logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Di helbestên ‘Danê Baranê’ de ‘Welat’

  • Dîrok: 15/09/2019
Her helbestvan helbestên xwe bi şêwaz û teknîkeke dihûne, heman demê her helbestvan mijara xwe jî bi şêwaz û teknîkeke taybet dirêsîne. Ango di tûrikê her helbestvanî/ê de bêje, gotin, hevok, zanistî û zanyariya wan xweser e, feqet her hinek bi awayekî gotinên xwe yên ku di tûrikê xwe de komkiriye dihûnin. 
Qabîliyet û cewherê her helbestvanî/ê jî helbet ji hev cuda ne. Hinek şair şêwaza wan pexşanî ne, yanê rasterast dinivîsîne, zêde retorîkan, metaforan û xweşbêjiyan nakin. Yanê vebêjeriyeke pexşanî dirêsînin. 
Hin kes tevlîhev, hin kes bi gotinên hêsan lê bi bandor, hin kes jî bi zanistiya xwe û hestên xwe di nav hev de dikemilîne. Hinek jî di hin hevokan de "derbdayîna" bikartînin. 
Fatma Savci jî derbdayîn bikaraniye, helbet ne tenê derbdayîn e. Hest û zanistiya xwe jî bikaraniye. Lê ya herî girîng di helbestên Fatma Savci de derbdayîn gotina “welat” e. 
Îcar welat çi ye gelo? Welat erdnîgar e, reng e, mirov e, ax e, çi ye? Ger însan tune be wateya erdnîgaran heye an na? Welat di hundirê hiş de ye an jî tenê erdnîgareke dirûvî ye? Bo malbateke erdnîgar çi ye, malbata wî ye an jî xaniyê ku têde dijî ye? Welew kesên ku di hundir malê de dijîne, çi ye ev welat? 
Welat, ziman e, cil û berg e, xwarin û vexwarin e, orf û adet in, çi ye? Welat çand e, ramyarî ye, nasname ye, antropolojî û ontolojiye çi ye? Gelo Ji bo her kesî têguherandin ev welat? 
Bi ya min welat zarokatî û ziman e, welat azadiya hiş e. Heke hiş û aqil ne azad bin, welat hebe ew ê bi kêrî çi bê, zimanê mirov ne azad be, welat ew ê bi kêrî çi bê gelo? Ma ziman ne nasnameya mirov bi xwe ye, ziman ne hebûn û tunebûn e. Yanê welat ji axê wêdetirîn e.
Mirov nikare welat tenê ji axekê, ji alekê, ji erdnîgarekê bibêje aha ev welat e û welatê min e. Gelek welat hene ku axa wan, ala wan û erdnîgara wan heye, lê ne hişê wan û ne jî fikrên wan azad in. Piştî ku em li welatê xwe bû hêsîr şûnde em ê çi ji wî welatî hêvî bikin. Esil stûnên lingên welatan berfireh e, mirov nikare bi çend tiştan pênase bike. 
Emma Goldman di pirtûka xwe ya bi navê “Heke ez ê nereqisim ev şoreş ne ya min e” de wiha dipirse di der heqê welatparêziyê: “Welatparêzî çi ye? Hezkirina însanekî ku li ser axa xwe welidî ye, an jî cihê hezkirina bîranînên zarokatiyê ye, hêvî, xeyal û bêrîkirinên komkirî ne? An jî guhdarkirina çîrokên çîrokbêjiya serkeftin û efsaneyên mezin ên li ser çongên dêya xwe yê ku em ji hişê xweçûyî ne? Bi kurtasî xweşikbûna her santîmetreqareya ku zarokatiya me tê de boriya ye, kefxweşiyên me ên bêhempa û nimandina eşqa cihê ku tijî zewq û lîstikên zarokatiya me têde bihuriye gelo? 
Feqet Emma Goldman neyînî li çîroka welatparêziyê dinêre, ji ber ku mirin û kuştinê napejirîne. Dijberî mirin û şeran e. Bêtirîn li ser têgeha azadiyê radiweste. 
Li gor Dr. Johnson jî welatparêzî, sitargeha dawiyê a rezîl û nemerdane, Tolstoy jî welatparêziyê, wekî pênaseya tatmînkirineke helwesta perwerdeya hemû qesasan dibîne, Gustave Hervè welatparêziyê ji saziya olê bêtirîn xwîntehl û wehşî dibîne û dijmirovî pênase dike" (*). 
Helbet van nivîskaran wisa gotiye, ev nayê vê wateyê ku gotinên wan sedî sed rast in, ji bo çi min behsa welat û welatparêziyê kir, ji ber ku di helbestên Fatma Savci de "welat" û “welatparêzî" mijareke bingeh e. 
