Polat CAN
Şoreşa rojavayê Kurdistanê, ango şoreşa 19'ê Tîrmehê bi xwe re gelek berhem û destkeftiyên dîrokî derxistin holê. Di heman demê de, şoreşeke piralî û berehfireh bû; vê şoreşê gelek sazî û dezgehên xwe afirandin û bi riya van sazî û dezgehan şoreşa xwe xurtir kir û zanabûneke neteweyî, civakî û pêşkeftî di hizir û ramana civaka Kurdistana Rojava de çand.
Gelê kurd li Rojava mohra xwe li bin gelek gavên mezin û yekemîn avêt; ji van berheman jî radyoya kurdî ya bi navê Cûdî FM e. Cûdî FM di roja 16 kewçêra sala 2012’yan de, li bajarê Amûdê dest bi weşana xwe kir. Ew cara yekê bû ku ji axa Rojava, bi zimanê kurdî, ji aliyê kurdan ve û bi derfetên pir kêm û tecrubeyên kêm Cûdî FM dest bi jiyana xwe ya weşanê kir.
Gelek alavên teknîkî yên vê radoyê bi destan û bi derfetên xwemalî hatin peydakirin û sazkirin. Destpêkirina Cûdî FM bû şahiyeke bi wate di nava gelê kurd li bajarê Amûdê de. Piştî 3-4 rojan, ji ber ku gelek pirsgirêkên cih û teknîkê li bajarê Amûdê çareser nedibûn, Cûdî FM derbasî bajarê Qamîşlo bû û heta niha xebata xwe ya ragihandinê li bajarê Evînê Qamîşlokê weşana xwe dike.
Bi tenê xeyaleke me hebû û daxwazeke me hebû ku em jî bibin xwedan radyo. Lê wê çiqasî ev radyo cihê xwe di nava gel de bigre, wê çiqasî di nava bi dehan TV û malperên înternetê de bibe xwedan cemawer, ev pirsek girîng bû. Di aliyê din de, di nava Rojava de ezmûna xebatên ragihandina guhdarî ango radyoyên herêmî lawaz bû; jixwe radyo zêde li Sûriyê bi giştî û li Rojava bi taybetî nedihatin şopandin; her wiha kesên profesyonel di vê xebatê de tunebûn. Di rewşeke wiha de, Cûdî FM çawa cihê xwe girt?
Rewşa Sûriyê bi sedema şerê navxweyî û rûxandina serxan û binxana welêt xerab bû, derfetên şopandina TV’yan jî înternetê pir kêm bû û hema nema, elektirîk her qut dibû, tûra telefonan xerab bûn û pêwîstiya gel bi agahî girtinê û nûçe şopandinê pir zehmet bûn. Di rewşeke wiha de; Cûdî FM bi nûçeyên xwe, bi stranên xwe yên kurdî, erebî û ermenî û suryanî, bi bernameyên xwe yên gelêrî û bi jiyankirina rewşa gel û civakê, bi van hemû sedeman û bi taybetî jî, ji ber ku şopandina radyo pir asan e û çi mesrefê naxwaze, radyo ket hemû mal, wesayîtên çûn û hatinê û hemû dikan û kargehan; êdî Cûdî FM bû parçeyek ji jiyana gel û civakê. Her wiha bû deng û guhê civakê û saziyên gel yên demokratîk.
Gelek keç û xortên Rojava di Cûdî FM de kar kirin, perwerde bûn, ezmûn girtin û xebata xwe pêşve birin û di radyoyên din yên ku pişt re li Rojava ava bûn de kar û xebata xwe kirin. Cûdî FM bû gava yekemîn, deriyê yekemîn û dibistana yekemîn ya radyovaniyê. Piştî cihgirtina Cûdî FM di nava gel de, li herêma Firatê, li bajarê Kobanê 2’yemîn radyoya kurdî bi navê KOBANÊ FM dest bi weşana xwe kir. Piştî Kobanê FM, di 1’ê avrêla sala 2013’yan de mezintirîn radyoya herêmî ya 3’yemîn bi navê ROJAVA FM dest bi weşana xwe kir. Di meha pûşpera heman salê de, 4’emîn radyoya kurdî li herema Heleb, Bab û Efrînê bi navê EFRÎN FM dest bi weşana xwe kir.
Ev çar radyo bi derfetên pir kêm, bi hêjmara kêm a xebatkaran, bi hezkirin, kelecan û bi rihekî xurt hatin damezrandin, pêşxistin û xurtkirin. Di encamê de, îro li şûna tenê radyoyek tam 4 radyoyên kurdî li seranserê Rojava hene, agahiyan didin gel, çand û hunera kurdî ya resen pêş dixin, pirsgirên civakê dinirxînin û li çareseriyê digerin. Xala herî girîng ew e ku hemû beş û birên civakê, keç û xort, jin û mêr, dewlemend û xizan, xwende û nexwende, rewşenbîr û karker, xebatkar û şervan û heman her kesî xîtab dike û xwe digihîne wan.
Ez dixwazim di dawiyê de tiştekî taybet bêjim; ev xeyal û xewneke min bû û min her tim projeyeke bi vî rengî xeyal dikir; çawa ku derfetên vê yekê çêbûn, bi kêfxweşiyeke mezin min ev her 4 radyo damezrandin, perwerdekirin û kir malê gelê Rojava. Lê ev proje hê jî bi dawî nebûye û hewldanên nûkirin, mezinkirin û xurtkirina wê didomê.