Celil Demiralp
Ji aliyê Komîteya Mexdûrên Helebçeyê (CHAK) a Komiteya Norvecê ve Leyla Zana wekî berendama Xelata Nobelê ya Aştiyê hate nîşandayîn.
Leyla Zana wekî yekem jina kurd e ku ji bo mebûsiyê li meclisa TirkiyeYê hate hilbijartin. Komîteya Norvecê ya CHAK'ê Zana wekî berendama Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2009'an nîşan da.
Berdevkê Navenda Giştî (ku navend li Hollandayê ye) ya CHAK'ê Elî Mehmûd û Berpirsê Komîteya Norwecê ya CHAK'ê Refîq Xefûr ji bo ANF'ê diyar kir ku wan cara duyem Zana wekî berendama Xelata Nobelê ya Aştiyê nîşan daye. CHAK'ê di sala 2004'an de jî Zana wekî berendam nîşan dabû. Refîq Xefûr da zanîn ku wan bi zimanên norwecî, fransizî û îngilîzî serî li Komîteya Xelata Nobelê ya AŞtiyê ya li Osloyê daye.
Zana di sala 1995'an de Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov girtibû, lê ji ber ku di girtîgehê de bû encax di sala 2004'an de gihîşt xelata xwe. Her wiha Zana bala 1995'an de xelata Aachener Friedenspreis Bruno-Kreisky-Preis û Xelata Rafto jî girtibû.
Leyla Zana heta niha li Parîsa Fransayê û li Cenevreya Swîsreyê wekî Hemwelatiya Rûmetê hate qebûlkirin. Herî dawî jî di 10'ê rêbendana 2009'an de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Xelata Mafên Mirovan da Zana.
Ji ANF'ê hatiye girtin