logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Deqa li ser kulîlkê

  • Dîrok: 31/08/2019
Gotinên bîranînên bîra zarokatiyê di bêjinga hiş de maye û serasera rêz dibin, mîna şekelîyekê
diherikin hebên ku di binê ziman de tam dane avzenekê diherikîne. Di nav gul û kulîlkan de digere zarokatiyeke hem xemilî û hem jî xemgînî, di nav cihokên zeytûnan de diherike deqek, belê helbestên me xwe digihêjîne firîzên rezên ku di dil û bîra binhişî de mane. Belê gêreya hestên zarokatiyê zûbizû ji qirika mirov venaqete, geh dibin bar, geh dibe bîranîn, geh dibin birîn, geh dibe bîrek hefswarî, geh dibe şênahiya dil û hiş... belê bîra zarokatiya mirov hem dawet e, hem jî şûn e, loma di nav helbestên nivîskara me Meral Varişli de zarokatî, dê û bavtî mijareke sereke ye. Feqet ya herî girîng di helbestên me de gotina “Kulîlkê” ye. Ji ber ku hema hema di gelek helbestan de bêjeya "Kulîlkê" hatibû şixulandin. 
Kulîlk, demsala biharê tîne bîra mirov, wê çaxê nêta nivîskar di vir de gelo, "vejîn" e? Xwenûkirin e, an na? Daxwaza jiyaneke nû ye gelo? 
Heke kulîlka biharê be, wê çaxê, em daxwaza zayîneke nû, heyateke nû, daxwaza hezkirineke nû dikin welew dagerîn û veguherîn e nêta nîvîskara me gelo? Belkî jî ev kulîlk, kulîlkeke hundirîn a nivîskara me be. Yanê têgeha kulîlkê, nûjenî, nûbûn e. Çimkî kulîlk vedibin, paşê rûyê xwe yê estetîk nîşanî xwezayê û mirovan dide. Kulîlk xweza ye, xweza jî jiyan e, xweza hem estetîk e, hem jî hebûn e. 
Çima helbestvana me ew qas gotina Kulîlkê bikaraniye gelo? Dibe ku ji ber xwezaya ku
nivîskara me lê jiya be. Dibe ku di rihê helbestvana me de vejîn, zayîn, nûbûn û welidandin hebe. Ji ber ku kulîlk vedibin û reng û xemla jiyanê diguherîne, rihê mirov diguherîne, rihên heywên diguherîne, çimkî kulîlk piranî di biharî de vedibin. Wê çaxê em dikarin bêjin helbestvana me ji biharê hez dike. Ger wisa be, di biharê de çawa ku kulîlk vedibin, heywan jî dizên, zayendiya heywên û a însên di vê demsalê de xwe digihêjine lûtkeyan. Di biharî de kulîlk vedibin, eşq zêde dibin, zayîn zêde dibin, welidandin, afirandin û estetîka jiyanê zêde dibe. Werzîşeke wisa ye ku hema hema hemû bûyer di vê demsalê de pêk tê. Heyat xweş û xweşik dibe, mirov xwe nû dike, çivîk hêlînê xwe diafirîne, mirîşk bi kurk dikevin, hemû teba derdikevin ser rûyê serzemînê. Bi kurtasî kulîlk heyat e. Afirandin e. Estetîk e. Xweşbûn û
xweşikbûn e. Îcar armanca helbestvana me gelo ev bûye, helbet mirov di tu berheman de nikare tespîtên teqez bikar bîne. Tenê mirov dikare texmîn bike. Ji ber ku her berhem hem hest û hem jî aqil û binhişî û derhişiya nivîskêr têde heye. Loma mirov ne psîkanalîst e ku teqeziyan bêje. Heta psîkanalîst jî sedîsed nikare tespîtên teqezî deyne. Ji bo tu berheman mirov nikare gotinên teqezî bikarbîne. Îcar li gor berhema me, deqa li ser kulîlka me di wateya êşa hundirînî, şahiya hundirînî û şênayiya hundîrînî ya helbestvana
me derxistiye holê. Kulîlk dewsa hestên helbestvana me wergirtiye. Ev kulîlk zarokatiya nîvîskar e, mînakek in ji helbestan: "Zarokatiya min, li min vegere!(15)",
"Zarokekî sêwî yî tu
di holika dilê min de;
dibim dayîk,
porê te difirkînim,
li ser çongên xwe."(51)
di vir de nivîskar xwe wekî dê û xwe wekî zarokekê dihesibîne, hem porê xwe difirkîne, hem jî porê zarokatiya xwe ya sêwî difirkîne. Serê xwe yê ku zarokatiya datîne ser çongên xwe. Bang zarokatiya xwe dike, bêriya zarokatiya xwe dike, ji têgihîştinê hez nake, têgihîştin êş e, feqet zarokatî dawet e, şênayî ye, kulîlk e, vebûna movik û kulîlkan e. Esil kulîlk bûye metafora nivîsandina hestên nivîskara me, kulîlkan dewsa dê û bavê nivîskara me wergirtiye, dewsa hemû hestên helbestvana me wergirtiye. Feqet vejîna jiyaneke nû ye, daxwaziya hêviyê ye, bîranînên raboriyekê ye û bîra zarokekê ye ev kulîlk. feqet tim deqek li ser vê kulîlkê heye, deqek zarokatiyê, deqek dê û bavtiyê, deqa poşmaniyê, deqek birîndar e, deqek hêviyê û bêhêviyê ye, deqa xwestekekê ye ev deqa ku bi kulîlk welew kulîlka ku bi deq. 
Em hin mînakan ji helbesta xwe bidin:
“Dema ku kulîlk ji nû ve vejiyan”(13), “ew bizrê kulîlkan”, “ne beybûn vebûn, ne jî kulîlkeke din”(14),  “ji kulîlkên biharê kirasekî birêsim”(15), “porê te dixemilînin kulîlkên
Rengîn”(19) “di hewşa xwe kulîlkan diçîne”(20), “Bêhna kulîlkên biharê ye zarokatî”(21), “Bêhna kulîlkên behîvan e, lêdana dil a pêşîn”(29), “divê ji nû ve movik bigrin, kulîlkan vedin hestên zerhimî”(35), “min deriyê dil ji bo Dewrêşê xwe, bi kulîlkên hêviyê xemiland”(40), “kulîlk wê bibişkivin, tu yê min ji bîr bikî” (58).
Em dibînîn ku gotina kulîlkê bûye sedema vebêjeriya hestên helbesvana me ên hundirînî, hemû binhiş û derhişiya xwe bi saya kulîlkekê vedibêje. Di vê kulîlkê de hem hêvî heye, hem jî bêhêvîbûn heye.
Yanê nivîskar destê xwe qet ji hêviyê nebirî ye, lê carinan jî bêçare û bêwate maye. Di navbera pira dil û hişê xwe tim pêliyaye. Ne derbasî vê hêla pirê bûye, ne jî derbasî hêla din bûye, mijeke bêbiryarî û nediyarî li dora dil û hişê helbestvana me rapêçaye. Lê tim bera dû şopa dilopek hêviyê daye, mînakek: 
“Firek hêvî û dilopek xeyal”(48), “Kaniyên miçiqî ne destên me”(56) 
Em di van hevokan de jî dibînin ku hem daxwaziya hêviyê heye û hem jî bêhêvîbûn û xemgînî xwe radestî me dike. Yanê helbestvana me çiqas bi hêvî be, ew qasî jî kirasê bêhêviyê di xwe de xwedî dike. Feqet kulîlk di wateya kirasguherandinê de ye, ger kirasguhertin hebe, ve-guherin û dagerîn jî heye, ger ve-guherîn û dagerîn hebe wê çaxê hêvî jî heye. Jiyan kirasê xwe diguherîne dema ku kulîlk vedibin, mîna marê ku di biharê de
kirasê xwe diguherîne. Nakokî di helbestan de heye, belê ev nakokî pêşketin e, ne tiştekî bi qisûr e. Ji ber ku mirov bi xwe nakok in, berhemên wan jî dê bi awayekî xwezayî hem nakok bin û hem jî bi qisûr bin.
Arîstotales wiha îdîa dike “Helbest hem taybet e, hem jî şexsî ye welew tekane ye, an jî hem
gelemperî û gerdûnî ye” (*) Arîsto di vir de cureyên helbestan dide, an jî li gor xwe divê helbest gerek çawa be û çi be, îdîaya xwe li ber çavên me radixîne. Helbestên Meral Varişli helbestên hundirînî ne ango helbestên şexsîne, ne helbestên gerdûnî û gelemperî ne. Mirov dikare bêje hinekî jî taybet in helbestên me. Feqet ne di asta gelemperî û gerdûnîyê de ye. Dibe ku helbestên şexsî û taybet jî bibin helbestên gelemperî û ên gerdûnî, mesele tu helbestên xwe bi çi qalîteyê, bi çi şêwaz û teknîkê dirêse.
Loma jî di helbestê de şewaz û hûnandin rolek girîng werdigire. Bi kurtasî helbestên Meral Warişli şexsî û hundirînî ne piranî....
(*) Şu Edebiyat Denen Şey, Andrew Bennett, Nicholas Royle, Notos Kitap

