Ji bo guhdarîkirinê:
Ji bin siya simêlbadanê firîdî me. Li vê beyabana ronediyî de, bi ba û bahozên di hundirê min de gewimîne digewixim. Çerxa heyatê, heyata ez jî perçeyekê wê me, kê bada û çima diçerixe nizanim. Zanina dizanim, hesta hest dikim, di tepelîka serê min de, teltek cemedê dinive. Tim û tim, mît û mat im. Kerkîteke bênavber, xalîçeya di hundirê min de dikute. Destê kê ne, çima ewqa bêrihm nav û dilê min diguvêşin nizanim. Hesta tim di hiş û laşê min de serdeste: qilqilîna xoya di nav agir de ye...
-Ecokê ka tu çayek nadî me; belkî bask bi rihê me bikeve.
Bê ku peyvek xwe ji nav lêvên min darijîne ji cihê xwe radibim. Ji ketila mitbaxê ava keliyayê berdidim demligê. Çaviya bînê demligê pê dixim. Wexta çend kel di ser ava demligê de diçe, çayê dem dikim. Çaviya ocaxê a binê çayê dikim xiznê. Derbasî odeya xewê dibim. Li ser aliyê lê radizêm rûdinim. Hebê li ser komodînê ji qutiya wê dertînim. Bi piyaleyeke avê re dadiqurtînim. Piyaleyê datînim ser komodînê. Li ser doşega xwe ya rûyê wê bi baxê gulan xemilî xwe dirêj dikim...
Bi demligên çayê du şûşe û hîn pê xwarinan re ji mitbaxê derdikevim. Reco li bin dara nav baxçeya ku di wextên nav royê de, bireke pez dikare lê mexel be, li ser mîndera mor a li ser carcima naylonî, rûniştiye. Demlig û pêxwarinan li ber çoka wî datînim. Şûşeyên me tije dikim. Bi çepilê piyala xwe digrim, bi bişirîn berê xwe didim sewkiya li ber diwarê siya darê xwe di ser de tewandiye...
Xuşîn bi pelên darê dikeve. Pelên diweşin û hilma ji piyalê hil dibe dibin perde. Ji perdeya di navbera me de hevok diherikin...
- Di vê esra kesirî de kesirî me.
- Hilçinîna hiş li bêhişiyê wer bû.
- Tewş li tîş, tîş li tewşiyê qelibî.
- Toza hilbûyî bi gewriyê veda.
- Bask bi pirtî ket pişik pişkiya.
- Pisîka melisî ji nêçîrê ma.
- Çûka çolê bi perikên xwe ve keniya.
- Xuşîn bi darê, vîçe vîç bi hêlînê ket.
- Sewt kelimî, kelam veceniqî.
- Axîn bi peyvê agir bi qirikê ket.
Bi jana tiliya min ketî re ji cîhê xwe hilpekiyam. Êşa ji agirê cixarê û rijîna piyala çayê a di ser deftera ku min ji çavê xwe himêt dikir ne bes bû, qajîna qijikan jî xwe da ser. Qederek di nav gîrî û kenê de asê mam. Bi bayê hênik re çiqil û pelên daran di ser min de dimilmilîn. Dîsa bi tenêbûna xwe ya spî sar re rû bi rû mam. Hîqîn bi min ket: “Dîna tirek biqail be, ser û bin defterek e. Çemê heyatê hê diherike tu yê hê rûyê gelek defteran bixemilînî.”
Min îskan, lênûsk û pêxwarin dan hev. Pehînek bi tîn avêt binguhê sêpaya plastîk. Di nav daran de hinek li ser xwe geriyam. Hêdî hêdî êşa tiliyê sekinî. Li vegerê min bi çepilê sêpayê girt danî ber kursiyê li rex sewkiyê...
Pîncika di nava min de dinive bi ken dibê:
- "Ji sêpa û kursî hew kindir kêm e".
"Pîncik ca huş be huş. Wele tu geverbî ez dest nadim canê xwe".
Bi rêya kameraya têlefonê li bejn û bala xwe mêze dikim. Ji xem û tirşokiya ji rûyê min dikişe aciz dibim. Hê têlefon di destê min de ye dibê:
-" Kîjan can? Canê kizirî?."
" Ne min go huş be dêlê. Ma tu nabînî te û xeyaleta Reco yê te ez kirime çi halî? "
"Tew xanimê tira xwe jî dike hustiyê min. Hela tu bi xwe re li hev bê dixwazî paşê emê du kapan ji hev re biavêjin."
"Temam teslîm dibim bes ji destê te bes. Qurbana delala xwe yan mezin bibe an jî dev ji pêsîra min berde. Ma qey perîzadeyî li vê dinê hew li ser te maye? Temam min carek gûyek xwar. Bes wî, ma kê ji soza xwe venegeriyaye. Em însan dişibin ava pingirî, di nav xwe de hercure xweşî û pîsiyê dihebînin. Kes bi rastî nikare kesî binase. Naxwaze binase jî. Şelafî û derew li qirikê ne. Hela mêr rebîîî tu koka wan biqelînî. Tim û dayim dixwazin li wê tariya şilek ya jê derketine vegerin. Mêr ne yek in hezar in hezar. Bav in, bira ne, dê ne, xwîşk in, ap û amoj in, xal û xwarzî ne, pis û pismam in, cîran in, tax in, gund in, bajarok û bajar in, leşker û polês in, dewlet in dewlet. Ax xwezî wan ehmeqan bizanibûyan çi anîne serê xwe û me. "