logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Siyabend û Zîn, Mem û Xecê

  • Dîrok: 01/05/2008

 

Siyabend xortekî serhildêr e. Mêrekî bi bext, şervanekî dîn e. Paxavê bi beg û giregirên eşîran nake. Serî ji zilmê, neheqî û zordestiyê re danayne.
Gotindar dibêjin wî serî li ber Xwedê jî hildaye.
Xincer di zinêr de çikandiye û pê re sonda qesemê xwariye ku ew ê “Felekê”, ango Xwedê bikuje, ji ber ku wî dê û bav ji Siyabend girtiye, ew sêwî hiştiye û daye ber destê ap û jinapê. 
Lê berevajî Siyabendê Silêvî, Memê Alan lehengekî sernerm, dilhênik û grêdayî rêzik û qanûnên mîr û hakiman e. Dema ku Mîr hukmê zindanê lê dibire, Mem destên xwe li hizûra wî pev dixe û amadeyî fermanên wî dibe. Jixwe, trajediya wî jî ji wê derê dest pê dike; Zîn jê re dibe xewnên şevan û derdê giran dibe mêvanê dilê wî.
Lê Siyabend çawa kiribû ?
Serî dabû oxira Xecê û bi zora şûr wê ji nava lepê eşîreta giran xilas kiribû û berî dabû bilindahiyên Sîpanê.
Mem û Siyabend bi gelek taybetmendiyên xwe ve xwedî tebîeteke pir cihêreng in.
Mem evîndarekî mulahîm û zabitekî emirber e. Tim û daîm gazincên xwe digihîne felekê û hêsiran dibarîne.
Lê Siyabend şûrê xwe ji bo stûyê “felekê” seqa dike û mîna gurekî har dikeve ser şopa wê.
Mem dorê dide destbirakê xwe Qere Tajdîn; berî xwe û Zînê, wî û Stiyê bi mirazên wan dide şakirin.
Lê Siyabend bêyî ku tu fikarî bike, dozdeh birayên Xecê û destbirakê xwe Qedayê Salê, wî yê ku pê re biryar dabû û qesta şerê felekê dikir, di riya çavên Xecê de dide kuştin.
Mem xwe di nava xasbaxçeyê mîr de ditelîne û bi dilekî lerzokî helbestan dixwîne û li  hatina Zînê dipê.
Lê Siyabend, Xecê davêje terkiya hespê xwe, li deşta Rehwayê dide cirîtê û rişma hesp bi ser artêşa çeleng û mêrxasên eşîrên gran ve dizîvirîne û hokê li wan badide.
Mem, Mîr li ser serê xwe dike “Xwedayek” bi xezeb û her tim bi tirsa wî dijî.
Lê Siyabend hesabê koleyek reşik nake ji “Xwedê” re.
Mirina Mem bi destê xulamekî (Beko) fenek û fesad û di binê zindaneke tarî de pêk tê.
Lê Siyabend li fêza çiyayê Sîpanê, li ber pêşa belekiyên berfê, bi qiloçên gakoviyekî sîpanî jiyana xwe ji dest dide.
Çi qas ku ez li van her du destanên kurdî guhdarî dikim an jî dixwînim, tê dilê min ku ez ber bi dîrokê ve bikevim rê û biçim lehengên wan li hev du biguherînim da ku vê qedera çewta serserîbûyî li ser piyên xwe rast bê dirustkirin… da ku her kurdek bibe Siyabendê dîn, lê wekî Mem nemîne dîwane, belengaz û çav bi hêsirên xwînê. Tê dilê min ku ez vê çîrokê ji nû ve dirust bikim. Tê dilê min ku ez li dîrokê vegerim û destê Zînê di nava destê Siyabend de dînim da ku wê Zîna baqil a diltenik rê li ber Siyabend bigire û nehêle ew wî Gakoviyê delal bêmiraz bike û xwe jî pê re…
Tê dilê min ku ez di karnêwalek Newroza Cizîra Botan de Xecê laqayî Mem bikim da ku wê zeriya çavreş, wê kurmanca çiyayî halanên mêraniyê li Mem hilde ku ew mîr û paşayên Botî li ser çokan daxîne û bigihê ya dilê xwe…
Belê, tê dilê min ku ez li dîrokê bibezim, wê çerxa ku li me çep ziviriye, li ser barê rastiyê bi kar bixînim da ku vê trajediya li can û cegerên me bûye çetel, bidim sikutkirin…
 
rarya-@hotmail.com

Hin Nivîsen Nivîskar

Xîreta Nivîsandinê

  • 09 Sibat 2009

Wextek gelek dirêj di navê re çû ku ez ji bo Diyarnamê nanivîsim loma jî edîtorê wê yî pir hêja, Cemîl, ez bi cangiraniyê “tewanbar”...

Naxwim, venaxwim, ranazim

  • 08 Gulan 2007

Bikeve çepê min, ez xwe bispêrim gewdeyê te, rêyek bi ser baxçe ve difitile û ber bi çiyê ve diçe, min bi wê hêlê ve bibe. Wext esir bûya...

Hêvî

  • 28 Gulan 2007

 Emê berî bidin kavilên evînê, vê havînê.Emê rûnên li wê şaneşîna ku hîveronêRû li te dikir berfa kitanî ya...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Neteweyên Yekbûyî û PYD hatin ba hev

ad

Ji Avestayê pirtûkên li ser Zerdeşt û êzîdiyan

ad

Flashhilata adarê derket

ad

Festîvala Muzîkê dest pê kir

ad

Afîşên boykota dibistanan

ad

Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname