Di bîra min de bi tirkekî re bi kurdî axifîn tune bû. Lê rojek bi dostekî min ê nivîskar ê kal ê demek di têkoşîna hezarnehsed û şêştî de cî girtî re li ser “Pirsgirêka Kurd û Kurdistan”ê ketim nav gengeşiyekê. Piştî gengeşiya dûr û dirêj, înkara kurd û Kurdistanê anî bi zimanî kurdî ve girê da.
Got: “Kurt dili diye bir dil yok ki Kurt milletinden sozedelim.” (Zimanek wekî kurdî tune ku em qala mileteke kurd bikin)
Min got: “Sen bir Turk aydinisin; ustelik solcusun; nasil boyle duşunursun. Gerçekten bilerek mi bunu savunuyorsun. Araştirmişsan çok guçlu bir dille karşilaşmişsindir.” (Tu rewşenbîrekî tirk î, bi ser de jî çepgir î, tu çawa wisa difikirî? Tu bi zanebûn vê dibêjî? Ger te lêkolîn kiribe gere di destê te de delîlên xurt hebin)
“Hayir.” (Na) got; “boyle bir dil yok.” (Zimanek wisa nîn e) got; “sizin Kurt dili diye adlandirdiginiz dil bagimsiz bir dil degil.” (Zimanê ku hûn jêre dibêjin zimanê kurdî ne zimanekî serbixwe ye)
Min got: “ Nasil yani siz..” (Çawa?)
Gotina min biriya; berdewam kir: “Bu belki çevredeki dillerden oluşturulmuş bir dildir. Belki de farsçadir; fakat Kurtce kendi başina bir dil degildir; olamaz da…” (Dibe ku ev ziman ji zimanên dirdorê hatiye pê. Dibe ku farisî be jî; lê kurdî bi serê xwe ne zimanekî ye; nabe jî)
Min çi kir, çi nekir nikaribûm baweriya wî biguherînim. Min gelek mînak dan; zaravayên kurdî vegot; min ji zarava û devokan mînak dan û dewlemendiya kudî û di dîrokê de dewlemendiya wêjaya kurdi vegot; navên çend kesan ji dîroka wêjaya kurdî da… Lê neçarê… Min got, Elî Herirî hezar sal berê bi zaravaye kurmancî nivîsiye; Ehmedê Xanî berhema xwe ya mezin a bi navê Mem û Zin bi vî zimanî çend sed sal berê nivîsiye min got…
Wî bi israr mîna pilaqekî pêketî digot kurdî zimanek nîn e.
Çi bû; ez nizanim; ya bûyî ji nişke ve qewimî: Tirkiya min ji devê min, ji nav lêvên min dernediket. Min xwe dida zorê lê di mejiyê min de peyvek tirkî nedidît; ew winda bûyîbûn. Ji devê min bi tenê peyv û hevokên kurdî derdiçûn.
Dostê min ê kal ê nivîskar ê çepgir bi tirkî axaftina xwe berdewam dikir; lê min nikarî bû bi tirkî bersiva wî bidim; gotûbêjê berdewam bikim. Wî bi tirkî vedigot; min ew fêm dikir; lê bersiv an jî dijgotina min bi kurdî ji devê min dihat û ew demekî hişyar nebû ku ez bi kîjan ziman diaxifim. Dema ku hişyar bû, sekinî; li min mêze kir û mat ma.
Xwe hinek berhev kir, paşê got: “Ne bû; sen benimle dalga mi geçiyorsun?” (Ev çi ye, tu henekar bi min dikî?)
Min got: “Na, weleh ez bi tirkî nikarim..”
Min lê nihêrî ku ji gotinên min tiştek fêm nedikir. Min dê çi bikira; ne di destê min de bû; ji devê min peyv û hevok bi kurdî diherikîn. Min nikarî jê re bêjim: Min bibexşîne; ez henek nakim; zimanê ku ez dikarim pê bifikirim û bipeyivim ev e. Ez tirkî fêm dikim lê ez pê nikarim..
Wî ez bexşandim, an na; xema min nîn e. Ez pê hesiyam ku zimanê min ê zikmakî bi destê dostê min ê tirk ê nivîskar ê çepgir û yên mîna wî ji min hatiye dûrxistin. Yên ku digotin kurdî ne zimanek e; kurdî zimanê çûkan e; kurdî zimanê çiyayiyan e; kurdî bê esl e; ji zimanên din hatiye çêkirin ev dostê min ê tirk ê çepgir û yên mîna wî bûyîne.
Kurdî zimanek virek û derew û eslê tune bûye; hi, ha ji te re kurdî.
Zimanî serî hildabû di mêji û devê min de û li hemberî tirkekî tirkî ji serê min derxistibû; ez bi tirkekî re bi kurdî dabûm axaftin.
Zimanê min ê zikmakî çi kiriye, baş kiriye.
***
Û di vê salvegera wefata helbestvanê me yê navdar Cegerxwîn de ez vê helbesta xwe ji bo diyariya wî pêşkêş dikim:
GULA MIN
Ji bo bîranîna Cîgerxwîn
Ji pênûs
Dernakeve tîpêk
Bê xwîn
Ne dil maye
BI GUL BIDIM
Ne gulfiroş heye
GUL BI DIL BIDE
Dil û gûl
Rû ji min bada
Bê te
Gula min
Wek cermek bê av ma
Dilê min


