logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

BDP ji bo kongreyê amade ye

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) amadekariyên kongreya xwe ku wê di 4'ê rezberê de li dar bixe temam kir.

  • Dîrok: 30/08/2011
  • Beş: Nûçe

ENQERE
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) amadekariyên kongreya xwe ku wê di 4'ê rezberê de li dar bixe temam kir.
Kongreya ku wê bi diruşma "Em bi Xweseriya Demokratîk Komara Demokratîk silav dikin" bê lidarxistin diyarî bîranîna Endamê Meclisa Giştî ya Bajarê Wanê Yildirim Ayhan ê ku di çalakiya mertalên zindî de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin tê kirin.

BDP'ê amadekariyên 2'yemîn Kongreya xwe ya Mezin temam kir. Kongre wê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlaliyê li dar bikeve û ji bo vê amadekariyên teknînî temam in. Kongre dê bi lîsteya blok bê kirin û meclisa partiyê jî dê ji kesên ku ked dane û bibiryar in pêk bê. Ji bo hilbijartina namzetên Meclisa Partiyê pîvanên wekî "kesên ku wê di avakirina Xweseriya Demokratîk de xwedî soz bin û li dijî êrîşan vînek pêş bixin" bingeh hatine girtin û dîsa li ser pîvana xebata aktîf jî sekinîne.

80 endamên MP'ê

Namzetên Meclisa Partiyê (MP) ji aliyê Komîsyona Kongreyê ve ji mulaqatê têne derbaskirin. Di mulaqatan de cewherên namzetan ên rêxistinkirinê û hunerên wan ên siyasetê li ber çavan tê derbaskirin. Piştî hevdîtinan wê 80 endamên bingehîn û 40 jî yêdek bêne diyarkirin.

Di kongreyê de lêgerînên yekgirtinê û bêhtir wê nasnameya BDP'ê derkeve pêş. Ji bo berendamtiya hevserokatiyê parlamenterê berê Mahmut Alinak serî lê da ye lê tê texmînkirin ku Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak wê ji bo hevserokatiyê bêne hilbijartin.

Kongreya xweseriyê 

Kongreya ku wekî "Kongreya Xweseriya Demokratîk" tê binavkirin bi dirûşma "Em bi Xweseriya Demokratîk, Komara Demokratîk silav dikin" tê lidarxistin. Ji bo kongreyê afîşên bi kurmancî, kirmanckî (zazakî), tirkî û zimanê suryanî hatin amadekirin û dê ji bo Xweseriya Demokratîk a ku berî demekê KCD'ê îlan kir jî peyamên girîng bên dayîn. Guhertinên ku dê di rêzikname û bernameyê de bêne kirin jî li gorî xweseriya demokratîk bêne kirin.

Di kongreyê de ji bilî wêneyên Yildirim Ayhan ê ku di çalakiya mertalên zindî de hate qetilkirin dê wêneyê Husnu Ablay, Cîhan Denîz, Mazlum Dogan û Sema Yuce jî li salonê bêne daliqandin.

Ji bo kongreyê ji welat û derveyî welat gelek partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî hatin vexwandin. Vexwendiname bi kurdî û tirkî hatin amadekirin û hin kes jî bi telefonê hatin vexwandin. Ji delegesyona biyanî gelek kes dê beşdarî kongreyê bibin. Musteşarê MÎT'ê yê berê Cevat Oneş jî ji bo kongreyê hat vexwandin û wî diyar kir ku ew ê bi hêviya kongreya aştiyê bi kêfxweşî beşdarî kongreyê bibe.

Serîlêdana Yeni Şafakê red kirin

Di vê navberê de ji 60'ê zêdetir saziyên çapemeniyê jî ji bo kongreyê bişopînin serî li BDP'ê dan. Gelek qunciknivîskar jî ji bo kongreyê hatin vexwendin û çapemenî eleqeyeke mezin nîşanî kongreyê dide. BDP'ê yekem car di vê kongreyê de akredîtasyon pêk anî. BDP'ê serlêdana rojnameya Yenî Şafakê ku berî demeke siyasetmedarên kurd kiribû hedef û manşete "Kujer hûn in" bikar anîbû qebûl nekir. Bi vî rengî BDP'ê yekem car li dijî saziyeke çapemeniyê ambargo danî.


 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Barbarê Kawa Nemir

ad

Li Tirkiyeyê malpera Playboy jî hate girtin

ad

Li Kobanî 'Konferansa Perwerdehiyê ya Navneteweyî' bi dawî bû

ad

Porteqala Zêrîne hîvey fîlman a

ad

Berken Bereh qala sê qonaxên helbesta kurdî kir

ad

7 çîrokên nivîskar li ser sergoyê hatin dîtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname