Emê berî bidin kavilên evînê, vê havînê.
Emê rûnên li wê şaneşîna ku hîveronê
Rû li te dikir berfa kitanî ya çiyayên jorîn.
Emê dîsa bibin mêvanê wê şeva ku çavên te yên zeytûnî
Bi xumamiyek şêrîn vedişart.
Nizanim tu yê serê xwe daynî ser wê axa pîroz
Û tu yê bikaribî bibihîzî lêdana vî dilê ku çendî sal berê
Min mîna marekî nîvkuştî xistibû binê wê axê û
Min wî ji te re hiştibû û pişta xwe dabûyê ?
Ax... koviya min, pezkoviya min
Dîna min, Şerefdîna min
Agir û pêta min, Xamirpêta min
Sîpana min, Xelata min
Welata min, Koxa min
Şeng û şoxa min
Tenê carekî te bigirta bi destê min
Mîna wê xwedawenda Yûnanî
Te agir berda ruhê min
Û Te bida bayê ariya bedena min...
Ax dikim, sitû xwar dikim
Lê dizanim bi axînê
Nikarim kew bidim vê birînê
Hema xwe davêjim ber bextê
Dîrokek kesergiran û berê xwe didim
Çolistanên birîndar û kelogirî dibim
Û nizanim surperiya min tu go didî
Vê nalînê, li vê Serhedê, li vê havînê ?!!!
8 Tîrmeh-2006/Gimgim