Tu bi xwe dihesî… Tu hîs dikî ku derek saxlem di laşê te de nemaye û her derê te jan dide. Ku tu xwe tevdidî dengê ‘axîna’ te hiltê. Tu hêdîka serê xwe radikî û tu li dora xwe dinêrî. Li kêlekên te û pêşiya te jî hinek kesên ku li erdê dirêjkirîne xuya dibin. Tu bi ser dev de hatiyî vexistin. Tu dîsa wî serê xwe yê ku di qusandina porê te de xaçerêyek tê de vekirine radikî. Tu dixwazî qenc li dora xwe binêrî. Ji dîwaran pê ve tiştek nexuyaye. Hêlek simêlê te hatiye jêkirin. Hêlek riha te jî tune ye. Hew tu dibînî ku tu li korîdorekê tevlî komek însan deverû yî.
Tu dibêjî:
“Vê derê kî derê ye?
Çima destên min li paş min girêdane?
Ez hatime vira çi?
Kê ez anîme vira?
Ez li vira çi dikim?”
……
……
Tu li dora xwe dinêrî. Dengê kesên ku dinalin tê te! Canê te pir diêşe! Tu hinekan nas dikî û tu dibêjî:
“Hiiiii…. ez li hepsê me! Wê girtibana ser me… Wê bigirtana ser qawîşê. Qey girtine ser. Lê kengî?”
Tu hinekî din jî di wî halî de difikirî. Hin tiştên din jî tên hişê te û zelal dibe. Tu dibêjî:
“Ma jixwe girtibûn ser qawîşê û em biribûn!?”
Tiştekî din tê bîra te. Qanalîzasyon xitimî ye. Hucreya ku hûn xistine ji nîv bihustê zêdetir gû ketiye. Hûn şanzdeh kes di yek hucreyê de ne. Her ji du saetan carekê hûn heşt kes ji nav wî gûyî derdikevin û hûn xwe didin ser wî ciyê ku hebikekî bilind e. Hûn bi dorê ji nav wî gûyî derdikevin. Hûn bedenê xwe dispêrin hev û li ser lingan disekinin. Hûn bi tîna laşê xwe hevdu germ dikin. Li dû vêya derxistina te ya ji wir û birina te ya hucreyek din tê bîra te. Hucreya ku tu birinê cî têde tune ye. Ji bo ku hûn karibin têde hilên hûn mecbûr in şipyakî bisekinin!
Tên bi çeplê te digrin û te ji derekê diavêjin!..
Ev tev tên bîra te!..


