(destpêk)
Aramî, li nava xwe vegerîn û bihîstina dengê xwezayê-nava xwe; sê salan em du kes bo xebatekê di cihekî wekî xewletgeh de, di cihekî wekî çil’e-xaneyekê de ji teqûreq û xirecira li derve dûr-îzolekirî, ku bi aktîveyên wekî xwendin, temaşekirina fîlm û belegefîlman, bi sohbet û nîqaşan ku em herdu jî pê gihîştibûn asta bihîstina dengê nava xwe, ango li xwezayê, li xwezaya xwe vegeriyabûn û bi vê yekê, ez ya xwe bêjim, tiştên beriya wê ku min xwendibûn, temaşekiribûn û heta hin hizrên min bi xwe, bi rêya wan sohbet, nîqaş, temaşekirinan; xwederkirina hest û hizran min êdî bi famkirineke din bûn, nêrîn û hişê min bi awayekî ciyawez têdigihîşt û bi vê yekê min xwe wekî gihîştime ‘wê lûtkeyê’ hest dikir…
Lê werqilîna hin dafikan; berê jî zarên kurdan bo pîşe û nanê xwe bi dest bixin çavên xwe berdidan xwendina li dibistanên tirkan. Jixwe rêyeke din lê pêşiyê yên dixwestin bixwînin û bibin xwedî kar û nan jî tune bû. Heta vir tê famkirin. Balam xwe ji xwendinên wekî beşên sosyolojî, derûnî û felsefeyê û hwd. re rakişandin, ji carekê re heta bi hên tewşîqên siyaseta kurd piştî salên du hezarî destpêkir.
Bo çi? Bo dihat hizirîn ku bi xwendina van beşan û bi pirbûna sosyolog, derûnînas û felsefevanan kurd dê hem pirsgirekên navxweyî yên civakî, derûniyî, zayendî çareser bikin hem jî wê qonaxeke veguherînê; ‘modernbûn û pêşketinê’ xwe bi xwe pêk bînin!
Pişt re bi ser re sal bihorîn Bakur bû sergoyê dîplome û sertîfîkayên bi kêrî tiştekî nayên. Ji ber ku dewletê di wan bêşan de kar nedida kesan û yên ew beş xwendî jî bêderfet bûn, derfetên civakê jî hîç tunebûn ku bikaribe ew enerjiya bi teşwîq çem bi çem diçe bo xwe veguherîne tiştekî jê siûd weregirtinê.
Ji ber ku desthilatdarên dagirker bo kesên jê re bibin û bo zarokên xwe beşên wekî ekonomî, têkîliyên navneteweyî, teknolojî, endezyariya kompîtîrî, beşên tibê û ya hin zanistên din teşwîk û pêşniyaz dikirin, lê deriyên hin beşên ku ne pêwîstiya desthilatdaran pê hebû, ne jî ya civakê ‘qe nebe vê serdemê’ û bi teşwîqa siyasiya kurd ve wekî mode gelek kesan berê xwe da wan beşan, ku piranî jî jê zarên neçar û xizanan bûn; îro kefa destê xwe dialêsin, paşiya stûyê xwe dixurînin; yên karekî xwe yî din heyî belkî bê nan neman, lê yên bi angaşta dê bibin Arîsto û Plato xwe dan wê xapandinê, pardon xwendinê; Nizanibûn ên wekî Arîsto û Plato birek xulamên wan hebûn, çend jinên wan hebûn, arîstokat bûn, azad û bêxem bûn û helbet lawikên xwe yê işqê jî…; dema li kuçeyên Atînayê meriv ji nexweşiyan, ji birçînan dimiriyan wan feylesofên tirtire lawikên xwe yên işqê jî didan kêleka xwe li qesrên xwe şahiyên bi goşt û şerabê li dar dixistin, bi hevrikên xwe re diketin nîqaşa heft û heştê; ji loma bi vî rengî di beden û rihê wan de pirsnîşan-tengijîn nedima bi ser bersivên pirsên xwe ve dibûn; û feylesofên wan deman her yek aqildar û şêwirmendê keyser û serdarekî fetihkar û talankar bû, ji wan keyser û serdaran bexşîşên xwe yên xenîmetê, talanê werdigirtin.
