Rojhilat, Rojhilata Navîn; cihê destpêka ronî û jiyanê, cihê destpêka şaristaniyê. Mirovî yekem car li vir, ajal kedî kirin, tov di axê de zêde kir, yekem car li vir zivîrî teker. Zanîn, evîn, jiyan ji vê xakê belav bû li her dera cîhanê.
Ligel vê, mixabin neyartî, çavnebarî, têrnexwarî, heznekirina ol, mezheb û neteweyên dî jî li ser vê xakê geş bû. Wisa tê gotin ku ev xak di heman katê de, zeviya olan e. Bi rastî jî her sê olên semawî, her çar pirtûkên pîroz û gelek pêxember, ji nav vê xakê derketin.
Mirovan bi her cureyê kuştinê li vê derê qira hev anîn. Xak bi xwînê hate av dan. Bêşik şer û pevçûnên olî, mezhebî, neteweyî û heta ku gelek caran a navxweyî ne tenê li vir, her wiha li cih û deverên dî yê cîhanê jî pêk hatin. Cihekî vê cihana ku bi xwîna mirovî nehatiye avdan nîn e. Lê ya girîng e ew e ku, bi taybetî li xaka Ewropa, li gelek deverên dî, mirovan piştî şeran, bi awayekî dawî li vê teşe jiyana kambax anîne û şaristaniyeke hemdem -kedxwarî ranebûbe jî- ku kuştin û pevçûn tê de nîn e ava kirine. Her wiha pirsgirêkên civakî bi şêwazeke aştiyane û riya axaftin û aşbûnê çareser kirine.
Ji roja ku cudahî kete nav mirov û civakan û bi vî awayî wekheviya li navbera mirovan ji holê rabû û civak noqî nav pergela koletî, kedxwariyê bû; êdî ji bo ev pergal bidome, ji bo ku foteya li ser vê pergala derveyî mirovahiyê ranebe, ji bo keda hinan bibe kêf û xweşiya hinên din, mirovan gelek amûr û navgînên alîkar ji xwe re, ji bo berjewendiyên xwe re afirandin. Nîjad û nirxên neteweyî hinekî xwezayî bin jî, kirûyên olî bi yek carê kirûyên çêkirî yên ku mirov, mirovî bi riya wan ji xwe re bike kole ne. Û taybetmendiyeke efsûnî jî pê ve kirin ku mirov bi hêsanî, bi tevgereke pîrozwer karibe mirovên dî bikuje. Nexwe na, kirinên hêzên çavsor ên ku mirovên ne jixwe, mîna çûçikan ser jê dikin çi ye? Nexwe, çi ye ew tişta ku vê xakê kiriye gola xwînê û çima ev yek ranaweste?
Ew kirûya ku mirovî, bi hêsanî dike neyarê mirovekî dî, di romana nivîskarê yewnanî Nikos KAZANCAKİS ê bi navê “Zorba” de bûye mijara sereke. Ku nivîskarê navborî, ji zimanê lehengê romanê Aleksi Zorba (berhemê navê xwe ji paşnavê lehengê xwe wergirtiye) bi vî awayî tîne zimanî.
Leheng, ketiye şerê ku bi neteweyên cîran re pêk hatiye. Gelek kes bi destê wî hatine kuştin. Ligel kuştinê her cure xerabî kiriye. Piştî van serboriyan, wiha dibêje:
- Ez ji welêt xelas bûm, ji pere xelas bûm; ez xwe dadiweşînim. Çi qas xwe daweşînim, ez sivik dibim. Ez nizanim çawa bêjim ji te re? Mirov azad dibe.
Li cihekî dî jî wisa dibêje:
- Tu dibêjî “welatê min”… Tu guh didî wan tiştên ku kaxez ji te re dibêjin, ew tiştên ku qalikê gûzekî tije nakin, ew tiştên vala… Tu li min guhdarî bike; heya ku welat heye dê mirov cinawir bimîne, kedî nabe cinawir… Lê ji Xwedê re şikir, ez azad bûm, derbas bû! Ma tu?
Belê ez jî di wê baweriyê de me ku heta mirov dev ji pîrozweriyên çêkirî ku mirov ji bo berjewendiyên xwe yên jiyanane bernede, ji pere, ji xwedîtiya taybet ku di serî de welat tê de ye, bernede, û venegere pergala yekem a xwezayî û wekhevî ango pergala sosyalîzmê, dê ev xak gelek xwîna mirovan vexwe.
Pirsgirêkên Rojhilata Navîn ku ji nav girêkên ol û nîjadan dertên bûne kofendîl û di nav hev de li hev hatine pêçan. Mixabin heta ev kofendîl bi awayekî birêkûpêk, bi nêzîktêdayîneke mirovane neyê çareserkirin, dê gelek can û dil bişewitin.


