Diyarname
Fîlmê derhêner Lars Von Trier "Nymphomaniac" ku li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin dê li 4 zanîngeha bê nîşandayîn. Xwendekarên Klûbên Zanîngehên ODTU, ÎTU, Bogaziçi û Îstanbulê wê fîlmê "Nymhomaniac" ku li Tirkiyeyê hat qedexe kirin çalakiyên nîşandayînan li dar bixin.
Zanîngeha daxuyaniyeke da û got: "Li hemberî hemû antîdemokrasî, zordarî û kirinên otorîter em bang li sînemahezan dikin xwedî li sînemayên xwe, berhem û azadiyên xwe derkevin, xwedî li vegotina gotina xwe û xwedî li jiyana xwe derkevin."
Fîlmê “Nymphomaniac” li Tirkiyeyê di roja 14'ê adara 2014'an de dê bikeve vîzyonê lê Lijneya Jêrîn a Nirxandina Dabeşkirina Fîlman a ku girêdayî Wezareta Çandê ye fîlm qedeşe kir.
Lart Von Trier versiyona sansurkirî ji bo "IF İstanbul"ê şand û li wir hat nîşandayîn.
"Nymphomaniac" li ser têkiliya jineke di temenê destpêka 50'î de ku ji zarokatî heta wê temenê disekine. Di fîlm de lîstikvan^ne wekî Charlotte Gainsbourg, Stellan Skarsgård, Stacy Martin, Shia LaBeouf, Christian Slater, Jamie Bell, Uma Thurman, Willem Dafoe dilîzin. Fîlm meha borî di Festîvala Fîlman a Berlînê de bêsansur hatibû nîşandayîn û rexnegiran ew ecibandibû.
Li gor daxuyaniya zanîngehan bernameya nîşandayînê bi vî rengî ye:
- ODTU, Duşem/sêşem. saet 19:00, Amfiya Fizik U-3
- Zanîngeha Bogazîçî, sêşem saet 17.30, Salona İbrahim Bodur
- ÎTU, sêşem saet 19.00, Salona 213'an a Taşkişla
- Zanîngeha Stenbolê, çarşem, saet 16:30, Salona Prof. Dr. Altan Gulhan