logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

HDP serketiye, çima?

  • Dîrok: 02/11/2015
Pêşî bibêjim, tiştên ku ezê niha li vir bînim ziman nayê wê wateyê ku divê HDP li ser xwe bi awayekî xurt nirxandinê neke û li çareyan negere.
Piştî vê kurtegotinê;
Belê bi ya min HDP serketî ye.

Ez xal bi xal rêz bikim:

- Li Tirkiyeyê "Milli Goruş" di sala 1969'an de dest pê kir. Ev 46 sal in û ev 21 sal in jî (ji dema Şaredariya Stenbolê ve) desthilatdar e. Û ev 13 sal in jî hemû derfetên dewletê ligel rêxistinên din ên olî parve dikin û dixwin. Di 7'ê pûşperê de ji ber xwarin, dizî û tiştên din hinek li hev ketibûn, vê carê wan rêxistinên olî careke din di bin banê AKP'ê de li hevkirinek pêk anî.
Hemberî van rêxistina tevgera kurd piştî salên 70'yî derketiye holê lê ji derfetên dewletê bêpar. 1'ê sermawezê bi vî awayî li dar ket, mirov AKP û HDP di van çarçoveyan de dikare binirxîne û hin tiştan bibêje. Emê jî wisa bikin. Loma em dibêjin HDP serketî ye.

Em bidomînin:
- Li Tirkiyeyek ku partiya desthilatdarî her cure tiştî (şer, girtin, pere, çapemenî, tehdîd, aborî û hwd) ji bo serketina xwe bikar tîne de li ser lingan mayîn bi xwe serketinek e. Hem ji ber vê, hem jî ji ber HDP'ê dengên partiya siyasî ya vê tevgerê ji asta 5-7'an derxist bi ser 10'î loma serketî ye. Êdî pirsgira tevgera kurd a bendava hilbijartinê nîn e. Pirsgirêka "van dengan dikare çawa bilindtir bike" heye.

Bandora çapemeniyê
- Li Tirkiyeyê û li Bakur her kes çav li çapemeniyê ye û çapemenî gelek bandorê li mirovan dike. Ji bo serketina mezin derket holê ku divê çapemeniyeke te ya mezin hebe. TRT jî di nav de 12 kanalan di 25 rojan de 138 saet cih daye Erdogan, 238 saet cih daye AKP'ê (bi giştî 376 saet). 36 saet cih dane CHP'ê, 21 saet cih dane MHP'ê û tenê 6 saet cih dane HDP'ê. Ligel ew qas cih dane AKP'ê û çapemeniya AKP'ê di her saet û kêlî de ji bo HDP dakeve bin bendavê weşan kir, lê di encamê de HDP'ê tenê 2 pûan winda kirin. Loma ligel vê bêedaletî jî ew qas deng girtin HDP'ê dikare serketî bê nîşandan. Ha, li vir çapemeniya kurd jî dikare xwe bide bin lêpirsînê ka çiqas bandor kir, çiqasê din divê bike...
Xala din, vê carê çapeminiya mezin a Tirkiyeyê qet cih neda HDP'ê (ku ev yek eşkere gotin jî) kir ku aliyê rojavayê Tirkiyeyê guhê ku di 7'ê pûşperê de ji bo HDP'ê vekiribû bigire, yan jî bi aliyê din de bade.

Rojavayê Tirkiyeyê
- Bi awayekî xurt venegotina "Tirkiyeyêbûnê" ku bala gelek tirkên rojavayê Tirkiyeyê dikişand vê carê li aliyê rojavayê Tirkiyeyê hem eleqeya ji bo HDP'ê kêm kir, hem jî deng. Lê berevajî vê yekê her çiqas li hin bajaran deng hatibin windakirin jî nasnameya wê ya kurd xurtir kir. Ev erênî ye.

Xweseriya 12 bajar dîsa hat erêkirin
- Li gor vê, li 12 bajaran HDP bûye yekemîn û HDP'ê nîşan da ku li van 12 bajaran êdî ev yekemînî naguhere. Ev yek meseleya xweseriyê careke din tîne rojevê. Li van 12 bajaran dema referandumek ji bo xweserî bê kirin li van 12 bajaran qebûlkirin sedî sed e. Ev yek jî serketinek e. 

Dengên metropolan
- Qîmeta dengên metropolan careke din derket holê. Ger li Tirkiyeyê siyaset bê dewamkirin bi qasî Amedê Stenbol, bi qasî Wanê Îzmîr, bi qasî Mêrdînê Enqere girîng e. Bi temamî nebe jî ligel her tiştî parastina dengên li metropolan serketinek e. Dema pêşiya me diyar e xebatek mezin ji bo vê yekê jî lazim e.

