logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Du kaosên îthal ên di wêjeya kurdî de!

  • Dîrok: 03/01/2021
Serî de bêjim, her nivîskar di lêkirin û honandina metna xwe de serbest e, jixwe divê wisa be.
Lewma nabêjim çima wisa ye, dibêjim ew kaos bi rastiya me ya civakî û zimanî re li hev nake, hew…
Helbet her metn ne şert e bi rastiya civakî û zimanî re li hev bike; nivîskar di wê terciha xwe de dîsa azad e, jixwe divê wisa be. 
Balam pirs jî hene; ‘gelo ew lêgerînên kaosî-kaotîk ên lehengên nivîskar bi serborî û bi cerebeyên rastî yên tekakes û civakê û bi zimanê civakê re li hev dike yan na?  
Helbet divê nivîskar zora sînorên civakê bibe, yên zimanî jî her wisa, lê belê, çendîn metn û zimanê wê zora sînorên civak û zimên bibe jî, sînorên wî/ê jî hene!...
Û bêşik e, ew çîrok û romanên dibin sedema pirsan ên hewl didin derûnî, lêgerîn, daxwazên lehengên xwe vebêjin, nemaze ên qirna em tê de, bi min bi rastiya civakî û zimanî ya kurd-î re li hev nakin, wekî îthal in tên!
Kaosa yekem a di çîrok û roman de heyî!
Leheng bi malbat û civaka xwe re li hev nake. Gor nivîskar vedibêje leheng di lêgerînekê de ye, ango li pey avakirina cîhana xwe ya tekakesî ye, ‘ji rê derketiye’; evîndar e, berendamê hunermendiyê, nivîskariyê ye, belkî dixwaze ser beşeke zanistê li zankoyekê bixwîne, yan dixwaze here welatekî rojava yê qasî leheng bihîstiye meriv hê xweştir û serbestir dikare jiyaneke tekakesî bijî… Yanê nivîskar dixwaze di serobinbûniya civaka kurd a sî salên dawiyê de tiştên kaotîk ên civak pê re rû bi rû maye bi rêya lehengê xwe ji me re vebêje.
Pirs ev e; leheng-ên nivîskar ên li pey tenêtî, bidestxistina tekakesiya xwe ne ‘ji rê derketin’ bi rastiya kurdan a tenêtî û tekakesiyê re li hev dikin an nakin e?
Em berê xwe bidin wan welat, civak û warên daxwaz û mînakên jiyana tekakesî, jiyana bi tenê rayî me dikin!
Me di xwendin, fîlm û çîrokan de xwendiye, dibe em bi xwe jî bûne şahid; tekakesî-bi tenê jiyîn a li welatên rojava rû dide, ya bi em wiha pê dizanin; ‘takekes di hejdeh saliyê de terka malbatê dide, li pey daxwaz û arezûyên xwe diçe. 
Her encamê didin ber çavan; bê mal, bê kar bi salan li kûçe û kolanan dimînin, hin jê diçin welatekî din, hin dost, hezkirî û yarek xwe dibe pê re bi salan dijî, hin jê bêderfet dimînin li ser sergoyan zikê xwe têr dikin; venagerin ji malbat û nasên xwe qet diravan naxwazin, jê pir kes piştî salan hay jê dibin ku diya xwe, bavê xwe, bapîr û dapîra xwe miriye…
Yanê kesê terciha jiyana xwe kirî, yê/a li pey tekakesiya xwe çûyî, bi perpirsyarî li ser biryara xwe dimîne; di resteoran û baran de, di karên cihê cihê de dixebite û di her şertî de paş ve gavê navêje… 
Mînak dikarin werin zêdekirin, lê bo famkirina mijarê ew qas bes e. Lê di rastiyê de takekesiya civaka kurd çawa ye?
Di du mînakên pêk hatî de me dî ku tekakesiya kurd, ji malbatê bi dûr ketin û daxwaza bi tenê jiyîn ne wekî ya nivîskarê me ji me re behs dike ye!
Yek di îhrackirina karmendên kurd ên di saziyên dewleta tirk de dişixulîn ya diduyan jî ya vê dema nexweşiya Coronayê!
Di her du rewşan de tekakesên civaka me, yên serî rakirin xwestin ku bi tenê bijîn dema seriyê wan ket tengayiyê hema li gund, li bajar, li malbat û li zeviyên xwe vegeriyan!.. 
Heta yên li gund zad anîn; dibe malbatên hinan jê re pere jî şandibin!!!  
Yanê mînakan nîşan da ku, ya li nav me diqewime ne terkîserî ye, tiştekî wekî xeyîdînê ye!
Gotine: “reva pisikê heta bin kulînê ye”
