Mijara: 2008 û helbesta me -3-
Li esmanekê bi te biriqî navdariya min
Gotineke Medan
Bê guman wekî her neteweyê em jî xwedî kelepor û mîrateyeke hêja ne. Helbest di vê qadê de ya herî biriqdar û bi nirx e. Ew çîroka rabirdû û dahatûya me ye. Lewre em di wê de hişmendî, kûbarî, berxwedêrî û hemû xisletên netewa xwe dibînin. Ku em bixwazin rewşa îroyîn a helbesta me destnîşan bikin, divê em bi kurtayî be jî behsa dîroka helbesta xwe bikin.
Ger em helbesta devkî ku wekî stran, kilam û rengine din xwe gihandiye heta îro û di xwe de taybetiyên civaka me bi awayekî xweşik neqişandiye deynin aliyekî, em dikarin xwe bigihînin Avestayê û beşa “'Gata yan Gatan'a ku bi awayê helbest û kîteyî hatiye nivîsîn. Her wiha ji Boraboz, Baba Tahirê Uryan…heta xwe digihîne îro em dibînin ku helbesta kurdî her bi civakê re daye û standiye. Bi gor rewş û jiyana civakê dirûv û teşe girtiye. Berî ola îslamê em bêhtir rastî helbestên şer, evîn, xweza û mirinê tên. Bi ola îslamê re helbesta kurdî hem bi teşe û hem jî bi naveroka xwe ket ber pêla veguherînê. Ji ber ku zimanê erebî yê Qur’anê bû, bawermend, ronakbîr û wêjevanên kurd jî pêdivî dîtin ku zimanê erebî hîn bibin. Vê pêdiviyê kir ku ew çand û wêjeya cîranên xwe hîn bibin û sûdê ji wan werbigirin. Heta roja îroyîn jî em di berhemên kurdî de şop û nexşên çanda îslamê dibînin. Lê ev têkilî ne bi awayek korane, berevajî bi zanistî û hunereke bedew dihate kirin. Ji ber vê çendê helbest ji bo perwerdehî û baweriyeke xurt û zelal têkoşaye. Di van helbestan de evîna xwedayî û ya beşerî têkel bûye. Mirov bi hêsanî nikare wan ji hev veçirîne, cuda bike
Ew meyê gerden dirêjan/şîşe û wan baderêjan/min nema hiş li nivêjan/li deftera dînanim ez/.
Tu carî tiştine dûrî ola îslamê nehatine pesinandin. Helbestvanên me berevajî hemdemên xwe şert û mercên tesewûfê bi awayek zanistinî pêk anîne. Ewan her evîneke xwedayî ji xwe re kirine mijar û di helbestên xwe de jî tiştine dûrî vê rastiyê rexne kirine. Her wiha ne tenê îslam, helbestvanên me olên din jî bê nirx nekirine, cudahî ne xistine navbera wan. Wan eşqa îlahî ji xwe re kiriye mebest. Mînak;
Hûn ji dêrêve tên, qesta keniştê hin dikin
Ney ji vanim, ney ji wanim, min derê xemmarê bes .
Dilkeştîme ji dêrê naçim kenişteyê qet
Xirqe vaye bi min ra wer da biçine Laleş!
Melayê Cizîrî
Ew di wê baweriyê de bûn ku her kes tenê evdê Xwedê ye û tu cudahî di navbera wan de nîn e. Encax bi eşqa îlahî mirov dikare xwe bigihine wî. Ne caîz e ku mirov kesekê (şêx, seyîd, pîr, keşe, hwd) têxe navbera xwe. Ev çewtî û xurafeyên qaşo olî rexne kirine û gel hişyar kirine. Şêxê Sen’an yek ji van mînakan e. Lewre wan navê xwe kiriye mela, an feqî, lê ne şêx.
Em dikarin bibêjin ku di vê qonaxê de çanda devkî û ya nivîskî bi hev re jiyane û bandor li hev kirine. Lê taybetiyek helbestvanên me ya wê demê ev e ku ewan tu carî xwe ji reh û rîşên qewmê xwe dûr nekirine û heta gelek caran bi qewmiyet û xwezaya xwe xwe pesinandine. Xasma Melayê Cizîrî van her du gencîneyan bi awayek xweşik di berhemên xwe de bi cih kiriye.
Em di berhemên Ehmedê Xanî de rastî eşqeke sofiyane tên. Lê bi ya min a balkêş ew e ku wî deriyê nûjeniyê vekiriye û bingeh û pradîgmaya “netew, netew dewlet”ê ava kiriye. Ger ku îro em li ser yekîtiya netewî dişewitin û hesreta wê dikişînin encama wê pêşbînî û manîfestoyê ye.
Wekî din helbestvanên me bergeh û asoya hizrî, nîgaşî û ramyariyê heta dawiyê xwestine fireh bikin. Li ser çêbûna dinyayê û pirsgirêkên insên, ango li ser hebûn û heyinê ponijîne û bi palpişta Eflatûn, Sokrat û hwd şiroveyine balkêş raberî me kirine. Her wiha civak û pirsgirêkên civakî di berhemên wan de têra xwe cih stendine û rêyên çareseriyê şanî me dane. Bê guman ev qonaxa ku heta sedsala bîstemîn domandiye ji helbesta kurdî re bingeheke xurt ava kirî ye û agirê nûjenî û veguherînê gur kirî ye.
(Dê bidome)
Beşên din ên vê rêzeyê:
2008 û helbesta me -2-
2008 û helbesta me -1-