Hin Nivîsen Nivîskar

Qutiya Dilê Berken Bereh

  • 08 Pûşper 2019

Ji bo Heskîfê…Her helbestvanek, ez bawer im xweserbûnek û taybetmendiyeke wan heye, her helbestvanek notayeke wan a xweser heye ango notaya her helbestvanî cuda û taybet e. Çawa...

BERÊVARÊN ROMANTÎK

  • 03 Rezber 2020

Berî hertiştî helbestên Jana Seyda stranên hundirîn e. Dengê stranên “Ez ê” ye, dengê stranên “Ez û Tu” yê ne.Helbestên Jana...

Di Rênas Jiyan de huner

  • 06 Kewçêr 2023

Peyv, têgihîştina bireserê û fêmkirina wê ye û peyv li ser bireserê alava desthilatdariyê ye.(1) Yanê peyv pir girîng in, gotin û xweşgotin di hunerê...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Daf' derket ser dikê

ad

FIFA'yê 11'ên Herî Serketî yên 2026'an eşkere kirin

ad

Tabloyên jinan dipeyivin

ad

Vaye encamên Projeya Malbatên Xwişk û Bira

ad

'Bavê Payîzokan' Fadilê Cizîrî

ad

Lehengên her du favoriyan li sehayê bûn û bi temamî 6 gol hebûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname