Diyarname
Îsal 13'yemîn car pêşangeha hunerê Contemporary Istanbul li dar ket. Hevdîtina hunerî 20'ê mehê dest pê kir û êvara 23'yê mehê bi dawî bû. Di Contemporary Istanbul de berhema ku herî zêde bal kişand û temaşevan çûn serdana wê "Odeya Bêmiriniyê" ya hunermend Ahmet Guneştekîn bû.
Vaye bi reqeman Contemporary Istanbul:
- Ji 22 welatan 83 galeriyên hunerê stand/galerî vekirin.
- Ji 83 galeriyan tenê 29 jê ji Tirkiyeyê, yên din ji derveyê Tirkiyeyê bûn.
- 400 jê biyanî 650 hunermend bi berhemên xwe derket pêşberî hunerhezan.
- Li dor 2 hezar hebî berhem li pêşangehê bûn.
- Di 4 rojên pêşangehên hunerî vekirî bûn de 74 hezar kes çûn serdanê.
- Bilêtên ketin her du rojên pêşî bi 60, her du rojên paşî bi 70 TL'yî hatin firotin. Ligel vê jî eleqeyek mezin çêbû.
**