Cemil Oguz
Festîvaleke ji festîvalên cuda, Festîvala Sûc û Cezayê careke din deriyên xwe vekirin. Bi dehan fîlm û belgefîlmên bi mijara xwe li ser edaletê derkevin pêşberî temaşevanan.
'Em dibêjin em wek hev in'
Ji bo vekirina 12'emîn Festîvala Sûc û Cezayê li CRR'yê bi sedan mêvan hatibû cem hev. Gotina a Serokê Festîvalê Prof.Dr.Adem Sozerî bû. Sozerî got ku li ku derê dinyayê rejimên antî-demokratîk, zordar hebin li wir êrîşê mafên jinan dikin, dixwazin pêşi lê bigirin lê nikarin. Sozerî wisa dom kir, "Li hemberî vê ji Afganistanê heta Îranê jin û yên piştgirî didin wan jiyana xwe feda dikin û têdikoşin. Li herderê dinyayê jin ji bo mafên jinan li pêş in. Li her derê dinyayê jin ne tenê ji bo mafên jinan, ji bo hemû mirovên ku mafên wan tê binpêkirin têdikoşin. Îsal mijara me 'Em wek hev in' e, loma em dibêjin em wek hev in. Em dibêjin ji bo her kesî edalet."
'Wekheviya jin û mêr meseleya demokrasiyê ye'
Paşê Dîrektora Festîvalê Prof. Dr. Bengi Semercî qala naveroka festîvalê kir û dûre Xelatên Rûmetê û Keda Ji Bo Sînemayê hatin belavkirin. Xelata Nûmetê dan Nazan Moroglu ku wê heta niha di nav gelek xebatên jinan de cih girtiye. Moroglu bal kişand ser wekheviya jin û mêvar û got, "Wekheviya jin û mêr meseleya demokrasiyê ye. Ji bo vê yekê emê ji bo wekhevî têkoşîna xwe bidomînin. Astengiya herî mezin a li hemberî vê wekheviyê her cude şîdet e. Ji bo vê yekê em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Em hesretê aramiyê ne, li welatê me ji bo wekhevî, ji bo edaletê, ji bo her kesî emê bitêkoşin.".jpg)
'Ez vê diyarî serdestiya hiqûqê dikim'
Xelatên Keda Ji Bo Sînemayê jî dan lîstikvan, senarîst, Sera Yilmaz. Yilmaz jî got ez beşdarî gotinên Sozen û Moroglu dibim û vê dibêje, "Ez dinyayeke ku têde mesûm nayên cezakirin, sûcdar têne cezakirin hêvî dikim. Ev xelat divê ji bo serdestiya hiqûqê bê diyarîkirin."
Herî dawî vesazkarê fîlman Mevlut Koçak ji ber keda wî Xelata Keda Ji bo Sînemayê girt û paşê fîlmê destpêkirina festîvalê "Hayalî ULkem" hat nîşandayîn. Fîlmê derhênerê ji Şîlî Patricio Guzman qala çîroka têkoşîna şîliyiyan a ji bo guherîna Zagona Bingehîn dikir.
Xelatên Festîvalê
Di festîvalê de çend xelat jî têne dayîn. Di beşa Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj 9 fîlm hene ku 3 jê ji Tirkiyeyê ne. Fîlmên bi ser bikevin dê bi Xelata Mêzîna Zêrîn bêne xelatkirin.
Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de 10 kurtefîlm hene ku pêşjuriyê ji nav 190 kurtefîlmên ji bo wan hatibûn şandin de hilbijartin.
Di nav Pêşbaziya Kurtebelgefîlman de jî 10 belgefîlm hene. Juriyên van beşan jî dê yên serketî xelat bikin.
Beşa 'Mêzîn Edelatê'
Di beşa "Mêzîna Edelatê" de fîlmên ji sînemaya dinyayê hatine neqandin hene. Di vê beşê de 13 fîlm hatine neqandin û di 6 rojên festîvalê de dê bêne nîşandayîn.
'VisionIST' û Panelên Edaletê
Festîval bi navê "VisionIST" xebatên semîner û atolyeyan ji bo pêşxistina ciwanan li dar dixe. Li ser sazkirina fîlman, pêşxistina wan gotûbêj û atolye hene. Her wiha her sal festîval li ser edaletê sempozyûmê li dar dixe ku îsal jî ev beş heye.
Fîlmên festîvalê li Beyogluyê li du sînemayan, li Sînemaya Atlas 1948 û li Sînemaya AKM Yeşîlçamê nîşan dide. Ji bo temaşekirina her kesî buhayê bilêtan bi erzanî têne firotin.
Hakan Bilgin û Pinar Altug Atacan pêşkêşvaniya festîvalê kirin.
*
Nûçeyên Eleqedar:
- 10 belgefîlmên li ser edaletê