Lê ya we! Ya we? Tevî zikê birçî û metirsiya siberojê bi qasî hestî û kirtikên di bedena we de pirsnîşan û tengijîn di rih û bedena we de hene. Loma hûn nikarin tehmûl bikin ku xwişk, dê, bûk û birayê we jî tiştên hûn bi dizî dihizirin-dixwazin bikin, ew jî bihizirin û bikin… û encam; ew civaknas û feylesofên me niha ne ji xwe re dibin ne ji dê û bavê xwe re…; li cem me ji kesên wisa re dibêjin ‘curm, di rûyê me de mayî’ bi tirkî dibêjin ‘işe yaramaz, baş belasi’; heyfa wî mesrefî, wê enerjiyê…
Çi ku kurdan dixwest ji xwe re avahiyekê lê bikin, bo wê yekê jî jê re belkî mîmarek, belkî endezyarek, yek-du hosteyên baş ên dîwaran, sîwaxçî û karkerên berdest lazim bûn; heke tu hem alî rêveberiyê ve hem alî aboriyê ve nehatibî wê astê te çi divê feylesof...!
Qasî dizanim feylesofên vî zemanî li dijî avakirina avahiyekê ne jî; jixwe wisa jî bû, ew ên em jê bi hêvî bûn, da yek nehêle mêrek jinekê bikuje, yek axa gundê xwe tehlîl bike û bêje gor vê axê ev çandînî, yek tabelaya xwe li taxeke ew ên li kêleka bajaran daliqîne û hem heqê dîplomaya xwe bide hem jî bistîne… lê berevajî bû, yek bi yek li hemberî temelê diviya lê avahiyek-netewek were avakirin rûniştin, qultek li çayê, kufek li cixarê xistin û birek gotinî kesî jê fêm nedikir, kirin û…!!!
Heyfa wê enerjiyê; niha kes wan nake ber golikan jî…
Me navê vê danûbî; (Dafik)
Perwerdeya înkarê; ewropiyan ji Îskenderê Mezin bigire heta Romayiyan û Xaçperestan li Rojhilata Navîn ya nêz heta cihê lingê wan gihîştî ji alî hizirî, zanistî û hunerê ve her çi bi dest xistin birin tevî yên xwe yî heyî kirin û pê ronesansa xwe pêk anîn û di warê hizir, zanist û hunerê de hegomaniya xwe li ser rojhilatê ferz kirin.
Tirkan piştî avakirina komara xwe bi navê guherîn û modernbûnê dev ji rabirduya xwe berdan (jixwe rabirduyeke wan a zanistî û hunerî tunebû)
Di zanko û zanîngehên xwe de ew mufredata hegomanîk a ewropayiyan esas girtin û tevilî koroya înkarê ya ku rojavayî hizir, zanist û hunera rojhilatê înkar dikir bû. Lê ya wan du caran înkar bû, yek înkara rojhilatê, ji rojhilatê qest rêgeh û xeta ariyan e, ya din jî înkara kurdan bû.
Erdnîgariya înkarê; tirkan bi hişê hegomanîk ê ewropiyan û bi ewropiyan ve hem rojhilat înkar dikirin hem kurd, ereban bi rêya îslamê zerdeştî înkar dikirin, zerdeştiyan jî Mîtraist, ango dîrok û baweriya kurdan a qedîm înkar dikirin; ji bîr dikirin, dixwestin bidin jibîrkirin ew hefsed salên dawî ne tê de, li rojhilat şaristaniyek heye ku bi ser de perde da kiribin jî hê li wir e, di xew de ye lê nemirî ye; beriya hefsad salî ji ya rojava pêşketîtir jî bû…
Lê zanist dibêje; her diyarde bi dijberê/a xwe ve heye, ew zagon û hevsengiya xwezayê ye; ger yek nebe ya din dê çawa hebe; yek ya din dê çawa bi pêş bixe-bi pêş bikeve…
Bo wê, bi raya min hunera ku li vî welatî tê hînkirin û kirin, (bi awayekî hunera înkarê ye) ne ji hişekî xwecî ye, ne ya tirkan ne ya kurdê di zankoyên wan de hîn bûye; ne aîdî vê xakê ye, teqlîdeke xirabe ye; înkar e, înkar jî nezantî-cahiltî ye.
