Diyarname
Koma Çarşi di deqîqeya 65'an de ji bo balê bikişînin ser erdheja wanê û alîkariyê bikin xwe tazî kirin.
Yek ji koma mezin a alîgirên Beşiktaşê "Koma Çarşi" di maça Beşiktaş û Fenerbahçeyê de stûpêçên xwe ji bo waniyan avêtibûn nav sehayê, di maça Beşiktaş û Galatasaray de jî dîsa wanî ji bîr nekirin.
Komê di deqîqeya 65'an de ku ev nimreya plakaya Wanê ye, ji bo balê bikişînin ser waniyên di bin konan de dicemidin xwe tazî kirin û kirin ku wan hîs bikin. Temaşevanan pankarta ku li ser fîgura rojê û nivîsa "Ber xwe bide, em rojê ji te re dişînim, em hene Wan, tuyê necemidî" hatibû nivîsîn vekirin.
Hemû temaşevanên li stadê ji bo vê pankartê li çepikan da.


