Diyarname
Lîstikvanê efsanewî yê îtalyan Andrea Pirlo ku niha li MLS yê New York City dilîst xatir xwest.
Pirlo yê 38 salî ji ser hesabê xwe yê tora civakî peyam weşand û got: "Li MLS'ê ez derketim maça xwe ya dawî. Ez sipasiya her kesê li vî bajarê xweşik ku piştgiriya min kirine dikim. Sipas ji bo alîgirên mikemel, heyeta teknîkê, her kesê li pişt sehneyê û hevalên xwe yên nav tîmê dikim."
Pirlo got ku ne tenê xatir ji tîma New York City dixwaze, xatir ji hemû cîhana fûtbolê dixwaze û wisa nivîsî: "Ez sipasiya hemû malbata xwe, zarokên xwe û hemû alîgirên li her derê dinyayê ku piştgirî dane min. Hûn dê her di dilê min de bin."
Pirlo li Îtalyayê di tîmên Înter, Milan û Juventus de lîstibû. Li Mîlanê du car bû Şampiyonê Îtalyayê, Lîga Şampiyonan a UEFA'yê û Kûpaya Super a UEFA'yê. Ew di Juventusê de 4 caran bû Şampiyopê Îtalyayê. Pirlo ku 116 caran formaya tîma neteweyî ya Îtalyayê li xwe kir, di 2006'an de Kûpaya Dinyayê bi dest xist. Pirlo di sala 2015'an de ji bo New York City trans fer bû û maça xwe ya dawî jî ligel Columbus Crew lîst.