HEDEF KÎTLEYA WAN KURDÊ ENTEGREYÎ TIRKÎ BÛYÎ YE
Ev yek di edebê de jî xwe nîşan dide; bo min her car di helwest û edeb(terbiye) reaksiyonên ‘hinan, lê ne gişî’ ya kurdên di wan zankoyan de huner hîn kirî, bi taybetî wêje, naşibe ya dilnermî, hanûnî, terbiyeya wêjevan û hunermdên kurd ên ku wêje û huner bi taybetî ‘terbiye’ edeba hunermendiyê ji hosteyên kurd ên beriya xwe hîn kirî; Ji loma hanûnî û edeba ew ên di zankoyên tirkan de hînî pêdeçûna huner-wêjeyê bûyî (ya hinan) çors e, ne mutewazî ye, qure û pozbinildî ye, beloq xuyaye, (binêrin peyvên wan ev in; ‘ewilî min kir, bi min destpê kir, de hadê kurdno min bidin ser kola!’) Heta têkîliya wan a bi kurdî re jî bi problem e; kurdî bo wan navgîneke popîlerbûnê ye; carinan dema dibînin kurdî nikare heqê popîlerbûna wan de derê hema zimanê wan vediguhere ser zimanê pişaftina wan a rihî, hizrî û zimanî (tirkî); bi wî zimanê xwe yê binhişî pê xebateke xwe, yan nivîseke xwe, yan gotineke xwe ya super û mihteşem ku kurdî nikare wê superbûnê vebêje, mihteşembûnê nîşan bide, vedibêjin, pêşkeş dikin. Ne ku tirk pênc pereyan bi wê super fikra wan didin, xêr! hedef kîtleya wan kurdê bi rihî, hizrî û zimanî entegreyî tirkî bûyî ye; dizanin ku çend lib xwendevanê kurdî yê xizan kêrî tu popûlertiyê naye? ‘çi qurnaz in…’!
Lê edeba yên terbiyeya hunermendiyê ji edeba kurdî, ji kevneşopiya xwe wergirtî; zimanê wêjeya wan, newaya muzîka wan nas e, xwemalî ye, meriv aciz nake, mutewazî ne meriv dizane ji malê ye, ji toreya kurdî edeb-terbiye girtiye, malê kurdî ye…
Ê min, 6 sal in beşdarî şahiyên Newrozan nabim. Ji ber ku kurd li qadan ji derewa keşîşên Zerdeşt a dewrî Fîrdewsî kirî bawer dikin; naxwazim bi guhên xwe bibîsim kurd ji rûspî û serdarekî xwe yê mezin re bidin çêran, naletê lê bibarînin…
Bo wê, ji hêngê ve, her Newroz car dibêjim bijî Azî Dehaqê ku Vîştaspayê zerdeştperest kuştî û car jî dibêjim bijî Rustemê ku Îsfandiyarê zerdeştî kuştî û nehişt Zebilîstan, Medya û Zagros welatê kurdan û baweriya Mîtraist ji alî mîsyoner û baweriya zerdeştî ve were dagirkirin; (li rojhilat li cihên kurdan ên bi farsan re sînor belkî ne tê de, jê pê ve, binêrin li ser bihostek axa kurdan jî perestgeheke zerdeştiyan tune, berevajî di her lêkolîneke arkeolojiyê de em rastî perestgeheke Mîtra tên. Nexwe , qey zerdeştbûna kurdan ne vira keşîşên zerdeşt û Fîrdewsî be!?)
Jêrenot: mebest ne kifşkirina em ji kîjan olê ne, armanc balkişandina ser dîrokeke sexte ye
YÊ HERÎ SERKETÎ BABA TAHIR E
Hizira dibistaneke wêjeyê; yeka ne wekî zanko û kolejan mezin; jixwe ne derfetên me yên em giravekê bikirin hene ne jî kirîna şatoyekê û ne jî statûyeke me ya ewlehiyê heye û helbet yeka wekî navenda çand û hunerê ya filan-bêvan derê jî ne û ne jî bi formata medrese û tekeyan; yeka tekakesî, aîdî hosteyekî/ê.
Di dîrokê de mînak hene; çendîn ew mînak di heman demê de cihên hînkirina olekê û baweriyekê bin jî, wan rolekî dibistana hunerê jî anîne bi cî; gor min ji yên kurdan a herî serkeftî ya Baba Tahirê Uryan e, û pê re jî yên din ên Yarsanan in.
Ji ber ku di wexteke ku di nav tirkan, ereb û farsan de jin objeyeke di harema mêran de bû, ji sedsala dehan heta hevdehan, 17 helbestkarên jin li wan dibistanan gihîştine û jê zêdetir jî mêr.
Helbet, di medreseyên kurdan ên bo belavkirina ola îslamê hatine vekirin de jî hemû şairên mezin ên bi navê mele û şêx berheman wan medreseyan in.
Ên Yewnaniyan tên zanîn, wextekê li Misirê jî hebûye, li Bexdayê jî, lê bi min çendîn hin kurdên îslamist dixwazin helbesta ereb-misilmanan wekî ku ji ya Yarsanan re bûye mînak nîşan bidin jî, ku dibêjin helbesta Yarsanan teqlîda helbesta erebî ye û dixwazin wisa rastiyê berovajî bikin jî; ‘ew nêrîna kurd-îslam sentezcî, nezaniyeke dera hanê ye’.
YARSANÎ KURDÎ YE, HIŞ KURDÎ YE
Di medrese, teke û dibistanên kurdan de bi min a herî orjînal a Yarsanan e; ziman bi kurdî ye, huner bi kurdî ye, hiş bi kurdî ye, û bawerî jî ya kurdan e; ger rubaiyên yekî wekî Baba Tahir nebûna Omer Hayyamê ji kîjan kevneşopiyê, ji kîjan kaniya rubaiyan av vexwara!?
Mala bêdewletiyê bişewite!!!
Niha dibistaneke me tunê, belkî loma bo îro em nikarin behsa ekolên xwe jî bikin. Loma hizr, hêmayên me yên orjînal kêm in; çi ku hizra orjînal hêmaya orjînal li ser kok û cerebînên xwe şîn tê, ê me, mînakên hunerî, wêjeyî yên orjînal hene lê pir kêm, berevajî, yên pir zêde heyî piranî bi hizirîna zimanê kolonyal, ji hiş, teorî û aqilê dereke din tên bidestxistin û sêwirandin, şîrove kirin.
Çiqas hewl hebe jî, bo hizir û hêmaya orjînal naye bidestxistin, a tê kirin an dibe teqlît an dibe wekî ya wan(!) Naşibe ya me, çimkî em hê nizanin resenî û orjînaltiya ya me çawa ye!? Çimkî nîqaş û nirxandinên ku bi nêrîn û aqilê derekê tên kirin, belkî rê nadin, ‘ku mînak hebin jî’ ew nêrîna ji der nahêle em reseniya ya xwe bibînin …
Bi tenê em? Xêr! li cîhanê rojhilatê dûr ne tê de, çimkî qasî xuyaye li hemberî vê hegomaniyê wan reseniya xwe parastiye, lê Rojhilatê Nêz û Rojhilata Navîn, em jî di nav de, qey dibêm na!!!
(Gelo teorîsen û rexnegirekî/ê me jî,,yê rojhilata me jî yê/a orjînal hê tune, ku bi nirxandin û rexneya xwe hunera me, ya rojhilat di nav rasteqîniya şertên zimanî, derûnî, jiyanî û civakî yên li vî rexê cîhanê raxe ber çavan; bêje rojhilatîno, li cem wan ku wisa be jî, lê li cem me wisa diqewime!)
Lewma, di nîqaş û rexneyên huner (wêje)ya kurdî de wekî mijar bes tevna zimên dibe mijara şîroveyê-rexneyê, lê çendîn ku metna kurdî ya li ber destan ji hezar salî zêdetir xwedî emr, cerebe û tercebeyê be jî balam qistas û hemû pîvanên din ên rexneyî û hunerî îthal in, fikrên rojavayiyan in.
Lê qe nebe, di salên dawî de di warê lêkolînên dîrokê de hêdî hêdî tiştên aîdî me dertên û derban li zanista qelp a wê hegomaniya ewropiyan û li înkara tirkan dixe; ku ne rojhilatê Ariyan req û rût e, ne jî şaristaniya kurdan a di pêşketina mirovahiyê de xwedî par…
DIBISTANA WÊJEYÊ
Piştî sohbet û nîqaşên wiha ku sê salan dom kirî, kêliyên dawî de, me herduyan got; xwezika me jî karibûya dibistaneke wêjeyê ava bikin…
Bo vê çi pêwîst bû; rêberiya hosteyekî/ê bi cerebeyên xwe bûyî xwedî hizirên orjînal û hêmayên orjînal! Çimkî huner-wêje ji hizreke orjînal û hêmayeke orjînal pêvtir ne tiştekî din e! Pêvtir, a dimîne jîrekî û karîna hunermend-şagirt a sêwirandin û nîşandana wê yekê…
Heke hizreke orjînal hebe yê xwedî hizra orjînal (hoste) dikare wê rêya bidestxistina hêmaya orjînal şanî yê/a dixwaze wê bidest bixe jî bide.
