logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Ronî War / Avzêm

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Ronî War / Avzêm

Ronî War / Avzêm

Têl

  • Dîrok: 10/07/2008

 

Ez aniha ji serdana te vegeriyame û hatime li bexçeyê çayê rûniştime. Serê havînê ye. Îsal berî tî maye. Tîbûna wê kiriye ku zû kirasê zerik li xwe bike. Wekî zeriyek ku rih jê kişiyabe ewê aniha erda wê ji ber tavê biqelişe û ewê terkên fireh li ser sînga wê xwe bi cih bikin. Hema ji van girikên ku dişibin memikên keçikan û wê de tesîra sala xerab xuyanî dibe. Heta ku çav dibîne berî dihere.

Zarokiya te tê xwe li xeyalên min diqelibîne û dide pêşiya rewşa te ya îro. Xuyaye dixwaze ku ez wan rojan ji bîra kûr derxînim û bikim ku bi rûqalê dinyayê kevin.

Ez dinêrim tu bûyî lawikekî ku Kovara Girgir li ber e. Hem dixwîne hem jî xwarina xwe dixwe. Ev halê te derbas dibe. Dû re zarokekî şûm ku her kes hîvza xwe jê dikin xuyanî dibe.
Ew jî dihere, îcar yekî henekçî û hîleçî xuyanî dibe.
Pir tişt xuyanî dibin û diherin.
Qey para xwe ji îro girtin û çûn.
Kî zane belkî ev dewr û dewran ne ecibandibin û xwe bera bîra xwe dabin.

Dawî tu dibî mamosteyekî ku hêviya xwe bi xwendekarên xwe ve girêdaye. Bi hêviya ku xwendekarê te wê sibê rabin hin derdan derman bikin, tu li wan miqateyî û tu dixwazî ew bixwînin. Hinek kes henekên xwe bi te dikin. Heyfa xwe li keda te tînin. Tu ji wan kesan re dibêjî, “ erê, ez diherim li ber dê û bavê wan digerim û wan tînim mala xwe. Ez bi teksiya xwe û tiştên din jî dixesirim û bi ser de ez dersê belaş rê wan didim. Rast e. Le ez pêşerojê bizar dikim. Tişta ku hûn nikarin fêm bikin ev e!”

Ew kesên din bi te dikenin û henekên xwe bi aqilê te dikin! 
Piştî zarokatiya te û wextê te yê bihurî êdî serpêhatiya te ya ku tu dibêjî, “ tam li gorî te ye” tê bîra min.

Tu li nexweşxaneya Amedê yî. Tu ji qirika xwe emeliyat bûyî. Divê heta çar rojan tu nepeyivî. Ku tu bipeyivî ewê têlên deng te zerarê bibîne. Serûma te li ser piyê te ye. Tu telefona xwe dixî şarjê û tu fîşa wê dixî pirîzê. Yê li hinda te ye derdikeve ku cixareyekê bikşîne. Tu jî xwe dirêj dikî. Tu hê nuh xilmaş bûyî. Tu bi dengê telefona ku ji şarjê tê kişandin bi xwe dihesî. Tu dinerî ku yek dike telefona te bibe. Hema tu hişk bi piyê wî digrî û tu destê xwe yê din dike hutuk û tu dikî dawşînî yê diz, le mîrata serûmê nahêle! Di wê navberê de yê diz çi bibêje baş e?! Tew xwe naêşîne û dibêje, “ Abê dêdim ayixtiram!”

Tu xwe dixwî!

Tu tiliyê xwe li hev dixî ku nexweşê li ber pacê ye xwe bizîvirîne hêla te û bi we bihese. Lê nexweşê ku serê wî pêçayî ye bi ser kêlekê ve paldaye û di camê re li derve temaşe dike. Li we nanere.

Yê diz direve diçe.
Hevalê te hê nuh hatiye, tu jê re dinivîsî û tu defterê dirêjî wî dikî ku bixwîne.
Tîq tîqa wî ye bi te dikene û ew jî dinivîse, “ nexweşê li kêleka pacê kerr e û ji guhê xwe emeliyat bûye.”
Tu him dikenî û tu him jî dixeyidî. Tu ji hevalê xwe re dinivîsî, “ law tu çima dinivîsî kuro. Ez ne kerr im, law dengê te tê min.”
Hevalê te nema dizane bê ewê bibêje çi destê xwe bi henekan li ba dike û dibêje, “ de wê de lo kotiyê heram!”

Tu vana ji min re dinivîsî. Ez dikenim.
Û ez têm li hemberî beriya Mêrdînê rûdinem û li jêr dinerim. Heta binxetê xuyanî dibe!
Tu dîsa tê bîra min û ez dîsa dikenim!

roniwar@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

XELAT

  • 13 Rezber 2013

Berî niha bi çend rojan min bihîst ku Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê ji bo keda wî ya li ser ziman û wêjeya Kurdî ‘Xelata Rûmetê’ dide Ehmed...

Seyranê

  • 12 Sermawez 2007

…Na, hatiye mêvandariyê. Na, na ne li Batmanê ye. Li Mêrdînê ye û li hemberî binxetê rûniştiye. Ez ji ku pê dizanim? Ma ne bîska din telefona...

Nivîs

  • 28 Tebax 2007

Tu êdî dixwazî ji vê taxê, ji vî karî, ji nav van însanan û ji vî bajarî hebikekî bidûrkevî û herî li derek xerîb û nenas...

Hemû Nivîsen Ronî War / Avzêm

Ronî War / Avzêm kî ye?

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Albrighta ku Talabanî û Barzanî anîbûn cem hev, mir

ad

Belgefîlmkaran li hemberî Festîvala Antalyayê nerazîbûn nîşan da

ad

250 amûr diyarî dibistana muzîkê ya Rojava kirin

ad

4 serî ceza da niştox Nasir Hemetî

ad

Bişîrove û Bêşîrove

ad

‘Piştî 7’ê Pûşperê û Jê Wêdetir, çi bû, dê çi biqewime?’

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname