Ev mekan ew mekan e; ew ê ku ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin û bi rabirduya mirovan re bi wate bûye.
Ew jî hat û li ser kursiyekî vî mekanî (parka) ku naşibe ya bajar û welatê ku wî li pey xwe hiştî û xwe gihandî vî bajarî, vî mekanî ev parke…
Her roj bi heman xeftanê ku bi ser bejna xwe de beredayî tê di nav parke de piyase dike û piştî ku geşta xwe bi dawî kir diçe ber çayxaneya di nav parkê de şûşeyek çay bi pereyên pêşin hildide û tê li ser wî kursiyê ku êdî hînî wî bûye rûdine û hem çaya xwe vedixwe hem jî derdora xwe; ya jê xerîb, mirovên xerîb, darên xerîb, çivîkên xerîb, bêhna xerîb; li vî bajarê xerîb, mekanê li vê parka xerîb bi çavên meraqdar û biyanî raçav dike, xerîbiya xwe di nav xerîbiyek din de (belkî) bîra dike.
Kî ye nizanim; belkî yekî Kobaniye, belkî Helebî, belkî kurd belkî ereb, belkî tirkmen belkî yekî Sûrî… lê bêyî belkiyê yekî koçber e; welatek, bajarek, jiyanek, li bajarê xwe belkî parkek ji vê cudatir, xweşiktir li pey xwe hiştiye, belkî malbatek li pey xwe hêla ye, bi rûxandina jînekê re xwe gihandiye vê xopanê…
Ev mekan ew mekan e, ew ê ewil mirov ew çêkir, pişt re wî wateyek da mirov, û pê re bi bîr û kelepora mirov re gihîşte wateyek dîtir (!)
Demekê kurdan ew der ji xwe re kiribûn cihê bêhnvedanê, lê niha dirûvekî International wergirtiye; kurd, tirk, ereb, tirkmen, elewî, sunî, (ku kêm hiştibin jî) suryanî, ermenî, belkî nebawer jî hebin di nav wan de, bêyî ku hev nas bikin di vir de wê de doş dibin.
Navberê re keç û lawên xeşîm li vî quncî li wî quncî didin pey hev keseran ji dil û hinavên kal û pîran dibin.
Mamosteyên ku li ser maseyê rûdinin bi demligek çay û paketek cixare re analîzên kûr dikin jî li ber çavan dikevin. Jinên serqot, jinên xwe pêçandî bes çav xuya dikin, kalepîrîn sofî û bi kum, ên bi şewqe û simbêl qeytan... û bi bihara ereban re zarokên bûyîn selpakfiroş, û bi şerê xuya û ne xuya re pirbûna parsekên jin û kalepîr, û di hundirê hin seyareyên li derdora parkê hatî rawestandin; ên bedenê difroşin ên bedenê bo çend kêliyan dikirin (!)
Serêvarê park tenha ye, ciwamêrê bi şerabê re emr gihandî heftê yî, bi tenhabûna parkê re, ku piraniya mirovan vedikişin xewletgehên xwe bi serxweşiyek kamilane tê li ser kursiyê ew ê sûrî, ew ê eyan û beyan belkî kurd, ew ê koçber, ew ê jiyan, welat, bajar û malbata wî hatî tarûmarkirin, rûdine.
Ji dûr ve destê xwe ji min re li ba dike, dizanim destiyek kaxizên Bêrûdê dixwaze; Çimkî bi şerê Sûrî re ew xetên birincî yên ku kêfçiyên bere xwe bi ser nivîsa wê ya erebî de xwe xwar dikirin û digotin, ‘ev xet baş in, sifir dokiz in’ êdî tunê ne.
Rûyekî melûl e,
helbet bi bişîrîn e,
wî xwîna şerabê vexwarî ye; helbet bi aştiyane ye.
Di ber xwe de dikim minemin; ya di derûniya apê Bekir de tu welat nehatine rûxandin û wêrankirin an jî hemû welat û bajarên hatî rûxandin û wêrankirin giş bi ser derûniya wî de hatine hilweşandin; ku li vî bajarî, li vî mekanî, li vê parka ku malevaniyê ji her mirov û dar, her çivîk û dengî re dike de, tekane ew e, yê aram, ê ku napirse nabêje siberoja me dê çi be; her bêdeng e, her bi bişîrîn e…


