersê.” Helbet mirov dikare psîkolojî û hestên zarokan fêm bike. Lê mijar ji vê bêtir û kûrtir e. Pirsgirêk ne helwesta zarokan ya dê û bava ye. Ya zarokan dike xwedî helwest nêzîkatî û tevgera malbatan e. Loma dema li ser bê terbiyabûna zarokan nirxandin bê kirin û hinek zarok wekî bê terbiye bên binav kirin, divê mirov ji zarokan bêtir li terbiyayê dê û bavan binêre. Loma jî ez dibêm, zarokên bê terbiye tune ne, dê û bavên bê terbiye hene.
Dibistana pêþîn, mezin û her dem malbat e. Heger malbat qedir û qîmet nedin zimanê xwe bêguman zarok jî wê tu qedirî nedin zimanê dayika xwe.
Li dibistanê ez dibêjim, di dû dersê re bi carekê min bihîst ku qîre qîra zarokan e. Gava ez derketim ber derî ez matmayî mam. Xwendekarên min yên dersa kurdî, ez û zimanê kurdî protesto dikirin. 7-8 zarok hemû bi hev re, bi dengê bilind û bi zimanê almanî diqîriyan û digotin: “Ez ji kurdî nefret dikim! Em ji kurdî nefret dikin!” Zarokên kurdan bi zimanê almanî zimanê xwe protesto dikirin.
Li ser vê bi rastî ez ji xwe çûm wê gavê min dixwest ku ez wan zarokan ji eyarên wan derînim û têxim eyarekî din. Lê dema ez hinekî bi xwe hatin, min ji zarokan re tiþtek negot lê ji dê û bavên wan re çi hat ber devê min, min got.
Gelo, ma li cîhanê bêyî kurdan qet tu kesê ji zimanê xwe nefret bike hene, heye. Bawer nakim ku hebin. Ma ev ne rûreþî û þermeke giran e?
Ez bawer dikim û heta ji bawer kirinê zêdetir dizanim ku ev mijar ne mijara pirsgirêka zarokan an jî pirsa performansa min a mamostetiyê ye. Ez bawer dikim ez karê xwe cidî digirim û li gel qehr û qotika zarok û malbatên kurd, dîsa jî ez karê xwe baþ dikim. Di bingehê pirsgirêkê de ji zimanê xwe nehezkirin heye. Heke mirov ji zimanê xwe hez bike, mirov dikare bi hêsanî di zarokên xwe de jî wê hezkirinê bide peyda kirin. Divê mirov ji vî alî de dest bavêje kula xwe a ziman.
Ez baþ dizanim ku heger li vê dibisanê pirraniya qaþo welatparêzên kurd, zarokên xwe biþandina dersa kurdî wê ev protestoya ibret nebûya û ez û zimanê kurdî wê bi neheqiyek wiha bêbavî re rû bi rû nemaya.
Bi vê bîr û baweriyê, ez vê protestoya zarokan a watedar û sosret diyarî siyaseta me a di warê perwerdeya ziman de têkçûyî, dê û bi taybet jî bavên zarokên xwe naþînin dersa zimanê kurdî dikim. Bawer dikim, hêja ye ez vê protestoyê diyarî wan bikim. Gelo hûn çi dibêjin?