logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  3. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Fermo rewşa sivîlên li Sûrê

  • Dîrok: 21/02/2016
  • Beş: Nûçe

AMED (DÎHA)

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp qeydên deng ên welatiyên li Sûrê asê mane da guhdarkirin. Ji welatiyên ku di bin dorpêçê de ye Senîha Surer bi van gotinan rewşa dawî ya li Sûrê vegot: "Li vir hemû mal û avahî hilweşiyane, cihekî ku em lê bimînin nemaye, em di jêrzemînekî de ne. Li vir pitik, zarok hene, wellehî birîndar hene. Em bi potên zarokan xwîna wan didin sekinandin" 

Li navçeya Sûrê ya Amedê, zarok, jin, birîndar jî di nav de bi sedan kes ji ber êrîşên giran ên hêzên dewletê bi komkujiyê re rû bi rû ne. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, qeydên deng ên telefonê yên bi welatiyên Sûrê re hatine kirin bi civîna çapemeniyê re bi raya giştî re parve kir. Kurê Senîha Sûrer a ku li Sûrê asê maye, Mehmet Beşîr Surêr, hevserê wê Nezîr Surer û keça wê Vasfiye Turan jî tevlî civînê bûn.

Diyalogên ku rewşa dawî ya Sûrê radixe ber çavan bi vî rengî ye:

Sîbel Yîgîtalp: Dayika Senîha ji me re behsa rewşa xwe bike.

Senîha Surer: Tu dengê dibihîsî? (Ji bo dengê çekan ê ji pişt ve tê) 

Sîbel Yîgîtalp: Ez dengê te dibihîsim dayika Senîha. Ji min re rewşê vebêje.

Senîha Surer: Niha 15 jin hene, birîndar hene, piraniya jinan birîndar in. Jin ji mêran pirtir in.

Sîbel Yîgîtalp: Temam temam, bi lez û bez bêje bila pirsgirêk çênebe, rewşa we çi ye?

Ev hevdîtina yekem, ji ber ku topbaran dom dike di nîvî de qût dibe.

Di hevdîtina duyemîn de kesekî ku navê wî nayê zanîn telefonê vedike û navê zarokên birîndar dide Yîgîtalp.

Sîbel Yîgîtalp: Ezê pirsa zarokan bikim, tu dikarî navên wan ji min re bêjî?

Kesê ku li Sûrê maye: Li ba me niha 7 zarok hene. Deqeyek, ez navên wan bidim we?

Sîbel Yîgîtalp: Bide, bide.

Kesê li Sûrê maye: Elîf Su 4 mehî ye, Ozgur Aslan 3 salî, Muaz Aslan 4 salî, Rojda Aslan 7 salî, Gulîstan Aslan 11 salî, Berîtan Tosun 2 salî, Şerîf Tosun 10 salî ye. Ev zarokên li vê derê ne lê li cihên cûda jî zarok hene lê ez paşnavên wan nizanim.

Sîbel Yîgîtalp: Navên wan bêje.

Kesê li Sûrê maye: Yek ji wan Velî 9-10 salî ye, Ruken 4-5 salî ye, Berfîn jî 4-5 salî ye. Lê ew ji me dûr in, li taxek pişt de ne. Agahiya me ji wan tune ye.

Sîbel Yîgîtalp: Çend kes hene li wir? 

Kesê li Sûrê maye: Li vir derdora 30-35 kes hene.

Sîbel Yîgîtalp: Çend jin, çend mêr in?

Kesê li Sûrê maye: Piranî jin in.

Sîbel Yîgîtalp: Emê serî li DMME'yê bidin, em agahiyan bigirin, ji bo em lezê bidin pêvajoyê dipirsim.

Hevdîtina sêyemîn wisa ye:

Senîha Surer: Tiştê anîn serê me li tu cihê çênebûye.

Sîbel Yîgîtalp: Belê. 

Senîha Surer: Li vir hemû mal, avahî hilweşiyane, cihekî ku em lê bimînin nemaye, em di jêrzemînê de ne. Li vir zarok hene, pitik hene, wellehî birîndar hene. Em xwîna wan zarokan bi potîkên zarokan didin rawestandin. 30-35 kes hene, li cihên din jî hene, yên di bin kavilan de mane jî hene.

Sîbel Yîgîtalp: Belê.

Senîha Surer: Yanî em hevûdu nabînin, em nikarin serê xwe rakin. Di rojê de kêmanî 20 guleyên hewanê tên. Haya kesî ji tu kesî tune ye. Em perîşan in. Hun çima tiştek nakin. Hun çima serî li cihekî nadin.?

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 07 2026

Serokê Saadetê çû serdana Demîrtaşî

news
  • 12 07 2026

Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!

news
  • 11 07 2026

Helbestvan Ahmet Telli mir

news
  • 10 07 2026

Ji bo navê Kobanî çalakî li dar xistin

news
  • 10 07 2026

Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi kurdî li benda serîlêdanê ye

news
  • 10 07 2026

Senarîst û lîstkvanê kurd li Japonyayê çawa mir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Pakistanê temaşekirina televîzyonên hîntê qedexe kirin

ad

Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

ad

Li ser 'Çareserkirina Pirsgirêka Kurd' konferansek

ad

Hevalên me yên girtî

ad

Zarokên ber bi ezmên ve firîyan

ad

Deqeya dawî: Li hemberî BDP'ê operasyon, şaredar di bin çavan de ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname