Di edebiyatê de cureyê polîsiye bûye mijara gengeşiyan; hin kesan ew cure cidî nedîtine, hinek ji derî edebiyatê hesibandine. Hin kes jî berevajî, rûmet li vî cureyî girtine, qîmet dane.
Du tişt di vî cureyî de muhîm in, yek jê ew e ku ‘mexlûqatên’ di hundirê însan de destnîşan dike; bi awayek din, dest li hovîtiya hundirê însan dide, rê dide ku ger însan wextê xirabiya di hundirê xwe de terbiye neke bê çi diqewime, dîsa piştî însan xirabiyê dikin bê dikarin, bi pîlan, çi tevnan li dar bixin.
Ji alî din ve jî dibe sedem ku xwendevan bi alternatîf bifikire, bi delîl û fikran re tevlî honakê bibe.
Celadet Elî Bedirxan bala xwe daye vî cureyî. Sê çîrokên wî balkêş in; du jê polîsiye ne, yek jê jî ceribek e derbarê vî cureyî de.
Leheng û mekanê du çîrokan rojava ye. (Jinika ku du caran hatibû kuştin, gelo xwe kuşt an hate kuştin?)
A sisêyan ku em wekî ceribekê dibînin bi navê “Maçika Diranker û Cezayê wê” ye. Ev çîrok ne polîsiye ye; diranker ji bo êşa diranê keça destbirakê xwe rihet bike qaşo wê tedawî dike lê keça destbirakê xwe maç dike.
Diranker, destbirakê wî û keça destbirakê wî li dadgehê ne. Sûc û sûcdar diyar in, bûyereke dedektîfî li meydanê nîn e, lewre ne polîsiye ye.
Çîrok bêtir mîzaheke reş e. Bi vê çîrokê re, Celadet Bedirxan xwestiye tiştekî nû tevlî vî cureyî bike an bi vê çîrokê re henekê xwe li vî cureyî girtiye, paxav pê nexistiye? Bijêneka duyem ne nêzî hiş e lewre ger wisa bûya ê her du çîrokên din bi wî awayê cidî ê nenivîsanda.
Îhtîmala sêyem jî heye, her du çîrokên pêş beleseb di nav civaka rojava de naqewimin, bi vî awayî Celadet Bedirxan belkî xwestiye detsnîşan bike ku ji bo vî cureyî rewşa civakan halê civakan muhîm e.
Fikirîna vî cureyî, destpêkirina nivîsîna vî cureyî ji bo edebiyata kurd wekî her karê ku kiriye yek ji meziyetên, xweşmêr, Celadet Bedirxan e.
Nîşe: Bang li komên şanoyê;
“Maçika Diranker û Cezayê Wê” heger bibe tekstek şanoyê ê çi tiştekî muhteşem jê derê, ne wisa?..


