Nizanim hûn Emîne Demîr nas dikin an na. Emê îro qala çîroka wê bikin.
Emîne Demîr di 10.04.1985'an de li Qosera Mêrdînê tê dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê, li Zanîngeha Gaziyê jî Beşa Kamûyê dixwîne. Ew jî wekî hemû kurdên bakur ji zarokatî de hay ji têkoşînê dibe. Vê têkoşîna xwe di zanîngehê de jî didomîne. Lê dîsa wekî piraniya xwendekarên kurd ên hay ji xwe heyî rastî zordariyan tê û di encamê de; wekî gelek xwendekarên kurd ji mecbûrî dest ji zanîngehê ber dide.
Ew 23 salî bû dest pê kir
Dîsa wekî gelek ciwanên kurd dest bi nivîsandina kurdî dike, di Azadiya Welat de dixebite.
Dema min di Azadiya Welat de dest bi kar kir sala 1998'an bû û ez 23 salî bûm. Emîne Demîr jî di 23 saliya xwe de, di sala 2008'an de di Azadiya Welat de dest bi kar dike û dibe Berpirsa Karên Nivîsaran.
Di nav rojnameyên me kurdan de barê herî giran li ser milê berpirsên karên nivîsaran e. Gelek caran em bi nûçeyên xwe pesnên xwe didin, em poz bilindî dikin, lê ew di ber me re dikevin girtîgehê.
Ev yek tê serê Emîne Demîr jî.
Dadgeha Amedê ku piraniya wextê xwe ji bo çapemeniya kurdî vediqetîne, ji vê wextê xwe hinekî jî ji bo Azadiya Welat vediqetîne û dozê li rojnameyê vedike; helbet li Berpirsa Karên Nivîsaran Emîne Demîr.
Dadgeh, li 84 nûçeyên ku di salên 2008 - 2009'an de di Azadiya Welat de hatine weşandin dozê vedike û (di danişîna roja 30.12.2010'an de) bi temamî 138 sal cezaya hepsê li Demîr dibire. Helbet Demîr jî wekî gelek berpirsên nivîsaran ên çapemeniya kurdan dizane ku dê wê tewqîf bikin, loma naçe dadgehê û dadgeh bêyî ew hebe, bêyî parastina xwe bike ceza lê dibarîne. (Niha nêzî 10 berpirsên karên nivîsaran ên Azadiya Welat ên ku rewşa wan dişibe ya Emîn Demîr hene)
Dadgeh wekî her gav, peyva ku jixwe re kiriye benîşt bikar tîne: "Propagandaya rêxistinê kiriye." Dadgeh ji bo her nûçeyê salek û 6 mehan ceza didê.
Û di encamê de der barê Emîne Demîr de biryara tewqîfkirinê derdixe. Demîr hê nehatiye girtin lê li ku derê bibînin dê wekî Vedat Kurşun ê berpirsê karê nivîsaran ê Azadiya Welat ê berê bavêjin girtîgehê. Û helbet tevî Kurşun û Demîr, Ozan Kiliç jî para xwe ji cezayan girt.
ÎHD'ê xelat dayê
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê her sal li ser navê Ayşe Nûr Zarakolu Xelata Azadiya Ramanê dide. ÎHD'ê biryar da ku îsal vê xelatê bidin Emîne Demîr, Îsmaîl Saymaz
û Necatî Abay. ÎHD'ê xelat da Demîr lê Demîr nekarî were xelata xwe bigire, li ser navê wê girtin.
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas jî ev cezaya ku dane Demîr bi tundî şermezar kir.
Azadiya Welat wisa dimeşe
Gelek nivîskarên kurd Azadiya Welata ku niha weşanê dike naecibînin. Gelek jê rexneyan dikin. Ji van nivîskaran hema bibêje ji bilî hevalê me Sami Tan nivîskarên berî 2000'î ku di Azadiya Welat de binivîsin tune ne. Dibe ku ew Azadiya Welat naxwînin jî. Nizanim. A rast ê min bixwe jî gelek rexneyên min li Azatdiya Welat hene ji aliyê nûçe û naverokê ve. Lê digel vê yekê jî her serê sibê (ji bilî roja yekşeman) ez rojnameyê ji bayiyê dikirim. Ji ber ku ez dizanim Emîne Demîr ji bo peyvên ku li ser rûpelên Azadiya Welat soberî dikin ew qas ceza xwariye; Vedat Kurşun ji bo wê di hundir de ye. Û ez dizanim ew peyv baş soberî nekin jî ew peyvên diya min in.
Helbet heta dawî emê rexneyên xwe jî li Azadiya Welat bikin, emê ji wan daxwaz bikin ku rojnameyeke baştir bidin me, lê emê Emîne Demîr jî, Vedat Kurşun jî, hevalên din jî û zehmetiyên ku ew dikişînin jî ji bîr nekin.
Em cezayê deynin aliyekê, em vê carê ji vî alî ve li meseleyê binêrin:
Tenê ceza li Emîne Demîr nebirîn, ceza li xeyalên wê jî birîn, ceza li rojnamegeriya wê jî. Ger dadgehê wisa pêşî lê negirta dibe ku wê bixwesta bibe rojnamegerek baş, dibe ku xeyalên xwe ber bi serketinê ve bibira...
Me demek berê di Diyarê Me de cih dabû Hamdiye Çiftçi* ku ew jî yek ji van rojnamegeren me bû. Û niha jî Emîne Demîr. Emê carinan cih bidin hevalên me yên din jî. Heta kengê? Heta ku peyvên me jî azad bibin, û rojnamegerên me jî.


