Ew bi hev re ketine qayişê û li ber hev didin. Piştî ku hinek ji wan biserdikevin îcar jî berê xwe didin te û bela xwe di te de didin. Hûn hev dibin û tînin. Hinek ji wan dixwaze te bi ber xwe ve bikşîne.
Çavên wan li xapandina te ye. Na, ne yaxme ye û tu ne zarokê do yî. Belê tu naxapî. Tu hin mijarên ku bêtir derdikevin pêş dineqînî û didî hêlekê û tu dixwazî ecele nekî ji bo ku tu yeka xurt ji nav wan biecibînî.
Ewil tu li cîrana xwe, ya ku di dêstê sibê de derketibû şaneşînê û bi dengê xwe yê qebe xew li te herimandibû, difikirî.
Tu cîrana xwe didî hêlekê. Tu dinerî ku miftiyek tê li bajarekî dest bi kar dike. Çawa ku Miftî bala te dikşîne, hinek kes jî bala Miftî dikşînin. Dinêre ku hinek kesên dewletî, carê tên xwe li pêş digrin, hinek kesên ku di rêza pêş de ne cihê xwe didin wan û diherin dawiyê. Miftî piştî ku li vê tevgerê dipirse, fêmdike ku kesên dewletî carê zilamên xwe dişînin mizgeftê ji bo ku rêza pêşî ji wan re bigrin û teslîmî wan bikin. Miftî li vê kirinê matmayî dimîne. Rê li ber vê kirina wan kesên dewletî digre û dibêje, “ Ji îro û şûn ve divê kes ji dêvla kesî neyê nekeve rêza pêşî û cihê xwe nedin kesî!…” Ne karê heneka ye, miftî kesên dewletî dide hemberî xwe! Bi rehetî û mezinantiya wan dilîze!.. Niza ewê biserifîne yan na? Tu nahêlî ku bigihêje encamekê û tu derbasî tiştekî din dibî.
Erê, tu Miftî û serpêhatiya wî jî didî hêlekê û tu îcar jî kifşkirina sêhêliya peyvê didî ber xwe û ji bo nivîsê tu diteqilînî.
Ku heval û hogirên te ji te re digotin; “ ji xwe re teqawîd bibe, bes e.” Bi te zor nedihat û te digot, “ wê ji bo xêra min be.”
Ku yê te jê heznedikirin digotin, “ ji xwe re teqawîd bibe, bes e.” Bi te nexweş dihat û te digot, “vana xêrnexwaz in dixwazin ji min xelas bibin.”
Ku kesên nenas digotin, “ ji xwe re teqawîd bibe, bes e.” Te digot, “vana ji bo ku mijarekê ji xwe re bibînin û li ser bipeyin dibêjin.” Û te peyva wan bi tiştekî ne dihesiband.
Bi vî hawî ango bi xêra peyva ku digotin,“ji xwe re teqawîd bibe, bes e” tu li sêhêliya peyvê jî hay dibû.
Hê tu li ser van tiştanan difikirî û te qerar nedaye bê ka tu kîjanê bikî bingeha nivîsa xwe, zilamek xwe li te digre û tê. Tu di dilê xwe de dua dikî ku neyê hinda te û derbas bibe here. Lê mixabin. Erê mixabin tê û dibêje, “ Xêr e heyrana çavan tu çima wilo difikirî? Guh nede vê dinya derewîn wê derbas be lo, xeman nexwe û zêde nefikire!”
Tu di dilê xwe de dibêjî, “ Ma ku em nefikirin çi ferqa me û heywên dimîne?” û tu xwe li ber peyvê xweş dikî û tu dixwazî bêyî ku tu dilê wî bihêlî vêya bi hawakî din jê re bibêjî. Lê ew dora peyvê nade te û dewam dike, “ Binêr ma ka ez xwe li ber tiştekî dixim? Na! Bi telaqê min, heger kî di dewsa min de ba ewê heroj wî û hinekan şer bikira. Lê ez dibêjim, ‘guh nedê ma devê xelkê doxîna te ye ku tu nehêlî qala te bikin û henekên xwe bi te nekin. Ji wan nayê îcar girê xwe diavêjin te. De bila dilê xwe rehet bikin.’ ”
Tu jî nizanî bê ka te çawa got, “ çima? Ma xelk dibêjin çi?”
Wek ew jî li benda vê pirsê be hema dibêje, “ Tewww, tu nizanî. Min û yekî dişibînin hevdu. Qaşo ez jî nola wî di ser xwe re çûme. Malê dinyê ez qure kirime. De ji xwe re dibêjin. Li gorî wan, zilamekî xizan bi derbekê re dewletî dibe, lê kes nizane bê ka çawa bû û çi kir. Zilam tê û di apartmana kesên dinyadîtî û dewletî de rûdinê. Li jor çi têkeve destê wan diavêjin ser malika jêrî xwe. Malika jêrî wî maqûl in û ji xwe fedî dikin. Dengê xwe dernaxin. Rojekê cîranê wî yê jêr bang lê dike û dibêje; ‘birako dibêjin, wê pîvazê buha bibe, tu nayê em bikirin û embar bikin kengî ku buha bû emê derxin bifroşin?’
Yê me dibêje, ‘baş e çima ez bi te re nekim.’ Werhasil ez dirêj nekim bi yê me çiqas sermiyanê wî hebe pîvazan dide kirîn û embar dikin. Cîranê wî emir dide zilamên xwe û dibêje, ‘gerek qulikek jî tê de nemîne û ba neçe hundur!’
Heta ku kesên taxê ji ber bêhna genî gilî dikin û belediye bang li wan dike rêya xwe bi ser pîvazan naxin. Yê me tê dibîne ku pîvaz tevdek xera bûne, hê nuh hişê wî tê serê wî lê cîranê wî dibêje, ‘ma birako min jî bi qasî te sermiyanê xwe nexistê? kî neyarê xwe heye?’ Û yê me top diavêje û apartman jê xelas dibe.
Qaşo ez jî wek wî me û dua dikin ku yek di min de jî derkeve û heyfa hinekan ji min hilîne. Ka bê hûnê yekî wek min ji ku bibînin? Mala we bivirite…”
Tu dinerî ku ewê hê jî dewam bike û tu ditirse îcar derbas be merseleyek xwe ya din û tu mecbûr bimînî lê guhdar bikî. Tu jê re dibêjî, “ li qisûrê nenêr divê ez rabim.”
Ew ji vê gotina te dilê xwe digre û dibêje, “ hema te negot bê ka tuyê çi vexwî gidî!”
Tu şaş dibî û tu di dilê xwe de dibêjî, “tu çima min dixe tora lewçeyan Xwedêyo?!”
Ew berî te, lê bêdil radibe û di ber xwe de dibêje, “ divê mirov xatir nede herkesî û neçe cem wan!”
Tu ji kerba dikenî. Êdî tu nema dikarî li tiştekî bifikirî. Tu li derdorê dinerî û tu ranabî. Dû re mîna sed kes ji te re bibêjin, “ tu çima xwe li ber dixî û tu dibêjî konsantreya min xera bû? A ji te re xwe û wî binivîs, ma jê çêtir.”
Tu rûdinî xwe û Lewçe dinivîsî. Ka bê wê çi jê derkeve. Qawet be.


