Diyarname
Kurdan 13 sal berê, Durziyan meha borî, niha jî elewiyên Sûriyeyê, "Herêma Sûriyeya Naverast û Rojava" ragihandin.
Konseya Siyasî ya "Sûriyeya Naverast û Rojava" bi danezanek îro xweseriya xwe ragihand û pêre jî rêveberiya federal ji bo Sûriyeyê daxwaz kir.
Konsey bi awayekî eşkere rêveberiya federal daxwaz dike û dibêje, "Ji bo Sûriyeyeke laîk pergala federalî girîng e. Otorîteya olî û yek alî em red dirin."
Daxuyaniya konseyê ji aliyê rojnamger û yek ji damezirînerên meclisê Kenan Weqaf ve hat xwendin. Di daxuyaniyê hat teqezkirin ku federalîzm aştiya navxweyî û edaletê di navbera herêmên (Sûriyeyê ) de mîsoger dike û rê li ber welatiyan vedike ku bi awayekî çalak karûbarên xwe bi rê ve bibin.
Ew cihên wekî Lazkiye, Tartus, Humus û Sahl Al-Ghab jî têde, ji bo herêma Hama federasyonê dixwazin û dibêjin, "Divê zagoneke bingehîn a laîk û sivîl bê sazkirin" û balê dikişinin ser Biryara bi Nimreya 2254'an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY).
Konseyê gotiye, "Sûriyeya Rojava û Navîn li ser rêgeza hemwelatî û edaletê bilind dibe; herêmeke sivîl û laîk e, ji gelen kok û mezhebên cuda pêk tê. Di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de divê konferanseke nû ya neteweyî bê sazkirin."
Yek ji xala balkêş a konseyê jî ew e ku dixwaze serokê niha yê Suriyeyê Ehmed Şer û endamên din bêne girtin û vê dibêje, "Otorîteya heyî terorîst e û bi piştgiriya hêzên derve otorîte bi dest xistiye. Îdîayên sûcên şer û komkujiyê divê biçin Dadgeha Navneteweyî."


