EFRÎN
Malpera fermî ya herêma Efîrnê bi zimanên kurdî, erebî û îngilîzî dest bi weşana xwe kir.
Xebatkarên buroya çapemeniyê ya Hikumeta Herêma Efîrnê ji bo ragihandina kar û çalakiyên girêdayî hikumetê malperek fermî ya înternetê amade kirin û malperê dest bi weşanê kir. Malper bi zimanên kurdî, erebî û îngilîzî ye.
Di malperê de gelek beş hene. Rewşa hewayê ya herêmê, nûçeyên ji herêma Efrînê, karên Hikumetê, desteyên wê û Meclisa Zagonsaz a Herêmê, dîroka Efîrnê, wêneyên herêmê, çalakiyên çandî û ciwanan di malperê de hatine weşandin.
Ji nav kantonên li Rojava malpera herêma Efîrnê yekem malpera fermî ye.
Navnîşana malperê ev e: http://www.cantonafrin.com