logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE

  • Dîrok: 01/11/2012

Ku mirov, li ber rûbarekî rûnê û biqîre, “Hawar e hawar, av diherike,” ku mirov li rojê binêre û bibêje, “Ev çi tiştekî sosret e, roj ronî dike, roj germ dike,”  eyn mîna van kirûyan sosret e ku mirov bibêje, “Ziman, zimanê dayikê, mafê zimên xwezayî ye, heq e...”
Mîna barîna berxikan, nola vizîna bayê, wekî şilkirina avê, şewitandina êgir, tîbûna zindiyan, birçîbûna zik sirûştî ye; axaftina bi zimanê dayikê. Û her wiha mafekî bingeh, ji rêzê, mirovan e, gerdûnî, rawa û her wiha hiqûqî ye, mafê zimanê dayik e û her wiha her tiştê bi vî zimanî...
Û ku aniha, em li ser hûr û kûr dibin ku peyvik û hevokên balkêş, tije watedar binivîsînin jî hewldaneke ji van ecêban e. Û ji ber vê yekê ye ku keçika kurd a delal û dilzîz gotiye; “Bila ev dewlet şerm bike ku em mecbûr mane, ji bo zimanê dayika xwe canê xwe feda dikin.”
Erê hemû raz, wate, rûmet û pêdiviya jiyanê û her wiha ya têkoşîneke berxwedanî ya pîroz, di vê hişmendî û çalakiya vê keçika mîna guleke biharê ya çardehê heyva nîsanê ku navê xwe jî ji berhema biharê wergirtiye de; (ne veşartî) mîna roja ronîdar, mîna heyva asîmanan, mîna stêrkên şevên tarî, XUYA ye:  Di hişmendî, di bawerî, di gotin û vîna GULAN! Û hemû gulên mîna GULAN de...
Gulana ji nav bihara dilan, dilên ku bûne dîlên bindestiya salan û ku îro ji her çar hêlan rabûne serhildanan. Tu dibêjî,
- Bila şerm bike ev dewlet,
- Em mecbûr man ku,
- Ji bo zimanê dayika xwe...
Erê, ji bo rûmeta mirovî, ji bo xîretê, bi sedan kulîlk; GULAN,  AZAD, WELAT, ŞÎLAN...di nav pêlên têkoşîna berxwedêr, di dîlana dilan de dikin tilîliyan.
Keça min, xweha min GULAN, Imbaza bi mîlyonan, tu zanibî ku ji mezinbûna xwe bêtir ditirsin ji te, ji gulên mîna te lê rûyê wan ê hov şûştî ye bi lehiya xwînê, dilê wan reş e mîna qîrê, hişk e mîna binya latê...
Loma, ditirsin, ji ber tirsa xwe dilerizin mîna pela çiloyê darên welatê te yên li ser çiyayên Andok, Bagok, Gabar, Cûdî, Herekol, Sîpan.....ku li ber bayê payizî têne dêran li vî alî û li wî aliyî, lê tu bawer bike keça min, peyda nabe li ser rûyê wan şerm tu car û tu wextan.
Lê tu rast dibêjî keçika biharan, bindesta dîrokan, heta şerm nekin ew, qet nabin wekî mirovan, heta mafê zimanê dayika te, di her warê jiyanê de nebe zimanê vê xakê, ev welat nabe KURDISTAN!

(*) Gulan Kiliçoglu: Xwendekara zanîngehê, çalakvana greva birçîbûnê ya di Girtîgeha Sêrtê de.

b.zelal@mynet.com

 


 

Hin Nivîsen Nivîskar

Girêka faşîzmê

  • 03 Adar 2016

Temenê Komara Tirkiyê ku ji komarê bêtir dirûvê desthilatdariyeke faşîst pê dikeve û her wiha seranserî dîroka wê bi qonaxên qiran û bi...

Bîra Pênûse

  • 25 Rêbendan 2016

Mirovê xwedî çav, der û dora xwe dibîne.  Wisa dibêjim lê gelek caran hebûna çav têra dîtinê nake. Gelek caran zanîn û wêrekî...

Nivîskarên Civaka Desthilatdar

  • 18 Rêbendan 2014

Di welatên xwedî kolonî de, ango di civakên mêtinger de, rewş û helwesta kesê rewşenbîr û nivîskaran her tim bûye, mijareke sereke ji mijarên siyaset...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cinet dikeve bin lingên wê jî

ad

Li Ewropayê 'Cold War' bi ser ket

ad

Ji aliyê wijdanî ve meseleya nivîskaran

ad

'Ronesanseke kurdan pêkan e?'

ad

EM HILBIJARTINÊ DINIRXÎNIN

ad

Bernameya Yenîsahneyê: 17 çalakî hene

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname