We miheqeq di Diyarnameyê de xwendiye, ger we nexwendibe jî we dîtiye; nûçeya li ser aksana meymûnan. Piştî vê nûçeyê, li ser zaravayên meymûnan û zaravayên kurdan, li ser jiyana wan û ya kurdan çend notên min hene …
Pêşîn em îstatîstikên lêkolînê bi kurtahî ji nava nûçeyê bigirin û pêşkêş bikin:
“Zanyarên Japon li ser 23 meymûnên li girava Yakuşima û 30 meymûnên Makak ku 1956’an de koçî Girê Ohira kirine lêkolîn kir. Di lêkolînê de derket holê ku frekansên qîjînê yê meymûnên li Yakuşima, li gor yên ku li Ohira dijîn 110 hertz bilindtir e.
Lêkolîner dibêjin ku darên li Yakuşima pêşî li qîrîna meymûnan digirin û ew jî ji ber vê yekê bi dengek bilindtir diaxivin.
Meymûnên ku li Ohira jî dijîn, li wir ji ber ku dar biçûk in, ew ne di nav hewleke wekî hewla meymûnên Yakuşima de ne û ji ber vê yekê ferqek di navbera aksana her du komên meymûnan de derdikeve holê.
Ji Zanîngeha Kyota ya Enstîtuya Lêkolînan Meymûnan Profesor Nobuo Masataka got, ‘Ferqa qîrîna meymûnan dişibe cudahiya zaravayên ku di nav mirovan de ne.’”
Niha notên min:
1- Meymûn ji hev parçe bûne, her komek ji wan li derekê (hin li Ohira, hin li Yakuşima) dijîn, em kurd jî parçe ne, em her yek li parçeyekê dijîn.
2- Ew li parçeyên ku lê dijîn li hev dikin, em li parçeyên ku lê dijîn jî li hev nakin. Em her yek li gor berjewendiyên xwe tevdigerin.
3- Bi vê parçebûnê re di zimanê meymûnan de aksanên cihê derketine, yê me kurdan jî bi vî awayî…
4- Ji ber têkiliya wan a parçebûyî di zimanê wan de guherîn pêt hatiye, zimanên wan ji hev cihêbûne, ê me kurdan jî di nav parçeyan de zaravayên me gelek ji hev dûr ketine.
5- Dinya gihîştiye wê astê ku êdî li ser zaravayên sewalan jî lêkolînê dike. Em kurd hê nikarin bi têra xwe li ser zavarayên xwe lêkolînê bikin.
6- Meymûn li nav daristanan ji bo ku baş ji hev fêm bikin dengê xwe bilind dikin, em ji bo ku heqaretê li hev bikin, di malperên xwe de, di nav partiyên xwe de dengê xwe bilind dikin.
Rewş ev e. Ez çi bêjim, çi nebêjim…
Bi hêviya ku emê zimanê xwe her pêş bixin…


