Diyarname
Fotoyê Angelina Jolie ku di 25 saliya wê de hatibû kiÅŸandin li Londonê bi 96 hezar TL'yî derdikeve mezatê.
Di sala 2001'ê de ji aliyê Davit LaChapelle ve fotoya lîstikvana navdar Angelina Jolie ji bo kovara Rolling Stone hatibû kiÅŸandin. Ev foto ji bo kovarê hatibû kiÅŸandin lê nehatibû weÅŸandin. Dema ev foto hatibû kiÅŸandin Jolie 25 salî bû û digel heps dîmen pêÅŸkêÅŸ kiribû. Li ser milê Jolie jî nivîsa "Billy Bob" ku ji bo mêrê xwe yê wê demê Billy Bob Thornton nivîsî bû hebû.
Niha ev foto li Londonê dikeve mezatê. Li gor nûçeya Daily Mail dê mezat 25'ê gulana îsal de li dar bikeve û fotoyê dê bi 35 hezar pound (Li dor 96 hezar TL) derxin mezatê.
Fotoyeke Angelina Jolie ku mêrê wê Brad Pitt û zarokên wan jî têde ye jî di mezatê de wê bi 8 hezar poundî bê firotin.
Di mezata ji fotoyên gelek fotokêÅŸên hunera hemdem ku navê "The Wild Side of Photography" lê kirine de fotoyên fotokêÅŸên wekî Helmut Newton, Henri Cartier-Bresson û Horst P. Horst jî hene. Digel her du fotoyên Angelina Jolie fotoyên din jî dê derkevin mezatê.