Helbet, heke armanca şagirt ne dîploma, huner be!
Helbet ên jîrek û şaraze wê hunera xwe binivîsin, birengînin, lê bidin, bistirên, ên din, helbet ‘sanayîlix in’.
Ger ji wan dibistanan çend heb hebin, piştî deh-bîst-sî salî din, gelo çiqas kes dê bi nava civak û hunerê de kûr bibin û bibin xwedî hunereke-wêjeyeke orjînal û ciwan? Dê him ji estetîk û di xwebûna me de bibin xwedî hunerekê orjînal, ciwan û estetîk a aîdî me, him wê bi hizir û hunera kurdan a orjînal tiştekî, estetîkekê li xweşikbûna mirovahiyê zêde bikin.
Qey dê nebe tovek…
Ma şert e, li ber navê hoste Dr, Prof nivîsî be? Qey dîplomaya Baba Tahir a hunerê ji zanîngeha Mîmar Sînanê bû, yan îcazetnameya helbestkariya Arjen Arî Pablo Neruda dabûyê?
Yanê hosteyekî/ê dema şagirtan got ‘di vê derbarê de Robert Barsky, Virginia Wolf, Samuel Richardson, Jane Austen wiha dibêjin’ karibe bêje: ez wekî wan nahizirim, hizir û nêrîna min wiha ye…(!) Erê, roman û sînemayê li wê rojavayê destpêkiriye û geşedan daye; lê helbet, çîrok, mesnewî, rojnivîsk, gername, mûzîk, şano, wêne, peyker û hwd?!

Piştî vê hizra kelecan dayî me, me dî; haho, bo me hê çend quf nan divê; hem cerebe kêm in, hem derfet…
Lê me go, îlam kesekî/ê ji me yê/a xwe ji hegomaniyan û ji înkaran xilas kirî, bi cerebeyên xwe gihîştî asta hizir û hêmaya orjînal a aîdî xwe, divê hebe û gaveke wiha bavêje.
Ji ber, ev xak ne bê huner, ne bê hiş û ne bê cerebe ye; bes roja ku ji vir diçe rojava ronî nake, tiştên ji hiş û cerebeyên ji vir hatî birin jî rojava ronî dikin; nezanîna vê yekê rijhilatê di tariyê de dihêle; helbet me jî…
Bo bê zanîn, Orijînîa berhema wan sê salên di wê xewletgehê de ye, dosyeke min a li benda dema çapkirina xwe ye berhema wir e, dosyeke din a li ber destan ew jî ya wir e û dosyaya ew kes a ku dê were çapkirin ew jî berhema sê salên di wê xewletgehê de ye; her çar berhem û dosya jî, qe nebe dikarim bêjim di Orjinîayê de û di dosyayên din de min bi bihîstina dengê nava xwe, bi bihîstina dengê xwezayê ew nivîsandin; ew cerebeyên min ên orjînalbûna ku ji vê nivîsê re bûye mijar in.
Ger hin bêjin, em hê nehatine wê astê, bersiva min jê re ev e; heke em zanibin em ji kîjan astê daketine vir(!)
Ew kes ji vê rê vekşiya, ev xeyal û hizr di nîvê rê de hişt, cila xwe ji wê avê derxist! asayî ye; ‘gotin û kirinên’ kes’an carinan nabin yek, li hev nayên!...
Lê belê yên li pey çûyî gotine: ‘her xeyal bi perestê/a xwe veguherî-vediguhere rastiyê…’
Ev hizira me herduyan bû ma bi min; min jî xwest vebêjim-li wir nehêlim vê xeyala ciwan.
Ji kelecanê me navê dibistana xwe jî danîbû; Dibistana (…..) û mekan jî, helbet heke derfet çê bûbana dê qesrek wekî ew ên Mêrdînê bûya…
Kî zane, çi zanim, belkî hinên orjînalbûna xwe bidest xistî, wek hoste ya xwe ava bikin.
Kî zane, belkî rojekê…
Têbinî: Bi sed mijarî sed nivîsî piştî vê dê bi vê hizrê di vî quncî de belav bibe.


