Nizanim, di vê mijarê de mezinên wêje, derûnînasîn û civaknasiyê yên cîhanê çi gotine? Bîra min di warê jiberkirin û bibîranînê de, mixabin bîrkor e. Ji lew, di vê mijarê de û di hin babetên din ên nivîs û hwd. de, mixabin ez nikarim navê kesî hildim… Bi rastî nikarim!
Pirs ev e, wêje kêrî çi tê, û ligel destê yarê çima wêjeyê (pirtûkê) di destê yarhezan de tilî li xwe şidandine?
Di nerihetî, nexweşiyên tekakesî yên civakî, derûnî de û her wiha, di nexweşî, alozî, û qeyranên civakî de wêje dikare bi xwendin-terapiyên xwe bibe dermankirin û xweşkirina wê-wan nexweşiyan, û dikare bi erkeke wisa re rabe, wekî û li şûna beşeke tibbê cî bigre, bibe dermanekî xweşkirinê?
Bêguman, wêje disîplîneke zimanî ye. Zimanê ku bi peyva yekem re di cî û jiyana mirovî de bû xwediyê diyardeyeke bivê nevê yî, pêre pêre bi bikaranîna wî, bi kifşkirina nivîsê û bê şik e! ku bi destê pênûsgeran, honeksazan cihekî bi qasî pêdiviyên mirovî yên wekî nan û av û hezê girîng, bi dest xist (ziman û disîplînekirina wî wêjeyê).
Di serdema îroyîn de (wêjeya zimanekî- zimanekî wêjeyî) di heman demê de bi modernbûna xwe re (wêjeya xwedî bi ast) modernbûna civaka xwe jî nîşanî me dike…
Bi siyasetê, aboriyê, mîmariyê, bajarvaniyê, teknolojiyê, di nava xirecira jiyanê de cî girtina jin, ciwan, hemû têkilî û danûstendinên girseyên civakî yên bi hev re, çawa ku çand, kesayetî û nasnameya wan a civakî derdixe holê, ziman jî di nav wê girseyê de bi têkilîpêkanîna danûstendin û hilberîna wê civakê tê pê û asta wî ya ferhengî dirûv digre.
Mirov dikare bêje, wêje dîsîplînekirin û xemilandina wê xirecira girseyan e, ma ne?
Lê belê, tevî ku di gelek serdemên nêz û ya niha de siyasetê û bîrdoziyan xwestiye wêje li gorî polîtîka û raman û armancên wan bi erkekê re rabe jî, û ku wêje bi vê erkê re rabûye jî, ez qey dibêm pirs û bersiv giş dê ne ev be!
Tevî ku gelek kesan, tevgeran, nifşan, ekolan rol-kirasek li gorî hizr û bîrdoza xwe ji wêjeyê re dirûtîbin jî, û ku gelek pênase, nasnav û di derbarê çarçoveya fireh a têkîliyên kes û wêjeyê de dahûrandin kiribin û ji evînê bigre ta dijminahiyê, ji welidînê bigre ta mirinê, ku di navbera mirov û wêjeyê de dîyaletîkek-têkîliyek kifş kiribin û ew nasnav û pênase, ku bi piranî rast bin jî, lê qey divêm aliyê wêjeyê yê pak, humanîst û mirovî ji ber armanca ku wêje wekî çekeke siyasî û bîrdozî hatiye bikaranîn, pir derneketiye pêş.
Bi ya min ji (2) tiştan pê ve tu erk û rola wêjeyê tune:
1. xwendineke xweş, arezûbexş û çêjdar.
2. bi wê xwendinê re di hizr, hest û têkîliyên mirov bi mirov re, mirov bi xwezayê û hemî afîrdeyên wê yên jîndar û nejîndar re peydakirina lê werqilînekê (farkindalik yaratma’yê) û ji tekakes bi ber bi girseya têkildar belavkirina xweşiyekê pê ve ne tiştekî din e.
Lê belê, hemû siyaset, desthilatdarî û bîrdozan ew xala duyem qey dibêm pir sûîstîmal kirine!
Ji lew, îro jî di arîşeyên civakî û tekakesî de, ji guherîna kes ta girseyên civakî barekî pir giran danîne-datînin ser pişta wêjeyê.
Ma ne ev e? Wêje: ‘bextewariyeke kêlî kin, a ku honeksaz di navbera du bergan de ji kes re pêşkeş kiriye”.
Wêje, bi awayekî ne eşkere be jî… di derbarê evînê, hevaltiyê, jiyanê, nasîna kesên ji civaka xwîner jê û heta civakên derveyî civaka xwîner; Ku xwînerê xwe di çand, tore, kesayetî û zargotin û dîroka xwe û wan de perwerde neke jî, lê dike xwedî zanîn, nasîn û agahiyan. Her wiha, mirov û civak bi riya wêjeyê di derbareya bûyerên dîrokî, qewmînin trajedîk de dibin xwedî agahî û zanînan.
Û bê şik e, ku wêje ji dîrokê, li welatan, di civakan de, di efsane û destanan de, bi bihîstin-lêkirina çîrokên nû de dibe ragihîner, ango peyamnêr...
Qey dibêjim, bes bi xwendina ‘ristekê’ mirovek dikare ji bo şerekî, tekoşînekê jî hizr, hest û giyana xwe amade bike û heman kes, dîsa bi xwendina ‘ristekê’ dikare giyana xwe ya birîndar derman bike, binketineke xwe bîr bike, ji hizreke xwe ya şaş werqile, di derbarê xeletiyek xwe de lixwemikur were, evînê baştir binase, ji dostaniyeke şid hayil bibe, mirovparêziyê bêhtir binase, ango, giyana xwe av de, nerihetiya giyanî aş bike û bêhtir motîveyî jiyanê bibe. Yanê, bi terapî-xwendinên wêjeyî dikare hinekî giyana xwe derman bike-nexweşiyên xwe yên derûniyê, hestiyariyê û ramanî xweş bike, bigihêje aramiya giyanî û derûniyê…
Di vê çarçoyevê de ku em lê binêrin, gelo meriv dikare bêje ‘tevî du xalên ku li jor diyarkirî ne, wêjeya kurdî ji xwînerê xwe re- kurdên ku ji giyanê xwe birîndar, ku ji aliyê lehengên xwe yên xeyalkirina xweşiyê ve hê nehatine bextewar kirin! Dê bikare bibe delîveya terapiya xweşkirina giyan, hest û hizra pêdivî bi dermankirinê heyî’?
Yan jî, bi dubare sêbarekirina vejandina kulê, dê çawa ev civaka ji hêla hest, raman, hêvî û giyanê de birîndar û çong şikestî rabe-rake ser piyan!? Berhemeke ku baweriya wan, motîvasyona wan a jiyanê bisû, hestên wan ên evînê, hevaltiyê, netew-civakê, xwezayê xweş bike, bi xwendineke arezûdar çêjekê bide wan, ma nabe?
Ez qey dibêm em giş di vê hizrê de li hev bikin; ‘ku wekî nimûneya neteweya kurd kesekî/ê li ser navê kurdan bibin klînîkeke nexweşiyên derûniyê dê di derbarê nexweşiyên wî/ê de gelek sedem bêne kifş kirin! Ji wan nexweşiyên derûniyê û giyanî çend mînak ‘dîroka bi xwînê tije, nebûna welatekî, têkçûyîna serî rakirinan (!) wêranî, birakujî, nebûna statuyekê, parçebûna axê, nebûna siyaseteke netewî ya yekgirtî-yekbûnê, bi ser neketina lehengên wan ên xeyalkirina xweşiyê û bidestnexistina ceneta wadkirî (!) koçberî, zindan, neçariyên aborî û hişî(!) xemên pêşerojî, û trewma trewma trewma!...
Ango, qey ji bo ku ferdê kurd biçe asta xwekujiyekê; ji bo ku ji hêla derûnî, hestî, ramanî, civakî û jiyanî de têk biçe û mirin jê re zêrê zer e, û ji bo ku jixwe bawerî têk biçe, ma sedem têra xwe tune ne û yên heyî ne bes in?
Qey wêje, bi tevî; 1 xwendineke xweş, arezûbexş û çêjdar, 2’yem peydakirina lê werqilîneke mirovî, hesteyarî û ramanwer pê ve, ma wek xala 3’yemîn, ew ne veherandin û saxkirina (onarma-iyileştirme) ya birînê-giyanê-derûniyê ye jî?
Gelo, bi rik û înad, vejandina nexweşiyê, xwêkirina birînê, yan jî; bi lehengên din, bi çîrokên nû: 1-xwendineke xweş, arezûbexş, çêjdar. 2-bi wê xwendinê, di hizr, hest û têkîliyên mirov bi mirov re, mirov bi xwezayê û hemî afîrdeyên wê yên jîndar û nejîndar re peydakirina lê werqilînekê (farkindalik). Û 3-xwedermankirin, bi xwe bawerî, ji trewmayê rizgarbûn û bi çîrok, lehengên din-nû, bi xweşiyeke li ser vê xakê jiyayî, yan jî yeka ku ji aliyê honeksaz ve jiyan bexşî wê hatî kirin-nivîsandin û vejandina hêviyê, xeyalkirina dahutiyeke xweş!?
Nexwe, xwediyê birînê dizane ku bavê wî/ê sîwaran kuşt. Lê mesele ev e, ku ew ê birîna ku êdî veguheriye kulê bi çi, çawa bikewîne-xweş bike...!?


