HESEKÊ
Berî çend rojan nivîskar Salihê Heydo nexweş ketibû û ew rakiribĞun nexweşxaneyê îro doktoran got ku rewşa wî ber bi başiyê ve diçe. Doktoran dibêjin wî asta kritik derbas kir û her biçe wê ber bi başiyê ve here.
Lêkolîner, nivîskar û dîroknas Salihê Heydo li gundê Hisê Oso yê Amûdê sala 1957'an hatiye dinê. Wî di 12 saliya we ye yekem helbesta xwe nivîsiye û ji wê demê ve bi nivîsê re eleqedar e.
Salihê Heydo bi hezaran wêne, stran, metelok, çîrok di 32 pirtûkan de kom kirine û gelek ji wan çap kirine.
Wî li ser berhevkirina navên çiya, bajar, gund û êlên li her çar parçeyên Kurdistanê jî xebat kiribû.
Salihê Heydo ji sala 2016'an ve li Zanîngeha Rojava dersên wêjeya kurdî dide.


