sabah kara
em ji çîrokekê welidîn
dapîra me çiya û berf
lew
her ku agir tê gotin
pêçiyên min radipelikin rojê
û
nikarim xwe,govendekê digerînim
li navbera du çeman
ez
kurê êş û huznê
her li ş’irekê geriyam
zarokên wê ne sêwî
hevalê/a min av û şev e
ev hezar sal e
Piştî cuntaya faşîst ya 12 Rezberê hemû sazî û dezgehên kurdî yên bakurê welêt ketîn bin nîrê stemkariyeke barbar. Bakurê welêt bû zindaneke servekirî. Her kesê ku karî ji xwe re rêyekê bibîne berê xwe da welatên Ewropa yan metrepolên Tirkiyê.
Sabah Kara yek ji wan kesan e ku di şert û mercên zor dijwar de da du êş û kulên xwe-çi takekesî, çi civakî-. Ji ber nebûna weşanên kurdî demekê wekî gelek kesan bi zimanê tirkî nivîsand. Paşê vegeriya zimanê xwe yê dayîkê. Di amadekirin û weşandina kovara “Nûbihar”ê de keda wî gelek e. Helbestên xwe yên ku bi tirkî hatibû nivîsandin ji nû ve û bi derfet û deliveyên zimanê kurdî daxist ser rûpelên helbesta kurdî. Sabah Kara em dikarin bibêjin ku piştî “Tîrêj”ê yekem kes e ku kovareke kurdî amade kiriye û berhemeke kurmancî çap kiriye li bakur. Ku em werin ser poetîka wî û berhemên wî;
Sabah Kara di “mersiyeyên rojhilat” de poetîka xwe li ser “huzn”ê ava kiriye. Her çiqas di helbestên wî de em wekî jêderka “huzn”ê bûyer û qewimînên malbatî û têkçûnên di jiyana wî de rûdane bibînin jî, rewş û panaromaya li welêt û zilm û zordariya li ser gel jî di vê “huzn”ê de têra xwe girîng e. Ew li Stenbolê bijî jî, dil, hiş, giyan û mejiyê wî her li Nisêbînê ye û hesret û qewimînin li welêt di nav hev de hevîr dike û bi helbestê radigihîne me.
“ji dema min çavê xwe bi dinyayê vekiriye
Menzera min (ango şair) dîtî ev e
Têkçûyên payîzîne, dest bidim çi ez li çi binêrim
Şiîr û xewn in di nav pelên belawela”
“ji bo hevalên min” ku di sala 1980 de hatiye nivîsandin de hest û psîkolojiya serdemekê di xwe de dihewîne. Lew, wê hingê tu lukseke rewşenbîr an şoreşgerekî tune bû ku xwestekên wî yên şexsî hebin, ew divê her ji bo civaka xwe û xewn û xiyalên wî têbikoşe.
“em ku ji bo aştiyê dibêjin
Û em aştiyê dibêjin bi timî”
Ev aştî em zanin sembola polîtîkaya têkoşîna welat û ji wêdetir dinyayeke xweştir û aramtir e.
Lê feleka xayîn di heman salê de di ser darbeya faşîstr e mirina kekê wî jî dike bar li ser dilê wî yê dilpiyar. Helbet helbestvan jî dê pênûsa xwe ji bo vê “huzn”ê û sergihayîkirina wê serê xwe biêşîne û li çareseriyekê bigere. Sabah Kara jî “mirin”ê û bandora wê ya li ser derdora xizmên mirî û bi taybetî jî li ser zarokan dike mijara xwe û dixwaze “mirin” darizîne.
Em ku di hesreta bav de ne hê jî
Ma wê çi bikin di wî umrê de zarok”
“Çawa dimeşin hê jî mirov
Ro çawa ronî dike hê jî”
Û bersiva pirsa xwe wiha dide;
“Eger bi ya min be,ez ê bêjim
Bila nemirin bavê zarokên biçûk”
Lê zeman dermanê her tiştî ye. Bi demê re mirov hînê her tiştî dibe, her wiha bi mirina kekê xwe jî. Mirin rastiyeke dinyayê ye. Madem em hatine her wiha dê rojekê jî herin. Vê jî wiha vedibêje;
“Li cihkî ku ez nebihîsim dengê mirinê
Kils nikare spî bike siya mirî û mirinê”
Zarok û mirin du têgehên beloq ên di helbesta Sabah Kara de ne. Sabah Kara, yekem kes e ku bi çav û hestên zarokekî li mirinê û tehrîbata wê ya di giyana zarokan de dike aniye zimên. Ew dinyayê û çawaniya wê û bextewariyê bi dilxweşî û tenduristiya zarokê ve girê dide. Ew zane ku ger însên qedr û qîmetê bide zarokan û ji bo dahatûya wan bihizire dê rê li ber gelek neheqî û neqenciyan jî were girtin.Ji ber vê jî;
“Xemên wî bila yê min
Nexweşiyên wî yê min
Û hemû şahiyên min
Bila bibin malê wî”
Di dawiya vê beşê de baweriya xwe ya ku dê rojek zarok hemû xeletiyan paqij bike tîne zimên;
Dê pak bikê ku jêbir bikire zarok
dê paqij bike dinyayê ji xeletiyan”
Helbesta “nisêbîn/1 û nisêbîn/2” de rewşa welêt û perçebûna wê vedibêje ;
“çima navê te
Şirîkê huznê ye
Şirîkê kînê ye
Di devê min de,
…………………
Mamosteyê ku min zimanê wî nedizanî
Dibistan
………..
Şaş û behitî, şaş û behitî
Û;
“Dema ku tu tê bîra min
Dikin mayîn biteqin di dilê min de”
“Şîna zarokên li Helebçe hatin qetilkirin” de ;
Hûn wisa dilgeş û karman in êdî
Tevkujiya zarokan jî nikare we xemgîn bikê
Ma ne em bûn nalîna mezlûmekî
Zelzeleke cîhanî qevul dikir ji bona herkesî
Gazinda dike ji her kesê li vê dinyayê dijî û paşê şûrê xwe raberî xwe jî dike;
Heyf e ku em biqasî kawa jî nehatin,
Û ya xwe vedibêje;
Bila di mejiyê me de rabê qiyamet eger wê rabê
Yan raperînek bi rûmet,yan bila tevkujiyek bi giştî biqedê”
Hawara xwe radigihîne Cegerxwîn û spasiyên xwe tîne zimên;
Dema ku te bang da bi dengê xwe yê xwînî
Hişyar bûn dar û berê welatê min
Kevir û ax û kulîlk
Mirov û teyr û xezal
Hişyar bê bibîn
“ji bo hevdeman/xwîn-pût-ço-asa” de li ser pirsgirêkên vê dinyayê disekine û bi peyvên olî û navên pîroz pirs û bersivên xwe vedirêse. Ji bo dinyayeke adil û jiyaneke bi rêk û pêk dîsa bi remzên olî banga xwe radigihîne me;
Bişkîn pûtên vî xaniyî Birahîm
Sabah Kara di helbestên xwe de pirsgirêkên xwe û yên civakî û gerdûnî bi zimaneke dewlemend û cuda vedirêse. Şêwaz û formeke cuda bikar tîne. Di hin helbestan de em rastî bandora rîtûelên helbesta tirkên odlar bên jî di tevahiya berheman de kurd û kurmancî û çand û kultura wê tên.
Sabah Kara bê guman piştî helbestvanên Tîrêjê reng, deng û kesayetek girîng e di helbesta kurdî de li bakur. Ew î tam û çêjeke xweş daye çîroka me ya nêz û li ber dest.
Sehet xweş Sabah Kara yê xwedî pênûseke dilpiyar û zarokwarî.
Jêderk;
Mersiyeyên Rojhilat, Weşana Nûbihar, 1998


