Jêbira ku di destê mindalekî xwendekar ê dibistanê de dibe navgîna jêbirina xeletiyên nivîsê, ji tevahî pêvajoya wî xwendekarî de êdî di destê wî de ew amûr dibe alaveke hînkirinê-jêbirina xeletiyên nivîsê yên li ser erdê kaxiza bi xêz, a spîçîk.
Xwendekarê ku pirseke şaş bersivandî, destnivîsek xweş lênekirî, peyv û hevokek di cî de nenivîsandî piştî serwextbûnê-jê haybûna çewtiyan jêbira ku erka ji holê rakirina şaşitiyên nivîsên li ser şûva kaxizê ji xwe re kiriye kar digihîje hawara yê di nivîsê de şaş, û kêmaniyên wî/wê topan dike û bi hinekî ji gewdeyê xwe dayînê şopa xeletiyan ji holê radike.
Di hînkirin û perwerdehiyê de ku navgîna ji holê rakirina xeletiyên nivîsê, azmûn, pirs û bersivan jêbir be, ji holê rakirina deqên li ser hest, raman û giyanê civakê yên ne nivîskî de, gelo navgîn çi ye?
Ku di nivîsê de jêbir be amûra ji holê rakirina çewtiyên nivîsê yên beloq, di yên civakî de ‘jêbir’ ma qey ne bîrkirin be!?
Tu civak nikarin bi birînê re bijîn, tu civak nikarin bi trajediya xwe re bijîn; bi şermê re, bi kulê re, bi têkçûyên û bi binketina xwe re… tu civak nikarin bi bîrnekirina birînên xwe re bi serbilindî bijîn.
Divê çi bikin? Divê bi ‘jêbir’a bîrê jê bibin, ango ji bîr bikin!
Hin dixwazin bîr bikin, hin dixwazin bidin bîrkirin! Ji lew, hatiye bîr kirin-jêbir-in!
Bîr kir-in an jê-bir-in!
Her kesê ku ewil ê ne ji bîr û baweriya xwe, yê ne ji bîrdoza xwe, yê ne ji doz, hizb û hizra xwe jêbir û bîr kir, dîyaletîk e, dor hat wî/ê yê ji xwe jî, belkî ‘xwe’ jî jêbir-bîr kir.
Ji bo ku ew, ên ne ji xwe bi hêsanî jê bibin û bîr bikin wan ferhenga zimanê xwe bi peyvên ‘tomatê’ û bi ‘yên din’ tije kirin; Ku ne ji me be, ku ne ji netew, partî, mezheb, îdolojiya me be jê-bir-in, bîr-kir-in hêsa dibe-hêsa bûye. Bêguman, ku ew tercîheke, lê ne tercîheke ehlaqî ye.
‘Jêbirin û bîrkirina tragediyê yan xweşkirin wê’?
Erê rast e, hêza mirov û girseyên mirovan tune ku bi trajediya xwe re bijîn. Ne hêza wan a giyanî dikare bi wê êşa giran re debarê bike û ne jî dem û dîroka mirovahiyê ya naye sekinadin mirov li heman cihî dide rawestandin û ne jî berjewendiyên wan dihêlin ku ew pê re, bi êş û trajediya xwe re bijîn. Ji bo wê divê çi bikin? Divê jê bibin, ango bîr bikin.
Ên ku hînî jêbirinê û bîrkirinê bûn, ewil di ferhenga xwe de peyv, gotin û pênaseyên maqûl bi cî kirin û bi wan pênaseyan ji jêbirin û bîrkirinên xwe re tevna hincet û fesadiyan honandin.
Jêbira mirov bîrkirin e!
Û wan bîr-kir-in û jê-bir-in?
Kê çi jêbir û çi bîr kir?
Kê kî jêbir û kî bîr kir?
Ku dem hat, ku zor hat, ku giran hat, ku bi êş hat, ku bi şerm bû, ku rû reş kir, wekî ku kompîturekî format bikî, mirov bîra xwe format dikin, jê dibin, bîr dikin; dost jî tê bîr kirin, heval jî, hez û evîndar jî, ku mir in dê û bav jî û trajediyek Şingalî jî, 33 guleyî jî, Helebjeyî jî, Roboskiyî jî, û şervanekî/ê/ li şer venegeriyayî jî, û hwd… û hêngê, guh nedin wan gotin, peyv û dirûşmeyên tirtire yên ku li ser bênderê; wek pûş sivik, bêqîmet û bêwate dimînin.
Civaka mirovahiyê, nemaze jî yên rohilat (kurd jî di nav de ) ku di dada wîjdanî û di pejirandina rastiyê de xwedî qerekterekî bi pirsgirêk in; ava kirine, bê hay û bê şerm ji bo jêbirinê û bîrkirinê, penaseyên tirtire û peyvên berevajîkirinê ji ferhengên xwe re peyda kirine û mirov, ‘bi birîneke hê kûrtir û girantir, bi êşeke hê mezintir, bi dostaniyeke xapînektir, bi hezeke derewîntir, bi trajediyeke dîtir’ a ‘berê’ birîna berê bi ya nû re bîr dike!
Nexwe, di navbera 9 saniyên bîra masî û çend salên (belkî hê hindiktir) bîrkirina mirovan de çiqas ferq û cudahî heye?
Ku tu mervantiya masî û mirovan tune be jî, lê di hêla bîrkirinê de ew her du afirde, we dî çiqas dişibin hev, ma ne!
Kî dibêje û dixwaze, ku ez û tu, ew û em, ango girse bîr bikin? Tûrikê derewan bi piyê siyasetmedar û çîna rêveber a civakê-civakan ve ye! Desthilatdar e yê ku dixwaze, dixwaze em derewa wan, xapîneriya wan, durûtiya wan, ew serserîtiya wan a siyasî ku tofanan bi serê civakan de tîne-anîne bîr bikin û her ji wan re bidin lîlandin û jê re çepikan lêbidin!
Derew, xapandin û durûtî ma mezintirîn tevkujî ne kuştina ehlaqê civakekê ye!?
Erê, bi êşê re, bi kulê re, bi trajediyê re nayê jiyîn. Ji lew, ji bo sivikirina wijdan û giyanê belkî li şûna jêbirin û bîrkirinê tiştekî din divê… belkî jidilbûn hê rastir û dirustir be!?
Lê belê, hemû desthilatdar, hemû serdest xwedan vê şiyanê ne ku, dikarin-kirine-dikin mêjûyê civaka xwe yan a girseya xwe format bikin, jê bidin bîr kirin… û piştre jî, hino hino wekî kes tu yê jî hîn bibî, durû bî, nankor bî, dest pê bikî; dostekî/ê, hezekê, evînekê, jidilbûnekê, kedekê, qenciyekê, mirovekî/ê, trajediyeka xwe bîr bikî, jê bibî û bibî hosteyê/a jêbirinê û bîrkirinê û bibî kujerê bîr’a xwe!!!