Erê lêgerîna jiyaneke tekakesî ya bi tenê jiyînê ya endamên civaka me heye, lê ew ne wekî ya nivîskar vedibêje ye! Bo wê, qey dibêm ew a nivîskar bi kaosekê vedibêje îthal e, fantaziya nivîskar bixwe ye, ne ku xwe dispêre çîrok-serboriyeke rastî…
Çimkî endamên civaka me bi tenê sê caran dikarin wekî tekakes bijîn! Yek dema zanîngehê, ew demborî ye, ya duyem a di medya sosyal de ye, ew jî nav li ser e ‘sanal e’ yanê derewîn e, ya sêyem jî dilê xwe de dijî, ya tu caran nikare pêk bîne, xeyalî ye!!! 
Erê kaoseke endamên civakê kurd dijîn heye û helbet wêje dê wê ji xwe re bike çîrok, lê ya bi kaotîk tê vegotin û ya di rastiyê de tê jiyîn pir dûrî hev e; (ew terkî malbat û civakê kirin, hewldana bi tenê jiyînê ya takekesê me naşibe ya rojavayiyan; çi ku ya rastî ne rojavayî rojhilatî ye, ‘di nava xwe de dijî, di dil û hiş de pêk tê, xeyalî ye û eger nivîskar karibe wê ji rê derketina xeyalî, wê cîhana nepenî zeft bike gelekî fantastîk e!)  
Hingê, belkî hewceyî bi teqlîda ya rojava nabe, belkî em karibin ji rojavayiyan re behsa çîrokeke fantastîk a aîdî vê derê bikin, ne ku em ya wan a bi rastiya em dijîn re li hev nake îthal bikin.
Lê helbet hinên me yên bi rastî bi samîmî, dûrî malbat û civakê di erjengiya tenêtiyê de BOHEM kî dijîn hene; karkerên înşîatê û garson(!) 
Balam ji ber di tûrikê bi milê wan ve pirtûk tune ne, fûlar li stûyê xwe napêçin û li Cafeyekê rûnanin jiyana wan a bi têra xwe tekakes û bi tenê û pir zehmet ne di bala nivîskarê wan metnan de ye.
Kaosa duyem jî ya zimanê vegotinê ye!
Dema meriv wî zimanê vegotinê dixwîne dibîne, ne çîroka nivîskar hewceyî bi wî zimanê kaotîk û bi qompleks dibîne ne jî leheng! 
Ê nexwe çima ew zimanê bi kompleks bi darê zorê û kaotîk!?
Bi tenê bersiveke vê pirsê heye, pir bi rehetî meriv dikare bêje qompleks ne ya metnê, ya xwe ispatkirina nivîskêr bixwe ye!
Hewla nivîskêr ya xwe ispatkirinê vegotinek zimanî ya wisa kaotîk û bi kompleks dixe nav metnê, ne ku çîrok divê bi wî zimanî were honandin!...
Lê nivîskarê wê metn ji bîr kiriye H. Mîller, Salînger, F. Cêlîne, J. Fante û hwd. bi çîrokên xwe ew tişt kirine ne bi zorkirina zimên. Loma ya girîng naverok e, kakilê çîrokê ye, ger ew bi têra xwe hebe hewceyî bi wî zimanê zorkirî, kaotîk û bi kopmleks nake. 
Ji lew, kaos û kompleks heyî ne ya metnê, wekî ya nivîskêr bixwe be dixuye.
Bi min ew herdu kaos, ya çîroka jiyîna tekakesiyê û ya zimanê vegotinê îthal tên; naşibin ne mînakên jiyana tekakesiyê-tenêtiyê û zimanê kurd-î…
Ew rengê îthalîbûnê dibe sedem ku deqeke nexweş li ser samîmiyeta wan metnan bikeve…

Hin Nivîsen Nivîskar

Samîmiyet

  • 07 Pûşper 2017

Mirov afirdeyekî serfkar e. Çendîn ku hemû jîndar serfkar in jî, lê ya mirov ji ber dikare hestan jî bi riya mêjûyî vegiherîne aqilekî û...

Ji hev famnekirina nifşên kurdan!

  • 29 Sermawez 2020

Qasî dizanim, li rûyê dinê tim sê nifş bi hev re hene, bi hev re dijîn!Û di navbera wan nifşan de tim ê ku qayîşkêşanek hebe jî, dijberî hebe jî,...

Derbarê çîrokê de

  • 03 Tebax 2021

Meriv nivîskar be mêvanê civateke wêjehez be, çawa ku hemî xizmên pizîşkekî kurd ê mêjûyî derbarê her nexweşiyê de pirsan li wî...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser Fûara Pirtûkan a Frankfurtê du nivîsên nû

ad

Tirsa teqînan li spora Tirkiyeyê jî da

ad

'Em Roboskiyê ji bîr nakin'

ad

QIJALK

ad

Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fincanci hat binçavkirin

ad

Belgefîlmê Kûpaya Cîhanê ya Qatarê hat çêkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname