logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'
  2. Ji bo piştgiriya Weşanên Sîtavê nivîskar tên ba hev
  3. Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist
  4. Şaredariya Peyasê Atolyeya Hunerê ya Yekta Vekir
  5. Gelo Pep Guardiola ji Manchester City xatir xwest?

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Dîrok: 14/07/2023
Jean Baudrillard dibêje: “Dema dewlet êrîşê hev nekin an jî bi hev du re şer nekin, wexta hevdu tune nekin, bi awayekî dest bi şerekî navxweyî, li hember miletê xwe û axa şer dikin. Dibêje ev bextê hundirîn ê polîtîkayê ye. Yên tên temsîlkirin û ên temsîl dikin bi awayekî eşkere an jî veşartî dibêje heye di me gişan de Makyavelîzmek...
Jean Baudrillard dibêje: Xewindakirina koletiya bi destên xwe û arezûya tirsa windakirina ên din û daxwaza arezûya hêzê di rikeberiya mayîn û nemayînê de veşartî ye. Her desthilatdar, xwe dispêre hakîmyeta qral û qûrbankirina milet..
Li gor Jean hemû paradoksên desthilatdariyê jiyana polîtîk a sanal e, yanê şer û têkoşîna civaka medyayî, parametrên medyayê em giş kirine kole û perdeyeke sîmuklarîn li ber çavên me raxistiye, ji aş û baş em ketine bin tesîra civaka medyayî (twitter, facebook, instgram, tîktok...hwd) loma rastî heliyayî, rastî winda bûye, rastî û ne-başî û derew ketine nav hev, jiyana post-modern jiyan serobino kiriye, êdî qada şer bûye, sanalîzm, qada hebûn û xwebûnê bûye sanalîzm, desthilatdarî û bindestî êdî bi dest û çekên sanalê tê rêvebirin, em bûne koleyên sanalîzmê em radestî dîmenan û xuyangên derew bûne.. Helbet desthilatdar jî vê çeka xwe ya sanalîst bikar tîne û bindestan bi rêya sanalê dixapîne, rastiyê şilopilo dike, vedişêre û bi şêwaz û nêrîneke din bi bindestên xwe dide bawerkirin... Çima min ew qas behsa desthilatdar û bindestan kir, çimkî şêwaza wan a çekan guherî ye, li gor jiyana nû tevdigerin, êdî ew qadên milet dadiketin û şer dikirin dema wan hema hema qediyaye, çimkî şerê a-polîtîk dest pêkiriye, şerê çekên a-polîtîk dest pêkiriye, divê pozîsyona bindestan çawa be û çawa tevbigere, girîng e. Divê qada medya civakî mirov xelet agahdar neke, divê ji her tiştên wê bawer nekin, çimkî rastî ketiye dewsa derewan, derew ketiye dewsa rastiyê...
Wekî em dizanin, gelê bindest çiqas xwe ji rewşa çîroka bindestan dûrbixe jî, talî di hişê bindest de tim paradoksa bindestiyê desthilatdariyê li beden û hişên wan dike. Çimkî di ramanên bindestan de rûxandin heye, xweanalîzkirin kêm e, pirsa çima em bindestin kêm tê analîzkirin. Heke kêm nehatiba analîzkirin, em bi kêrên seqakirî nedihatin hevdu, me hevdu pîs û xirab nîşan nedida, di me de heye çavnebarî, hesûdî û çavbirçitî... Çima? Çimkî em hîna nebûne xwe, em desthilatdariyê red dikin, lê em agir disotîn e û ber bi agirê serdestên xwe ve dibin, em alîkariya serdestên xwe dikin. Halbûkî ji dîrokê û heta niha tu nan ji bêtifaqiyê derneketiye, tu azadî jê derneketiye, tim û tim bêtifaqî agirên êzingên serdestên xwe germ û gur kiriye, loma tifaqî û tifaqî, di hemû qadên jiyanê de ji me re tifaqî lazim e. Ji wêjeyê bigire heta bîrdoziyê an na bi vê şêwaz û şiklî em ê tim xizmetkarên desthilatdarên xwe bin. Tiştekî fêdeya wê tune be, çima em xirabiyê û zirarê bifikirin? 
Çima min ew qas behsa bêtifaqiyê kir? Çimkî di berhema Enver Karahan a bi navê “Şapatê” de hinekî bêtifaqî û xirabî hatiye nivîsandin lê di çîrokek xwe tenê de behsa xirabiyê û bêtifaqiyê kiriye. Helbet ez ê berê behsa gelemperiya çîrokên xwe bikim û paşê jî ez ê li ser çîroka nivîskar a bêtifaqiyê bisekinim. Di gelemperiya çîrokan de rewşa nivîskar a zarokatiyê û cîwantiyê di binê kirasê karekterên xwe de, xwe û neynika rewşa zarokatiya xwe diteyisînin. Lê belê çîrokên nivîskar mijarên û mekanên xwe di navbera pira li Swedê û welêt diqewimin de digerîne. Jiyana Ewropa tesîr daye qelema nivîskar. Helbet li Ewropa jiyîn sedemeke çîrokên cihê nivîsandinê ye. Lê çîrokên ji çanda xwe dûr, ji hiş û aqilê xwe dûr dê tehmeke çawa bide xwendevanên xwe yên bindest, an jî xwendevanên bindest dê tehmê jê werbigire gelo? Min bi xwe wekî xwendevanekî bindest tu tehm jê wernegirt, lê min tehm ji çîroka bindestan a bi navê “Sûretên li dîwêr” wergirt, çimkî xîtabî min dike, xîtabî civakê dike. Her wiha ev çîrok, çîrokeke polîtîk e, ji wêjeyî bêtir polîtîk e, ne polîtîkaya wêjeyî ye, wêjeya polîtîk e, xwezî polîtîkaya wêjeyî bûya. Jixwe piranî ez ê li ser vê çîrokê rawestim. Nivîskar behsa jiyana li Dêrikê û zarokatiya xwe dike, bi şêwazeke bi devê karakterên xwe. Çîrokên xwemalî hebûn û çîrokên pîneyî hebûn, çîrokên xwemalî û paradoksa Xwebûnî, çîrokên ku behsa bindestiya xwe û derûniya bindestiya xwe dikir, çîrokên behsa zarokatiya xwe û cîwantiya xwe dikir, çîrokên pîneyî jî çîrokên çanda dîtiran bû, loma van çîrokan ji xwe-bûniyê dûr bûn. Tiştekî ji xwe û çanda xwe û ji hişê xwe dûr be ma ne pîne ye? Bi min ne gengaz e xwemalîn be, loma tehma wan tune ye, rijî dimîne. Du nexşên cihê di çîrokên nivîskar de hebûn, hin jê çîrokên ji çanda xwe nizilîbûn, yên din jî ên ji kiras û çanda xwe dûr bûn. Her wiha nivîskar behsa nivîskariya xwe û rewşa malê de dijî dike. Xirecira nivîskariyê û malbatê, wekî nakokiyekê dibîne. Çîroka ewil li ser jiyan û zehmetiya nivîskariyê hatiye nivîsandin, nivîskar esas rewşa xwe ji me re teyisandiye. Her wiha ev rewş bawer im a gelek nivîskaran e. Çimkî nivîskarî bi xwe paradoks e û nexweşî ye. Nivîskar behsa vê nexwesiya hevpar dike. Welhasil îcar em werin ser çîroka xwe. Wekî min go ez ê bêtir li ser çîroka “Sûretên Li Dîwêr”  bisekinim.
Ji çîroka “Sûretên Li Dîwêr"
“Lawo ma meriv diya xwe li dû xwe dihêle û dihere? Hema te karîbû ez li pişta xwe kiriba û ez bigîhandima ber erebeyê. Ma gunehê min çi bû ku we ez tenê di vî hundirî de, di nav van zebeniyan de hiştin û hûn çûn?..” Tew gava gerîlayekî jê re got: “Me qet ji vê malê û ji hevalê Sebrî ev hêvî nedikir; ji me hebû ku yek kesek jî di vî bajarî de nemîne jî ew ê me nehelê û neçe...”(31)
Dema em li peregrefa xwe ya jorîn dinêrin em têdigihîjin em desthilatdarên hev in. Em xwe û xwebûna xwe têk dibin. Em dijminê qewmê xwe ne, em kew in. Çima? Nivîskar di rewşeke wiha agir bêtirîn sor dike, çima tifaqiyê nahûne, çima tifaqiya hebûn û xwebûna yekgirtî û hevgirtî narêse, çima nêrîn û awirekî xirab û bêhna rûxandinê li vî dîwarî diqorîn e. Çima? Wêjeya xwe dike alava rûxandinê, helbet tercîha nivîskar e, lê nivîskarî jê ne yek gaveke ronakbîriyê û pêşveçûnê ye. Qelema nivîskar divê çawa be? Ev pirs girîng e. Çimkî miletekî têkçûyî û bindest divê em wan bêtir bindest û têkbiçin bihûne an jî divê em bi destên wan bigirin û alaya wan bi hev re daçikînin da ku azad pêl bibe, kîjan? Helbet divê rastî bê nivîsandin, lê ne rastiya li gor xwe teşekirî, rastiya gelemper divê bê teşekerin. Rastiya li holê, a li meydanê ne rastiya bîrdozî, çimkî li gor herkesî rastiyeke bîrdozî heye, mesele ew e ku mirov rastiya resen teşekirin bide. Divê berhemên wêjeyî mirov jê sûdwerbigire, ne kîn û nefret, divê bêhna rûxandinê neke nava jiyana wêjeyê? Divê em vê pirsê ji xwe re bikin:  Divê wêje rûxandin be an jî bi sûd be, kîjan? Wêjeya bi vê şêwazê xîtabî desthilatdaran dike an jî xîtabî bindestan dike, welew wêjeya bi vî awayî di xizmeta gelê xwe de an jî di xizmeta desthilatdara de ye, kîjan? Welhasil meriv dikare gelek pirsan lê zêde bike, pirsên bîrdozî, pirsên wêjeyî, pirsên paradoksên bindestan, bindestiya bindestiyê, belê nivîskar bindestiya bindestiyê hûnaye, yanê bindest desthilatdariyê li bindestan dike. Çi trajîkomîk û paradokseke bêhna nexweşiyê jê tê....
Li dû wê bi çendekî jî dinya sehal dibû, êdî xelk vedigeriyan malên xwe û Sebrî û zarokên xwe jî vedigeriyan; di heman şevê de du mîlîsan hat Sebrî ji malê derxist û ew birin. Di kolanên tarî de ber bi ciyekî nediyar çûn...(33) Mînaka herî serdest ev paragraf e. Em çeker in an jî rûxîner in, an jî bi rastî jî derdê me vegotina rastiyê ye. Kîjan? Li gor vê paragrafê em di xizmeta serdestên xwe de ne, ha heger tiştên tên gotin û vegotin rast be, em di xizmeta vegotina rastiyê de ne, heke tenê fantazî û xeyal be em rûxîner in û neçêker in. Helbet bi awayekî sosyolojîk vê pirsê dikim, haaa mebest tenê wêje be wê çaxê çima meriv gelê xwe xirab xuya bike, paradoksa bindestiyê çermê rihê me ve zeliqî ye. Wekî qijnikên xwe bi qûna heywanên digirin û xwîna wan dikojin, bindestiyeke genî a paradoksal xwe bi qirika rih û hişê me ve girêdayî û difetisîne. Çima? Ne çêkerbûn çima xirakirin, haa ji bo wêjeyê be rûxandin a mena, wekî din wekî xwendevanekî ez ê van paragrafan wekî ne wêjeyî û nêtxirabî bibînim. Çimkî dema miletek bindest be, hewce nake meriv bindestiya wan duqat û şêqat bike, hewce nake meriv bindestbûna wan lê bike bargiraniyeke din. Qey divê bindest tim bêtifaq û bêhizûr bin, hewce nake meriv ji hevdu re goristan û mezalan bikole û vekole. Heke meriv xurt û bi xwe bawer bin, gerek meriv karibe bi wêjeya xwe mezel û goristanên desthilatdaran vekolin û bikolin û qehremanên xwe jî bi awayekî epîk bihûne, da ku hem civaka xwe û hem jî wêjeya xwe û miletê xwe bi çilaya ronahiyê biçûrîsîne, çimkî em bindest in û hewce nake em bindestbûn xwe li xwe duqat bikin. Bi kêrî tiştekî nayê tenê zirarê dide derdora xwe. Bi awayekî wêjeyî nivîskar di çîrokên xwe de ji xwebûn û xwebûna xwe dûrketiye. Ji rastiya xwe dûr ketiye, bi ziman û şêwaza desthilatdarê xwe berhema xwe vehûnaye. Helbet em nikarin bêjin çîrokên wî giş wiha ne, lê dîsa jî çîrokên me divê ya xizmeta takekesiya xwe bike, ya jî xizmeta gelê xwe bike. An jî divê xizmeta hunerê bike. Hin çîrokên me xizmeta takesiyê kiribûn, hin çîrokên me jî xizmeta desthilatdariyê kiribûn, hin çîrokan jî xizmeta çanda ên din de bûn, loma ji xwe û xwebûna xwe hinekî dûrketîbûn çîrokên me....
Sûdwergirtin:
Kotulugun şefafliligi, Jean Baudrillard, Ayrinti

