(DIBÊJIN ÇÎROKA HER KESÎ HEYE LÊ NIZANIM ÇIMA EM BI BÎR NAXIN KU ÇÎROKA HER KEVIRÎ JÎ HEYE…)
Di panelekê de min gotibû, heya wextekê, nivîskarên kurd neçar bûn di heman demê de sîyasetmedarî bikin, îro roj ên ku siyasetê bikin têra xwe hene lewre me divê em ji nivîskarên xwe hêviya berhemên serkeftî bikin, Cîhan Roj sîyasetê bike çi neke çi! Lê divê em ji yên ku qelem û firçe di dest wan de ne ji wan hêvî bikin ku berhemên baş pêşkêş bikin.
Helbet qesta min jê ne hewesa “pisporiyek teng” bû. Di 2011’an de li Fûara Îzmîrê min ev pirs kiribû; gelo romaneke bûbe malê dinyayê ya derbarê Heskîfê de hebûya wê Heskîf di bin avê de bima?
Mesele bêtir teknîkî ye; wisa ku siyaset dibêje ez mafê gel diparêzim, berdêlek giran didim. Ev rast in lê ya ku ne rast ew e ku nivîskarî û entelektueliya me ji elîmîn û ji hestiyariyê li hemberî rabêjên wisa bêdeng dimîne, dikeve haleke neaktîf. Halbukî, sekneke me, gotinek me heye ku em bêjin, belê heye ku wisa ye, lê em hewl didin di serî de ruhiyeta zimên, ruhiyeta takekes bi can bikin.
Baş e, gelo bira bira bi tenê siyaset e ku me xistiye vî halî? Hîç gunehê me nîn e? Helbet heye; em ne bi wê hewesê ne ku xwe bêteref bikin ku bêterefiya edebî, ew alîgirî ye ku alîgirê wijdan e, alîgirê însan e, alîgirê azadiyê ye, alîgirya keviran e!
Wextê ku meriv vê rastiyê bi bîr dixe ji hinan wetir ev tê wê mehnê ku siyaset ne tiştek baş e! Helbet siyaset jî yek ji rastiyên jiyanê ye, ji warên din bêtir hukumdar e ku rasterast rêveberî ye, desthilatî ye, mixalefet e, fikr e, raman e… Wêjevanek jî bi qasî her kesî bi hêvî ye demokrasî hebe, ji alî fikrî ve rengînî hebe, siyaset biserkeftî be…
Siyaset di hin qonaxan de wextê bi pirsgirêkên roja ne re mijûl e edebiyat û huner bi hemî deman re mijûl e, bi keviran re mijûl e, bi detay û tiştên piçûk re mijûl e ku bi saya îfadeyên edebî ew tiştên piçûk dibin sebeb belayên mezin neqewimin.
Gelo bi awayek derûnî em ji karê xwe ne bawer in? Em ji hukmê wê ne bawer in? Ecêb be jî însan dike pirsên wisa û hin yên dîtir bikin.
Pratîka jiyana mirovahiyê diçespîne ku perwerdehiyeke têkûz û modern bi saya metnên hêja mimkûn e. Şexsiyetek incax dikare bi saya metnên hêja baş teşe bigire. Mafê nivîskariya me tune ku takekes û civaka kurd ji metnên wisa tê hêvîkirin bêpar bihêle.
Ji ber, vehesîn gerek me dîl negirin. Rastî û çîrokên ziman û edebiyatan ji hev hinek cuda ne. Çîroka edebiyata we di heman demê de bi awayek gerek çîroka zimanê we be. Çîroka sekna me jî bi awayek wê bibe çîroka jiyana zimanê me û edebiyata me.
Wekî gotina dawî dibêjim, terefê me heye, ew jî ziman e, kultur e, huner e, wijdan e, azadî ye… Lewre birîna li kevirekî bi qasî birîna însanek li me hukum dike. Lewre em alîgirê keviran in. Em alîgirê dîn, bawerî, ziman û her cure dewlemendiya jiyanê ne. Lewre wextê mirovek ji bo birîna keviran deng bi xwe dixe û dengê wî bi gulleyan tê birîn ji bo me mehneyek xwe heye ew jî ev e, li wir, bi salan, gerek hubur were rijandin!


