Diyarname
Tîmên bajarên kurdan jî têde bajarên ku tîmên wan di lîgên profesyonel de nîn in îro di Kûpaya Ziraat a Tirkiyeyê de bi hev re dilîzin.
Maçên Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê bi timên bajarên ku tîmên wan di Lîgên Profesyonel de nîn in dest pê dikin. Pişke 18'ê meha borî hatibû kişandin. Di nav tîmên ku îro (3'yê mehê) dê bilîzin de tîmên bajarên kurdan Mêrdînspor, Dêrsimspor, 12 Bîngolspor, Patnos Gençlik Slpor, Karsspor, Igdir Aras Spor, Serhat Ardahan Spor, Yuksekova Belediye Spor, Cîzre Spor, Kurtalan Spor, Tatvan Gençlik Spor... Tenê maçek dê bê lîstin û tîmên bi ser bikevin dê derbasî doreke din bibin.
Vane tîmên ku dê bi hev re îro bilîzin:
- EDİRNESPOR GENÇLİK & BEYKÖY BELEDİYESPOR
- TEKİRDAĞSPOR & ALTINOVA BELEDİYESPOR
- KARAMAN BELEDİYESPOR & UŞAK SPORTİF GENÇLİK SPOR
- EĞİRDİRSPOR & BUCAK BELEDİYE OĞUZHANSPOR
- BARTINSPOR & KASTAMONUSPOR 1966
- SİNOPSPOR & YENİ AMASYA SPOR
- SORGUN BELEDİYESPOR & MKE KIRIKKALESPOR
- NEVŞEHİR SPOR GENÇLİK & YEŞİL KIRŞEHİRSPOR
- MARDİNSPOR & KİLİS BELEDİYESPOR
- OSMANİYESPOR FK & ADIYAMAN İL ÖZEL İDARESİ SPOR
- DERSİMSPOR & HASKÖY YILDIZSPOR
- 12 BİNGÖL SPOR & PATNOS GENÇLİK VE SPOR
- ARHAVİSPOR & KARSSPOR
- IĞDIR ARAS SPOR & SERHAT ARDAHANSPOR
- YÜKSEKOVA BELEDİYESPOR & CİZRESPOR
- TATVAN GENÇLERBİRLİĞİ SPOR & KURTALANSPOR
Piştî vê Hevtêkbirinê dê Dora Yekem (10 Rezber 2014), Dora Duyem (24 Rezber 2014), Dora Sêyem (29 kewçêr 2014) bêne lîstin û tîmên bi ser bikevin dê derbasî Maçên Koman bibin. Di Maçên Koman de jî barname bi vî rengî ye:
Maçên yekemîn, 3 berfanbar 2014
Maçên Duyem, 17 berfanbar 2014
Maçên Sêyem, 24 berfanbar 2014
Maçên Çarem, 31 berfanbar 2014
Maçên Pêncem, 28 rêbendan 2015...
Piştî Maçên Koman temam bibin 16 tîmên serketî dê derbasî çarîk fînalê bibin.