Hin Nivîsen Nivîskar

Romana Felsefîk, Mîtolojîk û Zanînê

  • 03 Avrêl 2022

Dema min dest bi xwendina vê romanê kir, min got qey ez pirtûkeke lêkolînî dixwînim. Çimkî di romanê de ji tehma wêjeyê zêdetir tehma...

Nûjeniyeke Xapînok

  • 15 Avrêl 2023

“Modernîzm, maya di navbera azadiyê û êqil de tengezariyeke hatiye eciqandin e.” Helbet Modernîzm, hêla wê ya şexsî heye, aborî heye, hebûnî heye,...

NAVDARÊN ASÛSÊ

  • 02 Gulan 2020

“Ji bo Yekê Gulanê û hemû jinên tehdedîtine û hatine ricimandin"Pirtûka Mehmet Dicle a bi navê “Asûs”ê ji deh çîrokan pêk...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Heyîbûn bi ziman e

ad

Qala berhemên xwe bikin

ad

Mezinê Ewropayê bi penaltiyan diyar bû: Manchester City

ad

Ji bo KNK'ê hevserokek nû

ad

Lîstikvan Morgan Freeman qeza derbas kir

ad

Careke din 'Mijabad' hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'

  • 19 05 2026
news

Ji bo piştgiriya Weşanên Sîtavê nivîskar tên ba hev

  • 19 05 2026
news

Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist

  • 20 05 2026
news

Şaredariya Peyasê Atolyeya Hunerê ya Yekta Vekir

  • 19 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname