Min zanibû ku cegera te ji pola ye, lê min nizanibû ku sebra te wekî ya Eyibê kurma xwarî ye. Tu çawa dikarî ew qas xwe li ber tiştan ragirî? Tu vê bêhna fireh ji ku tînî?
Nizanim! Tiştê ku ez pê dizanim, heger kî di dewsa te de ba, niha sed carî gotiba, “gurm!” û teqiyaba. Tiştê ku ji min re hatiye gotin û heta niha me bihîstiye ev e: Xwedê her tiştî bi hev re nade kesî. Lê vaye daye te. Belê tu zilamekî heyf î. Hew ez û Xwedê dizanin bê tu çi dikşînî ji destê vana. Erê. Rast e. Ne tên xwarin û ne jî tên avêtin. Derd in derd!..
Tu xwe li yê ku ji te re dibêje, “na bavo lembeya te çar nimro ye, ma kî dikare bi te re têkeve qayişê?” digirî û tu diherî hinda wî. Tu carek din li wî guhdar dikî. Ez ne bawer im ku ji bo xatirê ez bi çavên xwe bibînim û bi guhê xwe bibihîzim tu wilo dikî. Heger wilo be, tu ji vir û heta mala Xwedê neheqiyê li min dikî. Çimkî ez bi te zanim û ne hewceye tiştekî din.
Gava ku yê te xwe lê girtiye û tu hatiye cem wî, vê peyva xwe dubare dike û dibêje, “na bavo lembeya te çar nimro ye, ma kî dikare bi te re têkeve qayişê?” Ez dibînim ku jinikeke navosere li ber ekrana televîzyonê sekiniye û tîq tîqa wê ye dikene. Hêsirên ku ji ber kenê wê ji kanîkên çavan herikîne paqij dike û ji hevala xwe re dibêje, “Hela tu ji bo qedrê Xwedê dikî lê binêr. Tu li wî û darikê di destê wî de ye binêr Xwehê. Hela binêr bê çawa radike, datîne û xwe jî pê re dihejîne. Niha jina wî jî dibêje, “Mêrekî min jî heye û dihere kar,” wey xweliya heft gundan li serê wê jinê be ku ji te re bibêje, “mêro.”
Yê ku jinika navosere pê dikeniya û henekê xwe bi wî û karê wî dikir şefê orkestrayê bû! Gava ku wî darik li ba dikir û orkestra pê îdare dikir, jinika navosere pê dikeniya û ew nedixist şûna zilaman!
Bi qasî ku jinik dikene û henekê xwe bi şef dike ew qasî jî gunehê te bi jinikê tê.
Belê min fêm kir bê tu dixwazî çi ji min re bibêjî.
Jixwe min ew li hemberî te wekî dîwarê ku bi işkiberê hatibe lêkirin didîtin.
Tu dibînî ku derbê şûna xwe girt, tu me vedigerînî tînî hinda mêvanê xwe hecî Zulfîkar.
Xuyaye, rê mêvanên te bi ber xwe ve dikşîne. Doza çûnê li te dikin. Tu dixwazî hinekî din jî bimînin lê, Hecî Zufîkar dibêje, “ezê tiştekî din jî ji te re bibêjim û emê rabin.” Bi hêviya ku tuyê tiştekî nuh bi dest bixî tu li hundirê çavê wî dinêrî û tu xwe didî benda gotina wî. Dibêje, “Binêr di vê dinyê de heft tişt hene ku tu carî ew ji hev têr nabin. Ev in:
Mêr û jin ji hev têrnabin,
Mirî ji rehmê,
Çav ji nêrînê,
Erd ji baranê,
Guh ji deng,
Ziman ji peyvê têrnabin û daîm dixwazin. Axir tiştekî din jî heye niha nayê hişê min ezê rojek din ji te re bibêjim.”
Dû re jî devliken dibêje, “emê rabin.”
Tu dibêjî, “tu adetên me dizanî.”
Ew li te vedigerîne û dibêje, “adetên me jî hene ha birako.”
Tu dinêrî ku tuyê li xisarê bî. Çimkî ew ji te zanetir e. Tu wan jî bi rê dikî. Lê tu jî bi derbekê re winda dibî û tu min bi tena serê xwe dihêlî.
Dereng e divê ez jî rabim niha çavên zarokan li rêya min e.