Di vî warî de Cigerxwîn jî di helbestên xwe de pir li ser gotinên " ax, welat û welatparêziyê" rawestiyaye. Bi kurtasî li gor serdem û şerd û mercên xwe, û li gor kesan welat û welatparêzî helbet tê guhertin. Hinek neyînî li welatparêziyê dinêre û hinek jî erênî, talî welatparêzî ji welatê xwe hezkirine, Fatma Savci jî di helbestê xwe de hezkirina welatê xwe destnîşanî me kiriye. Taliya talî di pirtûka helbestê ya "Danê Baranê" de welat eşq e, eşq jî welat e. Fatma Savci di helbestên xwe de doza welatekî bi serxwe û azad dike. Bêrîkirina welat di Fatma Savci de bûye birîneke kûr û dûr, li dû şopa welatê xwe ketiye, welatê xwe û hebûna xwe bi têgehên ku wekî "çiya", eşq, dil û hwd rave kiriye. Derbdayîna binhişiya xwe bi awayekî pexşanî herikandiye.
Di helbestên Fatma Savci de a herî balkêş derbdayîna eşqa welat e, feqet tenê mijar ne eşqa welat e. Têgihên wekî "xwîn, çiya, dil, mirin, mar û hwd di helbestan de pir hatine şixulandine. Derbdayîna eşqa welat di heman demê de hestên hundirînî ên nivîskara me ye. Mar jî metaforeke neyînî ye di helbestê de, mirov dikare mar neyar bihesibîne, ango dibe ku mar di dewsa dijmin de hatibe şixulandin? Ji ber ku mar heywanekî xetere ye. Em hin mînakên ku di helbestan de hatine şixulan bidin: 
“Di ber guhê çiyakê min de bêjin", “stêrka ji xwînê ye welat"(9), "ku derziyeke hûr bî, her berbang welatekî Herîrî kêl bi kêl ji min re ava dikî"(10), "Wê çi, û kî li vî welatê xerîb min bi hewisîne"(16), "Dibêjimê:"Hû Da! Ka welatekî nû ji min re ji şîfonê şîn bifisilîne."(20), "Û welatê di strana min de vemirandî, bajar bajar pêdixîne..."(21) " L i bin dara Sêvê siya xwedê ji bîr dikim, Û kirasê marekê de her birîn, Li welatê berfê şiyar dibim."(25), "Her şev welat di himêza min de bi tayê dikeve."(26)," keskayiyê vedaye li welatê tenetiyê"(31), " lê pê dizanim ev taya min ji welatê çiyê tê"(32), "welatên ji çaxên dûr li qesîdeyên xwe dicivîne."(33), "Diyar e wext e ku careke din makewelat bi şûran kedî bibin û rastî li ser perkên dîroka derewîn jikêr herin"(42) û hwd di gelek cihên din de jî derbdayîna gotina "Welat" hatiye bikaranîn, min tenê hinek destnîşankirin. 
Di Fatma Savci de welat eşq e, eşq jî welat e. welat çiya ye, çiya eşq e, xwîn jî welat e, ji bo eşqa welat xwîn tê rijandin, mirin di rêya welat e fedabûneke, dil welat e, welat jî dil e. Di hemêza welatê Fatma Savci de xemgînî, hêvî û bêhêvîbûn şerekî dijwar li dar dikeve. Ji ber ku welat ne azad e, loma nediyarî, xumamîbûn, têkçûn, xwînrijandin, têkoşîn, devjêberdan, hêvî û hebûn û tunebûn di axekê de digevizin. Geh em di helbestan de hesreta azadiya welat dibînin, geh em xewnên azadiya welat dibînin, geh em xeyalên welatekî serbixwe xeyal dikin, belê di helbestên Fatma Savci de xeyal û xeyalpersetiya welat di lûtkeyê de ye. Movika helbestên me kana xwe ji doza welat werdigire. 
Di helbestên Fatma Savci de serdestî û bindestî bingeha welat ava dike. Ji ber ku welat ne serbixwe ye loma serdestî û bindestî mijara welat afirandiye. 
Şêwaza helbestan hinekî pexşanî disekîne, mijar jî mêtingerî ye. Taliya talî di helbestên me de hemû têgehên me bingeha wan eşqa welat e. Welat bûye eşq, dil, xwîn, mirin û çiya. Îcar bi rastî jî welat ev tişt in. Divê welat çi be gelo? Helbet li gor her kesî tê guherandin. Gelek welat hene, lê belê azadî lê tune ne. Cihê ku zagon lê hebe gelo azadî ew ê çiqas hebe? Dibe ku mirov di makewelatê xwe de ne azad be, wê çaxê ji bo wî kesî/ê dîsa welat ew ê heman tişt be? Yanê welat azadî ye, lê azadiyeke ku bingeha xwe ji kûrahiya hiş, hişmendiyê û zanyariyê bizeyîne. Welhasil di Fatma Savci de Welat rolek girîng wergirtiye. Çawa ku di helbestên Berken Bereh de têgehên wekî "Bav û Robar " cihekî girîng werdigirtibe û çawa ku di helbestên Meral Warişli de kulîlk cihekî giring werdigirtibe di helbestên Fatma Savci de jî têgeha "Welat" ciheki girîng wergirtiye. Her helbestvanî/ê de kîlîdek heye, em xwendevan jî li vê kilîdê digerin ji bo ku em deriyê helbestê vekin û têkevin kûrahiya hundirê helbestan…. 
(*) Heke ez ê nereqisim ev şoreş ne ya min e, Emma Goldman, Weşan Agora

Hin Nivîsen Nivîskar

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • 25 Gulan 2026

Berî çend rojan min filmê “Dangal” temaşe kir. Bi kurtasî film behsa serîrakirina li hember civakê û zayendiyê dike. Di film me de hemû qebûl û zagonên civakê û nêrîna li hember zayendiyê têk diçe. Helbet...

BERÊVARÊN ROMANTÎK

  • 03 Rezber 2020

Berî hertiştî helbestên Jana Seyda stranên hundirîn e. Dengê stranên “Ez ê” ye, dengê stranên “Ez û Tu” yê ne.Helbestên Jana...

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • 14 Tîrmeh 2023

Jean Baudrillard dibêje: “Dema dewlet êrîşê hev nekin an jî bi hev du re şer nekin, wexta hevdu tune nekin, bi awayekî dest bi şerekî navxweyî, li hember miletê xwe...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Weqfa Koçê li benda pirtûkan e

ad

Weqfa Beşîkçî: Îdîayên têne kirin bi weqfa me re ne eleqedar in

ad

Serîlêdanên ji bo Pêşbaziya Arjen Arî dest pê kir

ad

Deqe bi deqe bernameya Festîvala Wanê

ad

Îmamoglu diçe cem serokên partiyan

ad

Muammer Aydin bû serokê Baroya Stenbolê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname