Ji nişke ve yek tiştekî dixe newqa te û dibêje, “Pê de dihere yan na?”
Bi dengê wî re sawek te digre û bêhemdî xwe tu vediciniqî. Tu dinêrî ku kêrek kalanî di newqa te de ye û yekî xwe daye benda bersiva te.
Tu li kesê ku kêr xistiye newqa te dinêrî. Tu dibînî ku yekî dêhn e. Pertolê ku li ser in jî tevde ji hev zîval zîvalî bûne û teniya vê dinyayê tevde xwe li ser û cilê wî daniye.
Nola ku bixwaze bi gaziya te ve bê xuyangek ji derekê derdikeve û li pêş çavên te dest pê dike:
“Axa hatiye serdana hevalê xwe. Mazûbanê wî jê re dibêje, ‘Birako, tu destvala didî rê û tu di nav koma dijmin û neyarên xwe re derbas dibî. Tu nabêjî yek derkeve pêşiya min û derbekê berde min. Tuyê ji kîsê xwe herî!’
Mêvan dibêje, ‘Biner birako, heger ku tu mirina min naxwazî, carek din vê gotinê ji devê xwe dernexe. Hinekê bibihîzin. Çimkî ew nizanin ku derb di min re dihere û tew bîra mirina min jî nabin. Ji wan heye ku ez namirim. Heger ku zanibin, ewê avê li min venexwin...’”
Tu hêdika xuyanga axê û hevalê wî didî hêlekê û tu vedigerî rastiya ku têdeyî.
Tu ji Rûtenîko re dibêjî, “De wê de lo pîsê heram. Ma ka ev tiştika di min de dihere?”
Rûtenîko kêrê dinirquçîne nava te, pê re canê te diêşe, pozikê kêrê di çermê te re çûye, du cara wa pê de dibe û dibêje, “De biteqiz ûlan, va ne tê re diçe!” kêrê diavêje wê ortê û paşê xwe dide te, dimeşe û dihere. Xwêdanek cemidî di eniya te re diavêje. Tu ta digrî. Tu rast ji wir berê xwe didî mal û tu tê dikevî nav nivînan.


