logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Dîrok: 07/05/2023
Kesên Şîzoîd xwe, qetiyabûyî, hategirtinbûyî, bêtêkilîbûyî, xwecihêbûyî an jî xwe biyanî hîskirin dibinîn, li cem wan her tişt şolî û îrrasyonel xuya dibin, xwe wiha hîs dikin. Xwe û însên yekbûyî û hevpar nabîne, li dijber heyatê sar û heyatê bêwateyîn dibînin. Dibêjin her tişt vala û bêwate ye.
Helbet Şîzoîd û Depresyon ne heman tiştin. Depresyon bêtir rewşeke li hember derveyîn ya rihî ye û li dijber rewşa derveyîn ne reflekseke tundî ye. Şîzoîd bêtir tevgerînên hundirîn e. Lê depresyon bêtir tevgerên derveyîn in. Kesên depresyonîst têkiliya wan bireserî re hene, lê kesên Şîzoîd bireseran red dikin. Libidoya kesên Şîzoîd li dijber derveyîn hatiye rakêşandin, hatiye kişandin wekî vala bûbin. Tevgerên wan yên azwerîn ên rihî di hundirê xwe de hatine rakirin, qutkirin. Mîna miriyan e. Bi saya xewn û fanteziyan di dinya xwe ya hundirîn de belkî em şopên livan di wan de bibînin. Bêtir di hestên nehîskirinê û ji dûr ve temaşekirin û raçavkirinê dijîn. Dema rewşa kesên Şîzoîd giran be, xwebûna hişmend, di navbera dinya derveyîn û a hundirîn de aliqî dimîne, û li hember her du dinyayan jî di têkiliyeke wekî ne ya rastîn de be. Lê carinan rewşên depresyonîst û ên şîzoîd tevlîhev dibin, carinan nîşanên depresîf û şîzoîd bi hev re çêdibin, lê belê rewşên rihî yên derbasdar in. Dema em li metna xwe dinêrin em têdigihêjin rewşa Şîzoîd û Depresîf naşibin hev, yek ji hêla hundirîn ve girêdayî ye, yên din jî têkiliya wan bi derveyîn ve girêdayî ye. Yanî her du rewş ne heman tişt in.
Îcar dema em berhemên kurdî di bêjinga psîkoanalîzmê diborîne û dixwînin em têdigihîjin ku divê em têgehan di cih de bikarbînin, mînak di berheman de karekterên Şîzoîd û Depresîf ne heman karakter in. Divê em di wêjeyê de li têgehan miqate bin, mînak karakterên Depresîf û yên Şîzoîd karakterên berhemên modern û postmodern in. Ne karakterên klasîk û folklorîk in. Bi awayekî civakî van karakteran karekterên têkçûyîn e. Karakterên Şîzoîd bêtir karakterên dînîtiyê ne, karakterên berhemên wêjeyî ên post-modern in. Loma divê em berheman, karekteran, tevnesazî û rêzebûyerên berheman di vê çarçoveyê de binirxînin. Her çiqas karakterên Depresîf û Şîzoîd neşibinin hev jî, hêla wan a melankolîk û hestwarî carinan nêzî hev dibin. Lê belê dîsa jî di berhem û rexneyan de divê em li têgehan miqate bin, ango çawalêhato û çeqoberî mêze nekin.
Mirov çiqasî xwe dûrî têkiliyên derveyîn bixin ewqasî jî lîbîdoya wan a dinya hundirîn li dijber bireseran dê ewqasî xwedî fantazî û psîkotîk bin û dê tenê di hundirê dinya xwe de bijîn. Jixwe bi rastî wendakirina hemû biresaran tê wateya mirina ruhî. Helbet rastiya armanca xweajoyên lîbîdonal  bireser e. Ne haz in, şexsa digerin, tehn(itki) ne hebûnên ruhî ne,  bertekên xwebûnê(Ez) yên ku refleksên li hember bireseran e. Wekî me go, kesên Şîzoîd li dijber heyatê lîbîdoya wan jî hêla hundirîn ve çalak e, yanê hemû tevger jiyînên xwe di xwe de dijîn, çimkî jiyana wan a derveyîn di hundir de ye. Karakterên berhemên post-modern wiha ne, karekterên ceribînên berhemên post-modern biyanî ne, sar in, dijber heyatê sar, vemirî û cemidî ne. Di hundirê xwe û mejiyê xwe de dijîn, derveyîn di hundirê odeya serê wan de dijî, ango derve û hundir giş di odeya serê wan de ne... Karakterên bênavend û perçebûyî ne, derkarakter û dijkarakter in, karakterên him Depresîf û him jî Şîzoîd in karakterên psîkoanalîst in. Lîbîdoya wan sar û cemidî ne li dijber heyat û mirovan...
Tiştin, li gor rêzêyîn di ruh de wekî hafiza û bireserên hundirîn tê binavkirin û tên hundirîkirin. Bireserên baş berê berê bi awayekî ruhî tên hundirîkirin û tenê wekî bîranînên hafizayan tên veşartin, di kêliya dijîn de zewqê dide wan, van serpêhatiyan têrkirinê dide û ti pirsgirêkan dernaxînin, heta dibe palpişta geşedana xwebûna(Ezitiyeke) baş û di pêş de dema li dû xwe binêre, dê bi hazekê bê bîranîn. Lê li gor Melanie Klein,” bireserên baş” berê berê ji bilî “bîranîn" bi ti awayî serpêhatiya hundirîn ne hewcedarîn e. Dema zarok ji pêsîrê tê veqetandin, an jî qutkirin an jî dema dê wekî cezayekê tevliviya, an jî dema dê nexweşkete, dê têkiliya zarok û pêsîrê jihev qut bike a wê çaxê zarok wekî hatibe astengkirin, hatibe terkkirin an jî wekî zilm û êrîş lê hatibe dijî. Loma dijber biresera pêsîrê neyîniyeke dê ava bibe, ango bireserên baş dê li ber çavên zarok veguherin bireserên nebaş, an jî wendakirina bireseran, Bion; Dibêje serpêhatiyên nebaş nayên daqurtandin û hundirîkirin ew ê wekî bireserên biyanî di ruh de bên veşartin û teyisandin. Bireserên ewil di serdemên jiyana me de pir bi bandor in. Li hember van bireseran hêla mirov a derhişîn dikeve dewrê û hemû tiştên li dijber biresêrên ewil wekî beşekê tên qeydkirin. Yanê giş li derhiş kom dibin. Dîsa em dibînin, wekî biresera ewil pêsîr bo zarokan di pêşerojê de ciyekî taybet digire, di avabûna kesayetan de pêsîr an jî biresara ewil bo avakakirina xwebûna zarokan taybetiyeke wê heye. Di pêşerojê de bo ku biresera ewil baş bêyî bîranîn divê têkiliya zarok û pêsîrê baş qediya be, an na dê di pêşerojê de ew pêsîr bibe sebebên gelek tiştan.. şîzoîdî û depresîfbûn jî bawerim jê yek sedem pêsîra dê ye...
“Psîkodînamîga hundirîn”
Li gor Freûd-Abrahan kesên wiha 5 xalên wan yên ewil girîng in. Di serdema oralê de Sîzofrenî, di serdema Devlêkirina-oralê de manîk-depresîf, di serdema zûtirîn a analê de paranoya, derengtirîn analê de bedgumanî(takinti,) fallîk an jî Genîtal  de hîsterî serdest in. Dema em li serdemên ferûdî jî dinêrin em têdigihêjin, di her serdemê de pirsgirêkên cihê hene, helbet van pirsgirêkan di pêşerojê de dê xem û kul be, bo xwebûna mirov astengek e be. Helbet dema ku zarok van heyamên Freûdî xweş û baş derbas bike, wekî bîranîn dê tim haz û zewqkeke baş bide û xwebûneke rûniştî jî dê derkeve holê, her çiqas xwebûn ne pêkan be jî çimkî civak bo xwebûnê astengek e, kirasekî li bejna meriv naedile li meriv difesilîne, ev kirasê dînîtiyê ye, sersebeba rakêşandina dînîtiyê ye, dînîtî jî rastî bi xwe ye, civak kirasê li ser xwebûnê ye, xwebûn tazîbûn e, tazîbûn rastiyê û eşkerebûnê nîşan dide, rastî û tazîbûn wêrekiyê dixwaze, wêrekî jî xwebûnê dixwaze, xwebûn jî dînîtiyê dixwaze, xwebûn teoriya dînîtiyê ye. Bingeha dînîtiyê û teoriya dînîtiyê li ser asasê zarokatiyê, entelektûeliyê û psîkoanalîzmê hatiye qorkirin...
Sûdwergirtin:
Şîzoîd Gorungu Nesne İlişkileri ve Kendilik, Harry Guntrip, Metis

