logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

ROMANEKE ARKEOLOJÎK

  • Dîrok: 06/03/2020
Di romana Welat Dilken a ku bi navê “Stêrka Xûricî Ferêt” de Şêwazeke mîtolojîk û arkelogiyeke zanistî hatiye bikaranîn loma mijar jî şêwaze xwe teyisandiye. Di romanê de mijara mîtolojiya kurdan û têkiliyan wan ên bi desthilatdaran bûye qrîtîka romanê. 
Roman heyama Kommagene û Kesyserê Zana ê li ser textê keyseriyê berbiçav kiriye. Karekterên romanê, Samos, Stêra û hostayê Samos ango Zozîmos  û Dornerê Alman e. 
Roman di babeta xwe de li dû şopa mîtolojiya kurdan û dîroka wan ketiye. Romanivîskar mîtolojiya ku kurd jê xuliqî ye bi şêwazeke zanistî û vekolînî li ber çavên me rêz kiriye. Di romanê de yezdanê qenciyê Ahûra û yê xerabiyê jî Ehrîman e. Yezdanê ronahiyê Mîtras di romanê de temsîlên başiyê û nebaşiyê ne. 
Di romanê de Arkeologê Alman Dorner jî di nava romanê de ji xwe re ciyek veqetandiye. Dorner di vê ger û rêwîtiyê de lêkolîn û vekolînên xwe ên zanistî pêk tîne. Karekterên romanê ên sereke Samos û Stêra ye. Kayseriyê Zana, Stêra û Samos vexwendîne keyseriyê, ji ber ku Stêra şibandiye keybanûya Kommageneyê, Samos jî ji ber nîvîsa wî ya çak-xweşik û bedew vexwendaye komenayê. Di romanê de Zozîmos peykertraş û wênesaz e. Zozîmos bi nête ku li Stêra bedew  binêre û peykerê Keybanûya komenayê biafirîne. 
Em dibînin ku esasê mijara romanê avahiya xwe bi kevirên mîtolojiya kurdan, bi dîroka mîtolojiya miletekî dixemilîne. Di romanê de du serleheng hene, yek jê Samos e, a din jî Stêra ling kulek e. Samos ji ber xweşnivîsa xwe ango nivîsa wî xweşik e, loma ji terefê hoste Zozîmos tê hilbijartin, Stêra jî ji ber ku dişibe keybanûya komenayê û ji ber xweşikbûna-bedewbûna xwe tê hilbijartin. 
Samos û ên din mîna lêkolîngeran û arkeologan li kommagenayê û li dewerên wê ên din li dû pêga xwe û rastiya xwe ketine, belê Samos lehengekî mîtosîk e, feqet ji rastiya xwe dest pê dike û paşê berî bi rastiya xwe û heqîqeta xwe ya aniha vedike. Dipirse û divê ez kî me, ez ji ku hatime, ez ji kîjan qewmî me, kê desthilatdarî li min kiriye û kê desthilatdarî li me kiriye. Di vê gera xwenasînê de di hiş û aqlê Samos de gelek pirs diafire. Loma divê em ji ku hatine û divê em  aniha li ku ne, gerek em aniha di çi radeyê de bin. Hundirê mejiyê wî mîna kewara mozên mêşhunguvîn dixilxile ji pirsan, esil li dû şopa van pirsan ketiye, ji bo ku xwe û koka xwe binase. 
Xwedayê me kî ye? Kitêba me ya pîroz û a esîl kîjan e? Pêxemberê me yê esîl kî ye? Esl û feslê me ji ku tê? Li bersivên van pirsan û li gelek bersivan digere mîna arkeologan dikole û vedikolîne. Mînakek ji pirtûkê “Mala Ahûra Mazda ya esmanî û mezin li ku bû?” (52), “Carek din vegerim vir û bikevim pey şopa şaristaniyeke winda.”(55) Wekî em dibînin ku romana me mijara xwe li ser esasekî şaristaniyeke winda afirandiye û li dû şopa vê şaristaniyê ketiye bi awayekî çargavî. Belê mijar şaristaniyeke winda ye. Lê Şêwaza romanê şêwazeke zanistîk, mîtolojîk û arkeolîg e. Lê belê di romanê de hest kêm e, ji ber ku romanûs li pê zanistiyê û arekologoiya zanistiyê, arkeologiya mîtolojîk û hwd ketiye hest jibîr kiriye. Halbûkî di stûnên avahiya wêjeyê de xal û deqa herî girîng jê yek jî hest e. Dema ku di berhemekê de hest (rih, heyecan, tîn) kêm be ew berhem rijî dimîne. Roman bêtirîn li ser lêkolîn û vekolînên mîtolojîk û zanistî sekiniye, zêdeyî xwe li dû pêga arkeolojiya mîtos û dîrokê ketiye loma jî hest jibîrbûye û jibîrkiriye. Halbûkî divê hest jî di naveroka romanê de bê esirandin. Divê hest jî di nav arekeoligiya mîtosîk, arkelogiya zanistîk, arkelogiya dîrokîst de bihata hêrandin. Loma di şêwaz û mijara romanê û serlehengan de a herî kêm hest û heycan û herikbarbûna romanê bû. 
Welhasil Serlehêngê romanê  li gelek cihên dîrokî û kevnare rêwitiyekê li dar dixe. Di ve rêwitiyê û gerê de gelek deveran dibîne, me di nava mîtosê û dîrokê de digerîne. Lê dîsa jî roman ne herikbar e, mirov bi xwe ra nakêşîne, divê di romanekê de meraq  hebe, ev meraq ya karekter li dar dixe, ya mijar li dar dixe ya jî şêwaz li dar dixe welew her sê pev re li dar dixînin. 
Divê di romanekê de “hest, peroşî(heycan), meraq, derûnî, felsefe” hebe. Ên ku herî kêm di romanê de hest, peroşî, meraq û derûnî bûn.  Ne tam heman şêwaz be jî “Leqat”a Receb Dildar û “Spîtama”ya Rênas jiyan di warê mîtos û dîrokê de, hûnandin û herikbariya romanên wan de meraq, hest û heyecan hebûn. Helbet tevnesazî û şêwaza her sê romanûsan cuda ne lê belê di her sêyan de jî mîtos û dîrok serdest in (Pirtirîn jî di Welat Dilken û Rênas Jiyan de). Feqet di Rênas Jiyan de heyecan, hest û meraqdarî hebû, mirov meraq dikir ka encama romanê ew ê çawa biqede an jî dawiya romanê ew ê çi bibe gelo? Di Spîtamayê de ev heyecan, meraq û hest hebûn, di heman demê de di “Leqat”a Receb Dildar  jî hebû. Lê belê di “Stêrka Xuricî Ferêt” de em vê  heyecan, hest û meraqan pir nabînin welew kêm dibînin. Di romana Rênas Jiyan de jî mijar arkeolojiya dîroka mîtolojiya kurdan bû, û Welat dilken jî arkeolojiya dîroka mîtolojiya kurdan nivîsîbû. Feqet şêwaza wan cuda ne, şêwaza Rênas Jiyan a di romana Spîtamayê herikbar û epîk e, lê şêwaza Welat Dilken şêwazeke lêkolîn û vekolîneke zanistî a mîtolojîk e, a Receb Dildar jî pirtirîn şêwazeke dîrokî û herikbar e. Bi kurtasî a ku di Welat Dilken de kêm bû herikbarî û hest bû. Di her sê nivîskaran de mîtos heye, (Di Leqat’a Receb Dildar de bêtirîn arkelogiya dîrokê heye, mîtos ew qasî ne zêde ye) arkeolojiya zanistiyê heye, lêkolîn û vekolîn heye, serpêêşandin heye. A ku romana Rênas Jiyan û Receb Dildar ji a Welat Dilken vediqetîne “Hest, herikbarî, meraq û heycan e.” Mijara wan çiqas ji hev cuda bin jî di esasê xwe de dişibin hev, nêzî heman mijarê nivîsandine, şêwaz û hûnandin û tevnesaziya wan ji hev cuda ne, jixwe hemû mesele jî ji hevcihêbûn e. Romana Welat Dilken mirov dibêje qey me re li konferanseke zanistî a mîtolîk hem guhdar dike û hem temaşe dike. Mîna mirov gotareke dîrokî a mîtolojîk bixwîne hesteke wisa bi mirov re hîskirin dide. Welhasil hestiyê romanê ji dîrokê, mîtosê, zanistiyê, ji xwenasîn û lixwegerandinê welidiye…

- Stêrkek Xuricî Ferêt / Welat Dilken / Weşanên Peywend / Roman / 120 Rûpel / 2016 

Hin Nivîsen Nivîskar

Wêneyê Goristana Welatekî

  • 16 Kewçêr 2022

Hin nivîskar hene di helbestên xwe de piranî takesiyê dinivîsin, hin nivîskar hene tevnesaziya civaka xwe dihonin, hin nivîskar hene bi tevnesaziyeke cîhanî dinivîsin...

Gêreya Hestên Bindestiyê û Serdestiyê

  • 27 Sibat 2019

“Divê bixwe bihesin, dev ji kinc û cilên xelkê berdin, bi cil û kincên xwe bijîn da ku hûn bibin xwe, hêlên we’y kêm û vala...

HÎÇ, Matematîk û Helbest

  • 03 Tîrmeh 2022

Li gor pirtûka Robert Musil ya bi navê “Mirovê Bêqalîte” matematîk wiha ye: Rih ji terefê matematîkê ve hatiye rûxandin, matematîk mirov kiriye...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvala Fîlmên Karkeran li benda we ye

ad

22 hezar û 601 pirtûk hê qedexe ne!

ad

Çapa duyem a ''Masumiyet Muzesi'' jî tê

ad

Asghar Farhadî fikra fîlm diziye yan na? Dadgeh dê biryarê bide

ad

Daxwaza 'Bila kurdî li Bernê bibe zimanê fermî' hate kirin

ad

Li vî 'Dengê Bavê Min' temaşe bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname