Hinek bi derengî be jî min dem dît ku li ser Fûara Pirtûkan a Stenbolê, TUYAP'ê tiştinan binivîsim. Vane notên min ên li ser fûarê:
- Mijara bingehîn a îsal a fûarê "Werger" bû. Weşanxaneyên tirkan bi dehan çalakiyên li ser vê mijarê li dar xistin. Panel, sohbet û gotûbêjên li ser vê hatin çêkirin, mijar hate nîqaşkirin. Lê digel ku çend heb weşanxaneyên kurdan beşdarî fûarê bûbûn jî ji wan yekê jî çalakiyeke li ser vê yekê li dar nexist.
- Piştî dawîlêhatina fûarê weşanxaneyeke kurdan (Weşanên Avestayê) maileke şand û têde got, "Fûar ji bo me baş derbas bû". Me ev mail neweşand. Hin malperên me ew mail weşand. Bi ya min, ev maileke reklamê bû. Mafê weşanxaneyeke ku maileke wisa bişîne û tişteke wisa biweşîne heye. Lê dema me maileke wisa biweşanda, me yê pesnê wê weşanxaneyê bida. Yan divê me ji weşanxaneyên din jî bipirsa ka li cem wan çawa bû û wisa nûçeyeke amade bikira, yan jî divê me neweşanda. Lewma weşanxaneyên din ên ku beşadarî fûarê bûne jî heq dikin ku tişteke wisa li ser wan bê weşandin. Werhasil, her malper terciha wan cihê ye. Ji aliyê wan ve çawa baş derbas bûye ez baş nizanim lê dîsa jî em Avestayê pîroz bikin.
- Di vir de tişteke din: Meseleya "Serketin yan neserketina weşanxaneyekê" bi çi diyar dibe? Mesela bi firotina bi têra xwe pirtûkan diyar dibe? Yan aliyên wê yên din jî hene? Karê weşanxaneyan di fûareke wisa de tenê firotina pirtûkan e?
Mesela ne peywira wan e ku çalakiyên wekî panel, gotûbêjan li dar bixin? Ger tiştinên wisa nekin dê aliyê serketinê kêm nemîne? Bi ya min kêmasiya mezin a hemû weşanxaneyên me ye ku di fûarê de (digel ku mijareke girîng wekî WERGER'ê hebû jî) tu çalakî li dar nexistin...
Gelo werger wan eleqedar nake? Du gotinên wan nîn in ku bibêjin? Em dizanin ku hema bêje hemû weşanxaneyên me pirtûkên wergerê weşandine, di vê di vî warî de jî gotina wan heba.
Dîsa, ji ber nebûna çalakiyên bi vî rengî dengê kurdî ji salonên panel û nîqaşan bilind nebû. Ev bixwe kêmasiyeke mezin e ji bo weşanxaneyên me.
- Hin weşanşxaneyên me, diduyan bi hev re cih vekiribûn. Bi ya min ev ne stratejiyeke baş e hem ji bo weşanxaneyê, hem jî ji bo pirtûkên bi kurdî. Ji bo başiya pirtûkên bi kurdî ez wisa bibêjim: Li nav qada fûarê li gelek cihên berfireh çiqas standên bi kurdî hebin dê ew qas baş e. Yanê dê serê her gavî pirtûkek bi kurdî, standeke bi kurdî bixuye. Texmîna min ew e ku ji aliyê aborî ve her weşanxane dikare standeke wisa li dar bixe. Mînak Weşanên Do, digel îmkanên kêm jî bi serê xwe standeke vekiribû, ev tişteke baş bû.
- Ji aliyê şikla standê ve weşanxaneyên me yên serketî û yên neserketî hebûn. Mînak hinan afîşên xweşik çêkiribû û bi standa xwe ve daliqandibû, lê hin jê standa wan rût bû. Mînak standa Weşanên Aramê di vî warî de rût bû.
- Hin weşanxaneyên kurdan ku heta niha bi dehan pirtûken weşandine jî di fûarê de nîn bû, stand venekirin, çima?
- Di nav qada fûarê de digel weşanxaneyan sazî û rêxistinên sivîl jî standan vedikin. Lê di vî warî de jî kurd nîn in. Ji komeleya ziman a tirkan, heta komeleya wergerê, komleya pirtûkxaneyan, heta weqfên cur bi cur ên tirkan hene, lê yê kurdan? Mînak çima Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li fûarê qet standê venake? Gelo standê veke û ew ferhengên xwe yên gewre, ew ferhengê gotin û biwêjan pêşkêş bike dê ne baş be? Dîsa ji bo nasandina xwe jî dê ne tişteke baş e.
- Dîsa digel ku navendên çandên tirkan di fûarê de standan vedikin ji bo nasandina xwe, çima Navenda Çanda Mezopotamyayê qet di fûarê de cih nagire? Ma standê veke û hema belavokên li ser komên xwe belav bike dê ji bo wê nebe çalakiyeke gelek serketî?


