logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Ji berhemên zindanê du mînak û rexneyek

  • Dîrok: 16/06/2016
Nivîs, ango karê vegotina hunerî; ji bo hinan mebesta deng vedan û namdariyê, ji bo hinan dermanê jibîrbûnê, ango sing kutana di jiyanê de, ji bo hinan karekî bi kêf û xweşî, ji bo hinan jî karekî teqez e ku mirov bivê nevê, divê bê kirin.
Ji bo kesên dîl, şêniyên di nav çar dîwarên bilind û pihêt de, gelo tenê karê dem derbaskirinê, dermanê aramî û vehewînê û aciziyê ye?
Ligel ku rastiya hemû ramanên li jor hatine rêzkirin hebe jî, taybetmendiyên nivîsîna di zindanê de ji van tevan bi wêdetir in, tiştekî dinê ye, tiştekî ku tenê kesê/a li hundir dinivîsîne dikare bizane û vebêje.
Her çi qasî, her kesê/a ku dikeve zindanê nabe nivîskar jî, zindan bi serê xwe dibistanek e. Dibistaneke wisa ku ji kesên ku di zindanê de fêrî xwendin û nivîsandinê dibin, nivîskaran diafirîne. Gelek nivîskarên navdar ên ku ketine nav çar dîwaran, berhemên xwe yên gewre di nav wê tariyê de afirandine. Lê kesên wisa, piranî ew berî bikevine zindanê jî nivîskar bûn. Li vê derê, mebesta me ji vê yekê bêtir, kesên ku heta ketina zindanê bi mebesta nivîskariyê xizek jî nenivîsandine, lê piştî pêvajoya dîlgirtînê, destê xwe avêtine pênûsa xwe û dest bi nivîsê kirine.
Murat Turk, Mahmut Yamalak, Rojbîn Perîşan, Edîp Yalçinkaya, Îsmaîl Bîçen, Îlhamî Çinar, Yaşar Aslan, Tonguç Ok, Mizgîn Ronak û gelek kesên din îro di navbera çar dîwaran de, ligel ku piraniya wan cezayê bêdawiyê xwarine, di nav tariya zindanan de, di zeviya jiyana xwe de, bi rik hêviyê diçînin. Dara têkoşînê ya di daristana jiyanê de bêrawest bi hest û ramana xwe av didin.
Di vê kurtenivîsê de, bêşik ne pêkan e ku em bi firehî, yeko bi yek em li ser taybetmendî û berhemên kesên navborî rawestin lê wekî mînak em dikarin qala du kesan bikin.
Yek ji wan, Îsmaîl Bîçen e ku ji sala 1999’an ve girtî ye û cezayê muebbetê xwariye. Bîçen, di pêvajoya xwendina zanîngehê ya beşa veterîneriyê de tevî refên têkoşerên çekdar dibe. Di sala 1999’an de, di şerekî de bi birîndarî tê girtin. Di girtîgehê de, 3 berheman diyarî wêjeya zindanê dike. Berhema helbestê ya bi navê “Roza Rozalîna”, berhema wî ya yekem e. Li dû wê “Dagin Ardi”, herî dawî jî “Zemherî” dinivîsîne. Ew mebesta nivîsandina xwe wisa vedibêje: “Di vê qonaxa jiyanê de, tenê mebesteke min heye; ku rojekê ez ji vir derketim, ez ê yek bi yek li malbatên hevalên xwe yên ku li darî çavên min bi egîdî jiyana xwe ji dest dan bigerim û ez ê zarokên wan ji wan re vebêjim.” Lê bi ya min ew li benda azadiya ku dê wî bigihîne malbatan nemaye û dest avêtiye pênûsê û dest bi vegotina xwe ya ku bi hestên hogiriyê hunandiye, kiriye.
Yê duyem Îlhamî Çinar e. Çinar, piştî ji gundekî  Pasûrê tê dibe şêniyekî ji kolanên Sûra Amedê, ligel ku wî tenê dibistana seretayî xwendiye jî di çapemeniya kurd de dixebite. Di vê pêvajoyê de tê girtin. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve ew jî berê xwe dide çiyayên welatê xwe. Di sala 2008’an de, bi birîndarî tê girtin û cezayê muebbetê lê tê birîn. Ew niha di girtîgeha Balikesirê de, serpêhatiyên di jiyana têkoşîna xwe de bi zarokatiya xwe, bi seqaya welat û civake xwe ve girê dide, bi hêvî, derûnî û hestên mirovana distire û bi vî awayî tevna berhemên xwe saz dike. Ku neqş û wêneyên di berhemên Çinar de di qada wêjeyê de hêviyeke mezin dide me.
Di berhemên van nivîskarên navborî de, bi piranî jiyana zindanê cih nagire. Ew qet behsa neçarî, zehmetî û kirûyên neyinî nakin. Ew her çi qasî di nav çar dîwaran de girtî bin jî, hiş û dilê wan li derve ye, li deşt û çiyayên welatê xwe, li aso û dahatûyên azad ên civaka xwe digerin. 
Ligel van, bi min, derbarê van nivîskarên navborî de kêmasiya herî mezin ew e ku ev nivîskar ji ber daxwaz û têkoşîna azadiya ziman û gelê xwe tevî têkoşîna çekdarî bûne û ji ber vê birîndar bûne û hatina girtin lê ji kesên navborî, bilî Mizgîn Ronak tev bi zimanê serdetê xwe dinivîsin. Sedema vê kirûyê ne mijara vê nivîsê ye. Lê li gorî min, heke ew bixwazin, ew dikarin bi zimanê xwe jî binivîsînin. Tonguç Ok ê ku li jor di nav nivîskarên di zindanê de derbas dibe, bi nîjada xwe ne kurd e, berî têkeve girtîgehê bi kurdî nedizanî lê vê gavê ji spanyolî û ji îngilîzî berhemên klasîk ên wêje û bîrdoziyê werdigerîne kurmancî. Bawer dikim, tenê ev mînak têr dike ku her kesê ku dixwaze, dikare xwe ji nav pencên pişavtinê azad bike.
Bi hêviya ku nivîskarên me yên dîl berî ji zindanê azad bibin, xwe ji zindana dagirkerî û pişavtinê azad bikin. 

Hin Nivîsen Nivîskar

DI FSM’Ê DE HÊVIYÊN MIN MEZIN BÛN

  • 27 Rezber 2011

Şer û pevçûnên çavnebariyê, bexîltî û çavsoriya dagirkeriyê, berjewendiyên neteweyî; gelek caran dibine sedema bindestiya hinên din. Ku di...

APÊ KATO

  • 01 Sibat 2014

Koçberî, mişextî, penaberî; her sê jî li ser eniya mirovên bindest nivîsandî ne mîna nav û paşnavên wan. Dagirker, welat, axa bav û kalan dikin...

Notên li ser "Nara"yê

  • 31 Gulan 2010

Çîrok çi ye gelo? Ji nav bi mîlyaran mirov, aliyek ji jiyana mirovekî, ne bi seranser, wesleyeke piçûçankê, dîmenek kurt, rewşekî wê kêliyê,...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

EM Û EW Û REWŞ

ad

Li dinyayê 212 mîlyon betal hene

ad

Gelo di futbolê de edalet heye?

ad

Serê kirmanckî de 3 kitabê Roşan Lezgînî

ad

'Serê Şevê Çîrokek' bi çapeke nû hat

ad

Festîvala Stenbolê li benda fîlman e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname