Tu hatiyî li ber perê behrê sekinî yî. Çelqîna pêla ye. Hergî pêl li nav guhê tahtan dikeve peşkên avê dipengizin ser te. Tu li dûr dinêrî. Awirên te li ser ava behrê digere. Ava behrê li sê deran rengê xwe diguhere. Ev bala te dikişîne.
Cara ewil e ku tu li vî hawê behrê rast tê. Yek av e lê dibe sê reng. Çelê havînê ye. Ji her derê dengê muzîkê hiltê. Tu bêhna behrê dikşînî hundirê xwe û tu cihê xwe li ser tahtê xiramokî xweş dikî. Ne ava behrê, ne dengê wê û ne jî rengê wê naşibe ava ku tu lê hînî avjankî bûyî. Vêya fikirandinek din tevlî wan fikrên ku di serê te de ye dike. Û tu bi wê fikrê re ji cihê xwe vediqetî diherî dewranek din ku tu carî dev ji te neqeriyaye.
Havîn e. Xuyaye tu û hevalên xwe dîsa ji ber şivanê ku pez tîne ser avê, direvin. Ku hûn dikevin avê; ava golê şolî dibe û pez nema dikare vexwe. Loma şivan bi we re dixeyide û bera we dide. Hûn bi vêya dizanin, lê dîsa jî hûn tên û dikevinê. Erê way hûn dîsa ji ser gola ku hûn û mahr bi hev re di nav de bûn dadidin kincên xwe û hûn direvin.
Li bayê bezê hûn kincên xwe li xwe dikin. Dilekî we ji we re dibêje, “berê xwe bidin nav bîstanê Hemê Bêrem.” Aqilê zarokî! Jixwe bîstan ne li dûrî golê ye. Hûn tên. Hûn bi dizîka çend zebeşan ji lema jê dikin û hûn dixwin. Hemê Bêrem jî li binê holika xwe di xew re çûye. Jixwe şiyar be jî ne xema we ye ku we nebîne bes çimkî guhê wî giran e.
Bi çelqîna pêlên behrê re tu vediciniqî û tu vedigerî tê roja xwe ya ku tu têdeyî. Hemê Bêrem jî bi te re tê. Serpêhatiyên xwe, tirs, hêvî û derdê xwe jî hilgirtiye û tevlî wê extiyariya xwe hatiye. Bi wî qilafetê xwe yê giran dimeşe û tê li rex te xwe berdide ser tahtê û rûdinê. Piştî ku hilma wî tê ber, wekî bi birîna te zanibe ji te re dibêje:
“Wexta ku min bihîst eskera girtine ser gund nema fersenda min ma ku ez xwe biavêjim derve û xwe veşêrim. Hema bibêje gihaştibûn devê hewşê. Ez di cihekî teng de hatibûm zevtkirin. Ez bi ber odeya dawiyê ve reviyam û min bang li Siltê kir. Dinya li min teng bûbû. Ez çawa hatibûm zevtê? Mehrûma Siltê hat alî min kir û min xwe berda nav kewara genim. Qenc ez di nav de winda bûbûm. Piştî ku Siltê nîvolçek jî danî ser serê min êdî dilê min ket cih ku ewê nema karibin min di nav genim de bibînin.
“Ez ji eskeriyê bizdiyame. Ji ber serpêhatiya kalikê min qidûmê min jê şikestî ye. Ku qala wê dibe xerîbî, mirin û tahde tê bîra min. Gava ku kalikê min eskerî dikir di şerê cihanê yê yekemîn de hêsîr ketibû. Bê bi çi belengaziyê xwe ji nav lepên wan xelas kiribû û hatibû xwe gihandibû cihê xwe, Xwedê zane. De îcar tiştên ku hatibû serê wî bila neyê serê neyarê min. Piştî ku şer sekinîbû bi ser wî halê wî de jî îcar ew dabûn qişleyekê. Li wir eskeriya xwe temam kiribû û hatibû nav kufletên xwe. Lê gorî ku digotin ruh têde nema bû. Ji xeynî ruhtêdenemabûnê gelekî hatibû guhertin. Ya ku tu carî ji bîra min naçe ji erdê boçik hevdana wî bû. Erê… Ji eskeriyê tebhê ku boçikên xelkê ji xwe re bide hev, di nav pelan de bipêçe, bike cixare û bikşîne jê re mabû!..
“Dengê eskeran ji hundir hat. Min di dilê xwe de bang li ûcaxan kir û min xwe ker kir. Qidûmê min şikestibû. Li hundir giştikî geriyan. Her der ji hev de xistin. Wan ez nedîm. Na wan ez nedîm. Ûcaxê min kor nebe tam dikin herin êdî hilma min diçike. Ez nema dikarim bi xwe. Dikim bifetisim. Gorî ku qal dikin tam dikin derkevin derve ez nema bi xwe karim. Û bahrîn ji min diçe. Ez bang li Siltê dikim û dibêjim, “haho haho keçê ez mirim!” Berî Siltêya reben esker bi hêla dengê min ve direvin. Tên nîvolçekê radikin dinerin ku serê min ji xwêdanê şil bûye û bêhna min dike biçike. Tavilê min ji nav kewara genim derdixin û min li wira didin berhev!..”
Hemê Bêrem bi kuxuka xwe re winda dibe. Tu bang lê dikî lê ji bergî guhê wî giran e deng narê. Tu dîsa bi tênê dimînî. Pêl di ser hev re diqevizin. Kefa sipî li ser behrê xuyanî dibe. Xuşşşşş çelp, xuşşşş çelp. Xuş xuş xuşşşş çelp xuşşş.
Xiramokên ku tu li ser rûniştiyî di laşê te re diherin.
Tu xwe tevlî kincan diavêjî nav wê ava ku pêlên wê di ser hev re diqulipin.
Niza çima tu wilo dikî?
Tu ji ber çavan winda dibî.
Gelo tuyê vegerî? Nizanim!