Gelo şer êdî bandorek neyînî dike?
- Şerê li Kurdistanê tirs xist dilê aliyê rojavayê Tirkiyeyê û vê yekê bi awayekî neyînî xwe nîşan da di warê dengan de. HDP'yiyan hewl da xwe ji bo guhartina vî fikrî lê têr nekir. Hat dîtin ku dema şer hebe rojavayê Tirkiye ji HDP'ê dûr dikevin.

Meseleya îtîfaqan
- Ji aliyên beşdarên nava HDP'ê ve jî nîqaşek heye; îtîfaqa ligel elewiyan yan suniyan... Îtîfaqa ligel çepgiran û hwd. Bi ya min tevger divê xwedî li elewiyan jî derê, li suniyan jî. Ji her du derdoran jî di dema pêşiya me de divê nûner têde cih bigirin. Bila Altan Tan jî hebe, Muslum Dogan jî hebe. Her yek fikra wî, rexne û nêrînên wî cuda bin jî bila; ew jî parçeyek vî gelî, parçeyek vê tevgerê ne û divê ji niha û pêde jî hebin.
Ji bo çepgirên Tirkiyeyê jî; Gere ew jî di navê de bin lê ne hewceye parçeyek dîreksiyonê di destên wan de be.  Dengeyek wisa baş bê sazkirin dê pêşeroj baştir be. Tiştek zehmet e van hemûyan di nav heman cihî de bê girtin, lê girtina wan bi xwe serketin e.

Meseleya Kurdistanê
- Serdema pêşiya me dê meseleya Kurdistanê (bi Başûr û Rojava ve jî eleqedar) zêdetir bibe meseleya nîqaşê. Bakur ev firsend bi serketina 12 bajaran da HDP'ê ku HDP serdema pêşiya me de divê zêdetir guh bide vê.

Riha divê dîsa bifikire
Rêxistinên li bajarên kurdan gere careke din bifikirin em dikarin çawa asta dengên dewletê (AKP+Huda-Par) kêm bikin? 5 salên pêşiya me ev barê serekeye li ser milên wan. Û hin bajar divê bi taybetî bifikirin. Mînak Riha. Her demê 3 mebûs li Rihayê sedî sed bûn, vê carê dîsa heman mebûs girtine. 7'ê pûşperê de çawa 5 girtin ji 6'an daketin û vê carê çima daket 3'yan, yanê asta her gavê... Rêxistina Rihayê bi hûrbînî gere li meseleyê binêre. Heta li Rihayê HDP nebe yekemîn çareseriya meseleyê zehmet e.
Û Çewlig jî...

Meseleya Hevserokatî
Gotinek jî ji bo meseleya hevserokatî ez bibêjim: Wekî fikir tiştek rast e. Di meseleya Selahattin Demirtaş de tevgerê gavek mezin avêtiye û serketiye, lê di meseleya hevseroka din de bi ya min divê hinek din nîqaşê bike. Mînak çima ew jî ne ji rêxstina kurd be? Ma hewceye îlleh ji çepek be?
Meseleya jinan û berendaman jî heye... Mijara me belav dibe lê bi kurtî bibêjim ku di hilbijartinek din de divê ji her du aliyan ve jî baştir neqandinek çêbe.
***
Min ji bîr kiribû, hevalê min Zekî Ozmen bi bîra min xist: sipas ji bo hemû hevalên li derveyî Tirkiyeyê ku bi sedan kîlometre çûn û dengê xwe dan. Ha, divê ev deng zêdetir ba lê xem nake. Dîsa sipas.

Hin Nivîsen Nivîskar

Hin çalakiyên kurdan ku nakevin serê min

  • 02 Berfanbar 2018

Berî her tiştî, bênîqaş bibêjim: Her xebateke ji bo kurdî tê kirin bi min hêja ye. Em vê deynin aliyek û vegerin ser mijarê...Kurd her çalakiyên cur...

Notên ji 2'yemîn Kongreya DTP'ê: Serê her gotinê kurd bû

  • 21 Tîrmeh 2008

 Hema bêje di deh salên rojnamegeriya xwe de min hemû kongreyên DTP'ê (yên asayî, yan jî awarte) yên mezin şopandine, ez li wir amade bûme wekî...

Ji kurdên Başûr pirsek li ser Amerîkayê

  • 22 Kewçêr 2024

Li Başûr gelek kompanî hene. Pêşî mînakek: Serokê TISÎAD'ê (Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Iraq-Tirkiyeyê) Nevaf Kiliç wisa gotiye, "Niha nêzî 1500 kompaniyên tirk li Herêma Kurdistanê kar dikin, li temamê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê tê

ad

Piştgirî ji bo daxwaznameya 'sonda me' ya Demirtaş

ad

Ronaldinho 46 serey xwu de reyna dest bi fûtbolî keno

ad

Şahiya belgefîlman Documentarist dest pê dike

ad

Di xelata Man Booker de gavek yekem

ad

Ji bo rojnameger Kizilkaya kampanyaya pirtûkên helbestan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname