Diyarname
Fîlmên ku dê ji bo Oscarê bibin berendam hêdî hêdî diyar dibin. Di beşa Fîlmên Biyanî de ji Tirkiyeyê fîlmê derhêner Nuri Bilge Ceylan "Bir Zamanlar Anadolu'da" (Zemanekî li Anatolî) tevî 63 fîlmên ji welatên cur bi cur bûye pêşberendam.
Ji van fîlman dê 5 fîlm bêne hilbijartin û ji bo Oscarê bibin berendam. "Bir Zamanlar Anadolu'da" jî dike ku bikeve nav van 5 fîlman.
Sala pêşiya me 84'emîn car dê xelatên Oscarê bêne dayîn. Berendamên Oscarê dê di 24'ê rêbendana 2012'an de bêne eşkerekirin û di 26'ê reşemiya 2012'an de jî li Los Angelosê bi merasimekê xelat bêne dayîn.