Diyarname
Hikumeta Tirkiyeyê bi biryarek nû dest danî ser 24 şaredariyên kurdên ên di destê DBP'ê ne. Di nav van de şaredariyan bajaran wekî Batman û Culemêrg jî hene.
Dewletê bi navê "kayyûm"ê dest danî ser 24 şaredariyan. Ji dêvla şaredaran walî û qeymeqam hatin peywirdarkirin. Li aliyê din, hikumetê dest danî ser 4 şaredariyên din jî ku 3 jixwe ji AKP'ê bûn û yek jî ji MHP'ê bû. Ew di çarçoveya "FETO" (Rêxistina Terorê ya Fettullah) de hatin desteserkirin. Lê ferq ev e ku şaredariyên kurdan hemû walî û qeymeqam hatin peywirdarkirin, şaredariyên din ji nav endamên meclisê kes hatin peywirdarkirin.
Vane ew 24 şaredarî û walî û qeymeqamên lê hatine peywirdarkirin:
1- Şaredariya DBP'ê ya Batmanê, Cîgirê Walî Ertuğrul Şeref Aksoy
2- Şaredariya DBP'ê ya Culemêrgê, Cîgirê Walî Cuneyt Epçîm
3- Şaredariya Xinisa Erzeromê ya DBP'ê, Qeymeqam Bulent Ay
4- Şaredariya Giyadîn a Agiriyê ya DBP'ê, Qeymeqem Mekan Çeviren
5- Şaredariya Bişêrî ya Batmanê ya DBP'ê, Qeymeqam Mustafa Maslak tayîn kirin.
6- Şaredariya Kerçewsê ya Batmanê ya DBP'ê, Qeymeqam Unal Koç
7- Şaredariya Farqînê ya Amedê ya DBP'ê, Qeymeqam Murat Kutuk
8- Şaredariya Sûra Amedê ya DBP'î Cîgirê Walî Bilal Ozkan tayîn kirin.
9- Şaredariya Tuzluca ya Îdirê ya DBP'ê, Qeymeqam Îbrahîm Cîvalek
10- Şaredariya Kerboranê ya DBP'ê, Qeymeqam Mehmet Yaşar Yeşiltaş
11- Şaredariya Dêrikê ya Mêrdînê ya DBP'ê, Qeymeqam Muhammed Fatih Safiturk
12- Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê ya DBP'ê, Qeymeqam Halît Benek
13- Şaredariya Nisêbînê ya DBP'ê, Qeymeqam Ergun Baysal,
14- Şaredariya Kopê ya Mûşê, Qeymeqa Omer Şahîn
15 Şaredariya Dihê ya Sêrtê, Qeymeqam Murtaza Dayanç,
16- Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê ya DBP'ê, Cîgirê Walî Tarik Açikgoz 17- Şaredariya Cizîrê ya DBP'ê, Qeymeqam Ahmet Adanur
18- Şaredariya Sîlopî ya Şirnexê ya DBP'ê, Qeymeqam Savaş Konak
19- Şaredariya Artemêtê ya Wanê ya DBP'ê, Cîgirê Walî Îbrahim Ozkan 20- Şaredariya Erdîşa Wanê ya DBP'ê, Qeymeqam Mehmet Şirin Yaşar
21- Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ya DBP'ê, Cîgirê Walî Onder Can 22- Şaredariya Qelqeliyê ya Wanê ya DBP'ê, Qeymeqam Serdar Karal
23- Şaredariya Îkîkopru ya Bişêriyê ya DBP'ê, Qeymeqam Mustafa Maslak
24- Şaredariya Xoşxeber a Îdirê ya DBP'ê, Cîgirê Walî Bilgehan Karanfîl
Ji bilê Şaredariyên BDP'ê çend şaredariyên din jî bi kayyumê hatine desteserkirin. Ew jî ev in:
1- Şaredariya Ilgın (Konya, dri destê AKP'ê de bû)
2- Şaredariya Çamoluk (Giresun, di destê AKP'ê de bû. Endamê meclisê Musa Varici hat dayînkirin)
3- Şaredariya Aşkale (Erziromê, di destê AKP'ê de bû, ji AKP'ê Şenol Polat hat tayînkirin)
4- Şaredariya Pozanti (Edene, didestê MHP'ê de bû, Mahmut Sami Baysal tayin kirin
Înternet qut kirin
Di vê navberê de li bajarên kurdan ji serê sibê de înternet hatiye qutkirin, 3G jî naxebite.
DBP: Em vê nas nakin
Berî ku biryara kayyûmê bê girtin nûnerên DBP û HDP'ê ragihandibûn ku dê kayyûmê nas nekin. Di vê navberê de hat ragihandin ku Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredarên DBP'ê li ser kayyumê îro li Amedê dê daxuyaniyê bidin.