Hin Nivîsen Nivîskar

Kirasê çanda me modernîze kirine

  • 26 Gulan 2020

Ji bo Apê Mûsa...“Divê hewceye em bizanibe binêrî, bibihîzî û bipelînî.(21)”, “Nazê Nêrgiza Hewşê, senfoniya estetîka guh e,...

Di helbestên ‘Danê Baranê’ de ‘Welat’

  • 15 Rezber 2019

Her helbestvan helbestên xwe bi şêwaz û teknîkeke dihûne, heman demê her helbestvan mijara xwe jî bi şêwaz û teknîkeke taybet dirêsîne. Ango di...

ROMANEKE ARKEOLOJÎK

  • 06 Adar 2020

Di romana Welat Dilken a ku bi navê “Stêrka Xûricî Ferêt” de Şêwazeke mîtolojîk û arkelogiyeke zanistî hatiye bikaranîn loma mijar jî...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Ji Villarrealê biryareke balkêş

ad

Fotoyê Angelina Jolie derdikeve mezatê

ad

Temaşevanan ji 'Xewna Seydayê Hêja' pez kir

ad

'Ji bo Kobanî bibin mertalên zindî'

ad

"Sînemaya kurdan an sînemaya ku kurd çêdikin?"

ad

Hikumetê dest danî ser ev 24 şaredariyên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname