Huner (wêje) kar û xebateke afrînerî ye. Hunermend jî ew kes e ku bi vê çalakiyê berhemekê diafirîne. Nexwe ew, ne însanek ji rêzê ye. Gelo ev cudahî ji ku tê? Aha li vir, psîkolojî derdikeve pêşiya me û gotin û dahûranên psîkanalîstan. Ew îdîa dikin ku hunermend û kesên ji hêla derûnî ve ne rehetin (şîzofren û nevroz) dişibin hev.
Afirînerî çalakiyeke “hiş” e ku tiştine nû tevlî heyîna me dike. Ku em mijara xwe bi pêwendiya helbestê bihizirin helbestvan; tiştine li dinyayê bi muxayila xwe, bi hêza teknîka melekeya xwe, wê ji nû ve dixuliqîne û raberî xwezayê dike. Di vê çalakiyê de teqez ji xwe jî tiştina tevlî “ya nû” dike. Ew şevê dike roj, rijiyê dike zêr…ango “wê” bi gor dilê xwe diafirîne. Ji vê ye tê gotin ku helbest “ê din e.” Ew, pencereyekê ji xwînerî an guhdarî re vedike û wan dibe gerdûneke din. Berevajî her helbest tenê kopiyeke a li ber çavê me ye.
Li vir ev pirs xwe dide der; psîkolojiya paşplana helbestê çi ye? Bersiva vê tişteke subjektîf e lê bi min “helbest, rêwîtiya ber bi aramiyê ye ku dawiyê vediguhêze hilberîneke bi aheng.” Di van helbestan de hizr û raman têra xwe kûr, di hest û dilînan de lîrîzmeke hevseng û di vegotinê de estetîkeke zor ciwan heye. Gelo çend helbestvan digihin asta van taybetiyan. Ev pirs bixwe di derheqê psîkolojiya helbestê de (wêje) fikrekê dide me. Psîkanalîst bi vê dest pê dikin û kirasê dînîtiyê li bejna helbestvan dikin û di jiyana wî de li şopên kesayetiyek cuda, tirotîbûnê, terkandinê, derkirinê…digerin. Ji bo palpişta angaşta xwe jî jiyana helbestvanên navdar raberî me dikin. Tê gotin ku helbestvan ew kes e ku têkiliya wî bi binhişa wî re pir xurt e.
Bi gor Freud, hunermend bi kesayetiya xwe ve ji însanên din cuda ye, berê wî/wê tim li cîhana hundurîn e. Lew re her di bin bandora pêdiviyên xwe yên dozîneyî û azweriyên xwe de dijî. Sereke xwesteka wî erk, rûmet, mal û milk û evîndarî û heza jinan e. Lê ew, gelek caran ji van gencîneyan bê par e. Ji ber van sedeman ew, ji reaîlteya jiyanê dûr dikeve û bi hemû hêza xwe wekî şîzefrenekî bi rêya xiyalan dide pey lîbidoya xwe û dixwaze wan bi vê rêbazê bi dest bixe. Bê guman bi gor vê pênaseyê hunermend, bi peyvan, wêneyê gurdûna xwe ya nîgaşî çêdike. Ev diyarde jî kesayetîkî nevrotîk radixe ber çavê me. Gelo ev şirove têra pênaseya afrîneriyê ya hunermendî dike? Ger bi vî awayî bê pejirandin hingê tu cudahiya wî û zarokekî namîne. Lê em baş zanin ku her însan xwedî taybetmendiyên resen in; hiş, nirxên manewî, mengî û projeyên pêşerojê. Ji ber van sedeman em nikarin helbestvan an peykertiraşekê bi kesayetiyeke ku di heyna “fallîk, latent, an “anal”de hatî asêkirin bi nav bikin. Dibe ku xwedî hin hingofî an meyldarê fanteziyan be û kesayetek şîzoîd hebe. Lê ev hemû têra şiroveya afrîneriya hunerane nake.
Psîkplogê Fransî Rîbot ji hêla nîgaşî ve hunermendan dike du beş; yek ji van xiyalên xwe li ser çavdêriyên xwe yên li ber çav, yê din li ser hest û dilîn û heyecanên xwe yên bi derûniya xwe re di atmosfereke bi aheng de lihevhatî û bi îmajên xurt rapêçayî ye. Ê yekemîn xwedî “xiyaleke çêbûwar (plastîk), yê din xwedî “xiyaleke lêzêdekirinê” ye.
Nexwe hunermend çiqas bi “binhiş”ê xwe re têkeve têkiliyeke durist, berhema wî jî ew qasî dê xurt be. Ango bi qas gotinên şîzoîd, vegotina hêmayî û sembolîk jî xurt dibe.


