Berî wextekê di televîzyonê de axaftvanekî tirk ev hevok saz kirin:
"Dewlet însanan biîtîbar dike an jî bêîtîbar dike." Ez gelek li ser wan hevokên "rewşenbîrekî" fikirîm!
Azadî, azadiya takekesî pê re bûn mijar ji bo min...
Li welatên demokrasî tunebe an jî hindik be encam ew e, a bi seyr ew e ku "ew rastî" wekî hewes, wekî texlîd û heyraniya desthilatiyê, mimkûn e di nav mixalefet û qadên kulturî, edebî de jî were dîtin!
Mesele ne redkirina îtîbara însanan e, mesele ew e "îtîbar" çawa bi mohr û etîketên ji desthilatî, ji sazî, ji derdor û ji gelek qadên dîtir yên desthilatiyê tê bidestxistin, an jî ji dest tê dayîn, ew awa û meriyet were rojeva xwendevanî û nivîskariyê!
Wexta ji bo bindestan jî heman rewş dikeve meriyetê, bi qalib û gotinên li ser fikra azadiyê ew rewş tê nuxamtin, mesela ava bin kayê tîne bîra merivan, rewş ji êtkirên dewletê zortir dibe!
Êşa herî mezin ew e kesên mexdûr, mehsûm ji wê rastî û têkiliyê bêhay, bêyî karibe pirsan bike, mohr li ku were xistin, mohrvan çi jê re bêje, bêyî bide ber pirsan, qebûl dike, mexdûr û mehsûmê herî muhîm e ew xûre xwendevaniye, ji bo wî cureyî, ne diruşme, ne şîret, ne qalibên siyayî ne jî mixalefeta sert dibe çare, çare pêşkêşkirina metnên edebî ye, heqîqeten metnên edebî be!
Îş zor e helbet ji bo hilweşandina silsile û têkiliyên wisa... lê edebiyat tam jî ji bo têkiliyên azad yên bêmohr e, carna bêhna merivan diçike, diçikînin lê destdatanîn nîn e...
Ji dewletê bigire heya rêxistin, partî, sazî, weşanxane, kom û "mehsûmên bêpirs" giş bi "min" ê destpê dikin...
Desthilatî bi hukmê metnan dizanin, zimanê xwe, rabêjên xwe saz dikin, gelek li metnan miqate ne lê mexdûr, mehsûm û xwendevaniya qebûlkar wexta li wê rastiya metnan nawerqile her tişt bi halê xwe yê heyî diherike dibe îhtimal ku hew kesek di medya mixalîf de bibe temsîlê kultur û edebiyatê, bîst sî salan qebûl, ezber, dubareyan pêşkêşî qadê bike! Tam jî "dînozor"iya di qada edebî û kulturî de tîne bîra mirovan, çi îronîyeke erjeng e!
Ji lewre gerek xwendevanên kurdî bi awayek gelek biqedr û biîtîbar li metna herî lawaz û jirêzê jî mêze bike ku karibe her metnê analîz bike, pê re têkilî deyne da ku kariba metna rexneya xwe bi gav û hewla xwe ya azad re bi goşt û bi can bike, di edebiyatê de îtîbara herî mezin ew e, bi têkiliya bi metnê re dest pê dike!


